Sêşem, 3 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Divê Demirtaş û Mızraklı tavilê azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Rapor ne encam e, deriyek hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo ‘guhertinên qanûnî yên şênber’ bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê serdana Selahattîn Demîrtaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Dem, dema yekrêzî û pêkanîna yekbûnê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komcivîna Yekîtiya Jinên Kurd: Divê jin pêşengiya yekîtiya neteweyî bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bo çekdarên rejîmê: Dev ji rejîmê berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Êrîşên Îranê yên li dijî hêzên Kurd nîşaneya tirsê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî û Mesrûr Barzanî bi telefonê bi hev re axivîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaya: Yekîtiya neteweyî ya Kurd êdî ne tenê nîqaşeke teorîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmergeyan bang li Sûdanî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Iraqê li Bexdayê hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kongra Star civîna jinan a 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bazîdê civîna 8’ê Adarê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê pêngava ‘Niha dema jinê ye’ da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-S’ê starta 8’ê Adarê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hamburgê têkoşîna jinan û piştevanî hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > 10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (269)
Gotar

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (269)

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 19. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Forûmî Nêwneteweyî Sebaret be Da’eş le ‘Amûdê (6)

Qazî: Meseleyek heye, her ew hereşe u gureşeyey ke Turkiya deyka, ew hereşe û gureşeyey ke Erdoxan her be dû roj carêk deyka ke debê menteqey emin durust keyn û le wane, menteqey emin eger hebê debê emnîyet bo Kurdan hebê. Ewe Kurdin ke xelkî dî hatûn ber derkyan pê girtûn û dîfa’yan le xoyan kirdûwe, xoyan deparêzin û dujminêkî awayan be çok dahênawe. Ewe Kurdekeye ke pêwîstî be menteqey emne nek be pêçewane. Yanî ew hereşaney ke Turkiya deyka debê ew meseleye zor rûn bê hem bo Turkiya, hem bo Urûpa hem bo her kesêkî dîkey ke le derewe ra temaşay meseleke deka ewîş eweye bêtû Turkiya hêrşêkî nîzamî bika ew cema’etey Da’eş reha debin, hêzî nawçeyî û QSD pêm wa nîye ew zerfîyet û tuwanayiyey hebê ke le layek bituwanê dîfa’ le xoy bika le cebhey şer da bê û le layekî tirîşewe bituwanî ew gîrawane biparêzê. Ewe zor wazîhe bo basî ewe nakrê?

Sîvan Se’îd: Be wazihî Emrîka be zimane dîplomasîyekey xoy delê ême têdegeyn leme û lem nîgeranîyetan têdegeyn û îşî le ser ekeyn. Ke eme îşêke ke eme qisey min nîye çunke min lewê dîplomat nîm belam wek beşdarîm lew konfiranse û muqabele legel rayedaranî ewê da em qiseyem gwê lê bûwe û em qiseye cuwabî ewane ke eme bo minîş pazle. Ye’nî çî pêwîste êwe biparêzrên nek ewey xelik le êwe biparêzrêt, ya dewletêkî gewrey Nato le êwe biparêzrêt eme nukteyeke, cokêke, cuwabekey ewan eweye belam ke dîsan dêyte derewe le ser em mêze û eroy seyrî resme gewreke ekey ewe dewletêkî Natoye û meslehetî heye, qewetî heye dîsan Emrîka muxazeley Turkiya eka ziyatir.

Qazî: Ewe waye belam muxazelekey bewe tewaw debê ke serkewtin be ser Da’eş da carêkî dîke debête hoy zîndû bûnewey Da’eş.

