Forûmî Nêwneteweyî Sebaret be Da’eş le ‘Amûdê (3)
Qazî: Bêcgele ew babetey ke berêzt lew zemîneye da pêşkêşit kird kêy dîkeş lew babete duwa?
Sîvan Se’îd: Be zorî rayedaranî Rojawa meselen berêz Aldar Xelîl qise eka le ser ewe delê da’eş tewaw bûwe be fîzîkî belam Da’eş tewaw nebûwe belkû ême pêwîstîman be piroseyekî dirêjî perwerde heye, pirojeyekî dirêjî xeberkirdnewey ew xelke heye ke têbgen ke wez’eke awa nîye û fermîyetêk bo ew şwêney ke pêy ewitrê Rojaway Kurdistan û Bakûrî Sûriya îdarey zatî pêwîstîyekî gewreye bo ewey ke ew piroseyey gorînî zîhnîyete dirêje bikêşê. Yekêk lewane ke le heman panêl dabû qise le ser hulûl û muqterehatî ewe kira egerçî xoy le beşî ‘eskerî bû belam ziyatir qisekanî be hoy eme ebû ke belê ême ‘eskerî serkewtûyn belam ême hemûman pêwîste lewe têbgeyn ke piroseyekî dirêjî perwerde lazime ke aydêolojiya û hizrî ême bigorêt. Ewe berêz Nûrî Mehmûd çende le ser meseley ‘eskerî, tefsîlî ‘eskerî qisey kird ziyatrî qisekanî xoy ke pazde deqîqey derfet hebû le panêleke da le ser ewe qisey kird ke pêwîste le pirosey perwerde da ême duwa nekewîn wa nezanîn le ber ewey êsta Da’eş be fîzîkî tewaw buwe îtir tewaw. Le hemûy girîngtir meseley serbazîye, ke nîrûyekî zor, hêzêkî zor derwat û le panêlekan da bo meseley serbazî qiseyekî zor kira le ser ewey ke çon em kiyane biparêzrêt çunke êsta ew şwêney ke be dest îdarey zatî yewe heye, be dest rêberî xoserewe heye nizîkî pênc car şeş car gewretire le Lubnan. Le sî wilatî sahêb siyade ke dewlet û alayan heye mezintire. Nizîkî 5 mîlyon xelkî lê ejî ‘Erebêkî zorî têdaye, Suryanî ye, Ermenîye, Çerkese. Zorîneş renge ‘Ereb bê, ew êhsayîye ta êsta be tewawî nekrawe ke bizanîn çone. Belam yanî asan nîye kontirol kirdinî ewe be bê fermîyetêk le ber şer kirdin le ser ewey eger ew Da’şane çon deparêzrên. Bo nimûne heftahezar kes lewên. Belam parastinî ew kiyane, pênc mîlyon xelik lewêda ejî asan nîye eger fermîyetêkî nêw dewletî nebê û hemû rojêk dewletî Turk lew lawe be tema bê paymalî bikat belam ewey ke girînge min demewê bîlêm natuwanim neylêm eweye leber ewey ew xelkey lewê dejîn leber ewey xodarn, sahêbî ew şorşen be lay xoyanewe amaden lewê bijîn ta emrin, nek ewey amade bin bijîn bo ewey raken. Leber ewe eger bişzanin emşew dewletî Turk dêt ta dewletî Turk nehatûwe êsta duway nîweroye belam ewan îşêkyan le ser mile bîken eyken bo numûne le zanko da be xebatêkî cîdî îş ekrêt, le bazar da îş ekrê, le her şwênêk, her kesêk şitêkî le ser mil dandirabêt, nek tenya rayedar û fermandarekan ewane xerîkî durustkirdinî ew wilaten be corêkî tir. Le konfiranseke da ewe rengî dawe
Qazî: Bêcgele qisekanî rayedaranî deselatî xoser, pêm waye le ser mezeb û dîne ciyawazekanîş qise kira lew konfiranse da, çunke lew vêdêoyey da ke le konfiranseke helgîrawe hêndêk mela û seydaş debînîn. Ewaney ke tefsîrêkî ciyawazyan le Da’eş heye sebaret be dîn
Sîvan Se’îd: Sê mamostay berêz lewê ke seyday be nawbangin lewê beşdar bûn basî eweyan kird ke belê ayînî îslam suî îstîfadey lê kirawe, çendîn têksitî Quran û fermûdey pêxember îstîfadey lê kirawe bo berhehênanî tundu tîjî û Da’eş ewaney ke kirdûwe helqulawî tarîxî îslamî ye meselen birînî dest ta sûtandinîş, nesyan heye ke etuwanin bilên boye zelamyan sûtanduwe leber ewe nes hebûwe ke ‘Umer xelkî sûtandûwe bilêyn xelîfey îslam yan pêxember çawî xelkî derhênawe. Ew şitane le terîxî xoyan da heye û melmûse û ye’nî nakrê înkarî bikrêt. Belam îdî ew şeraytyey hezar û pênc sed sal lewe pêş çon bûwe û êsta çone ewe behsî min nîye û emin têyda xebîr nîm belam ye’nî le meseley aydêolojî ke qise kirawe û be’zê rexne le îslam gîrawe û Da’eş mensûb bûwe bo lay îslam, le heman katda ew seydayaney ke lewê bûn qiseyan le ser ewe bû ke nexêr corêkî dîke tefsîr bo îslam dekrê bikrê, yek ew tefsîreye ke hendêk car ew kesaney ke aydêolojîyey berêz Ocalan detuwanin fam biken, qiseyek heye be nawî îslamî dêmokrasî, belam beder lewey ke îslamî dêmokrasî şitêke ke tozê aydêolojîye le zêhinman da qisey lê bikeyn, hendêk le mufesîrînî gewrey îslam meselen yekêk lewaney ke le Iran da heye ‘Ebdulkerîm Surûş qise le ser ewe dekat ke îslam xoy şitêkî bêdenge to detuwanî dengêkî pozîtîv yan nêgatîvî bideytê, dengêkî mirovdost yan mirovkujî bideytê. Leber ewe ew têkistaney ke etuwanê tundu tîjî berhem bihênê le naw îslam da heye le heman katîş da têkstîş heye ke musalehe û pêkewe jiyan berhem dênê. Qiseke le ser eweye çi zêhnîyetêk etuwanê eme pêş bixat. Ewey ke êsta le îdarey zatî da heye rastî pêşxistinî îslamêkî civakî ye nek îslamêkî dewletî û zorbey ew seydayane û ew kesaney lewê beşêkin le ‘almekanyan pêyan waye ew core le îslam etuwanrê pêş bixrê û mutefîqin le ser ewe îslamêk ke Da’eş pêşî exa tund û tîje, merfûze belam îslamêk ke ekrê mirodost bê ewe meqbûle.
Qazî: Nwêneranî bawerekanî dîkeş lew konfiranse amade bûn wekû mesîhîyekan
Sîvan Se’îd: Belê ca wextêk degutrê ol be zimanî Kurmancî yanî dîn yan mezheb yan ayîn ewe her tenya îslamekan nîn belkû ayînî cudacuday dîş ke heye be taybetî Êzîdîyekan beşdar bûn, mesîhîyekan, Kild û Aşûrîyekan, Kildanîyekan her kes ke lewê heye be seknî xoyan beşdar bûn Ermenîyekan ewane hemû le konfiranseke huzûryan hebû.
Qazî: Boçûnî wan çon bû, wekû bawerîyekî ke xeyre îslamîye.
Sîvan Se’îd: Siryanîyekan le hemûyan derkewtûtirn ke tenanet hêzî xoşyanyan heye. Le naw konfiranseke da yekêk lewane be rastî şok bibû, ême dûhezar û şeş sed sale lêre jêr desteyn belam êsta be zimanî xoman exwênîn. Êsta boman heye ewey ke xoman emanewê be dînî xoman, be olî xoman çîman biwê bîkeyn emcore le piratîkî dîn û dîndarî, dînêkî dêmokratîk ke heye lêre ême zor pêy xoşhalîn. Bo numûne le Kobanê ke piranîyekî zorî, le seda newedî Kurde, ke şarî Kobanê ziyatrî Kurde lewe deçê bilêm çend malêkî Ermenî lêye, lesed da dûsê eger ewende bibin.
Dirêjey heye…