Sîvan Se’îd: Girînge ewe belam to debê eweş bizanî ke Emrîka seyrî resme gewreke hemûy ekat renge bo rojgarêkî tir her ewaney pêwîst bê bo cewleyekî tirî şer. Meselen êsta Qa’îde xerîke dîsan dest pêdekatewe. Qise leser eweye kurî Ben Laden ekûjrê, qise le ser eweye mîloneha dolar dandirawe bo dest piçûk kirdnewey Qa’îde, Qa’îde dîsan pel ekêşê bo dinya. Yanî em geyme, em geymey ke heye geymêkî lewe qirêjtire ke ême bew hasanîye bilêyn wela Emrîka hatûwe wekû layenêkî mirovdost.kwalîsyon hemûyan nek tenya Emrîka seyr deken emane têrorîstin em Kurdaneş lêre zor zor dêmokratin ke wane ba destekyan bideynê. Le rastîda le Rojhelatî Nawerast da Israelî lê derçê be derdî xoy her çonêk heye emin muxalîfm degel dewleteke, tenha civakêk, tenha civakêk ke lewêda legel Emrîka ‘edawet û şerî nebê civakî Kurdî ye. Ne ‘Erebekan, ne Farsekan, ne Turkekan hîçyan, meselen ‘Erebistanî S’ûdî bêcgele le dewleteke xoy, xelkekey hemûy dijî Emrîkaye. Eger ew S’ûdîye birûxê wekû komarî îslamî lê bê her zû be zû elê merg ber Amrîka, belam be ‘Erebî eylêt. Qiseke lewe daye civakî Kurdî qabîlî eweye ke ewane destekî tewawî bidenê belam çetêkî têdaye.

Qazî: Zor başe, ba bigeyne raspardekanî konfiranseke. Raspardey serekî konfiranseke çi bû û aya konfiransî le gwên ewe dûbare debêtewe bew zûwane?

Sîvan Se’îd: Pirsyarî dûwem belê konfiransî duwem renge lemew duwa bibê be salane be pêy tuwana. Û salêkî tir em katane temaşa bikeyn bizanîn çî tehqîq bûwe lem raspardane. Raspardey gewre eweye ke Da’eş le ser ew xake bête mehkeme kirdin, fermîyetêkî rastî bo ew îdareye ke êsta be zîhnîyetêkî ciyawazewe eyewê aştî û awedanî û pêkewe jiyanî gelan durust bikat, nek eweye yek kes, yek dewlet yan yek netewe bibê be axay ewanîtir û ew berdegîyey ke êsta heye le wilatanî tir ewe bibîndirêt. Sêyem ew xelkey ke le wêda zehîyey her barêkin lew hewt rehendey ke pêştir basman kird, îtir babetî siyasî ye, malî lê becê mawe û kewtûwete derewey wilateke, yan babetî qanûnî ye, yan civakî ye, yan abûrî ye, ya malî lê kawil bûwe her çonêk bûwe ba qerebû bikrênewe. Qerebû kirdneweke le hemûy girîngtir eweye ke ewane dîsanewe nasnamey xoyan pê bidrêtewe.

Qazî: Êwe le rûy locêstîkewe, le barî sefer kirdinewe tuwanîtan be hasanî biçin. Berêzit le Çînewe çûy.

Sîvan Se’îd: Ewe yekêke le me’zele gewrekan ke min wa bizanim xerîk bû le bîrim biçê basî bikem û bûwe be êşêkîş le dilim da be rastî. Ew sinûre bê me’nayey ke le beynî Rojaway Kurdistan û Başûrî Kurdistan da heye ke mixabin le wêda rayedaranî Başûrî Kurdistan zor têyda mutehemin be taybetî lew barewe. Min boxom le Çînewe heta Silêmanî be pazde se’at geyiştûm, be teyare, de se’ate bo dewrî Qeter û lewêş dû se’at dewestît û teyarekî tir be îstrahet be dû se’at dethênê bo Başûr

Qazî: Le çi şarêkewe swar bûy?

Sîvan Se’îd: Le Bêjînewe, le paytextewe hetakû Silêmanî pazde se’atî pê deçê. Hemûy be westan û îstrahet û hemû şitêkewe. Muşkîlekem eweye lewêwe, carê min ke her geyiştme Silêmanî hêşta 48 se’atî mabû bo konfiranseke, bo ewey bilêm eger emşew birom bo ewey bo beyanî bigeme ewê. Eger be tebî’î mirov be seyare birwa be 7 se’at degatê. Min legel hewalêk debû be seyarey xoman biçîne ser pirdeke bo ewey lewêşewe be dû se’at bigeyne Qamişlo. Ye’nî eme eger rêyekî tebî’î bê 8 se’ate. Belam eçîn, naçîn, eçîn, nahêlin, nawman heye, nawman nîye le ser pirdeke, le ser merzeke. Ewe yek tirawmay gewreye., yek narehetî gewreye. Ême 48 se’atêkman pê çû û lewêda kewtibûyn lew xore da, lew germaye da ke ebê biçîn, nahêlin biçîn duway ewe be her ehwalêk bê êware direng çûyne ew ber bû be dewrî 9-î şew û ewane tarîk bû. Ême yekî şew geyiştîne ew şwêney bo hawandnewe leber çaw gîra bû.

Qazî: Ewe be rastî pirsêkî zor gewreye, eto le Çînê ra be pazde se’at bigeyey û lewê ewende matil bî.

Sîvan Se’îd: Bes xoşbextane egerçî yekî şew geyiştîn ta dû û sêş nexewtîn belam se’at 7-î beyanî ême le Qamişlowe be seyareyekî tir royiştîn û dewrî 40 deqîqeman pê çû ta geyiştîne ‘Amûdê lewê le konfiransekeda beşdar bûyn, be rastî min hemû hîlakîm bîr çûwewe.belam wekû rastî hîkayet hîsabî bikey to lew perî dinyawe bêy be pazde se’at bo penay şarekey xoy û le wilatekey xot da, be zimanî xot bitgirin, nehêlin biçîte ew berewe, boçîş biçît bo ewey ke konfiransêk heye bo qise kirdin le ser Da’eşêk ke layek le her dû beşekey Kurdistanî pêşêl kirdûwe, Êzîdîyekanî paymal kirdûwe, ewe birînêkî qûle le mêşkî hemû însandostêk da û le mêşkî Kurd da be taybetî. Qisekirdin le ser eme le her şwênêk bê to debê yarmetî min bidey biçim, nek ewey rêgem lê bigrî. Ewe be rastî nuqteyekî gewreye ke rojane dûbare ebêtewe le ser ew merze ke min nazanim ewe çon debê.
Qazî: Cige le şarî ‘Amûdê ew şwêney ke konfiransekey lê rêk xirabû çûne şwênî dîkeş?derfet hebû biçne Kobanê?

Sîvan Se’îd: Wek gutim le Qamişlowe ta ‘Amûde 40 deqîqeye û konfiranseke le şwênêkî baş emnîyetî zor baş parêzraw bû. Belam min bo xom bo şarekanî Girê Sipî, bo Kobanê, bo ‘Eyn ‘Isa bo ew şwênaney tir çûm wekû xom ke lewê bûm bo ewey zortirîn şit bibînim û ko bikemewe. Ewey ke be çaw deybînim ciya leweye ke xelik deylê yan le têlêvîzyon û mîdyakan da heye. Be pêy tuwana her zanyarîyekim bo ko kirayewe bo babetî xom, yan bo têgeyiştinî xom lew beşey wilatekem eweşim bexerc neda. 

Qazî: Yanî be giştî ew seferet pê pozîtîv bû, wa nîye? Wekû kemayesî çit dî, zor kurt tikaye.

Sîvan Se’îd: Her ewey ke hêştyan biçîne ew ber duway ew hemû narehetîye le Başûr berew Rojawa û ewey ke konfiranseke serkewtû bû, ewe belê zor serkewtû bû û bewe zor dilxoşim. Wekû kemayesî, kemayesî zor zor heye. Kemayesî civakî heye, kemayesî siyasî heye hemû ewane heye belam emro ewey ke girînge xelik wekû civak, amadeye lewê bijît û destek bida bew îdareyey ke be hezaran qat baştire le îdarekanî pêşûy be’si bê yan heç kesêkî tir. Leber ewe xelik têgeyiştûwe ke ew beşe î xoyane û xoyan ebê bîparêzin û ewe cêy dilxoşîyekî gewreye bo emroy Rojaway Kurdistan

Qazî: Zor zor sipasit dekem berêz Dr. Sîvan Se’îd, diyare carêkî dîkeş firset mawe ke emsalîş lem bernameye da beşdarî bikey çunke emsal her carêk beşdar bûy. Dîsan sipas.

Sîvan Se’îd: sipas bo êweş
dirêjey heye…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TAJÊ’yê salvegera damezrandina KJK’ê pîroz kir
Nûçeya Pişt re Di lêpirsîna Şaredariya Kemalpaşayê de 2 kes hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê partiyên siyasî pêşengiyê ji yekîtiya neteweyî re bikin

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li dijî êrişên li ser Rojava banga yekîtiya neteweyî kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

“Li hemberî têkoşîna domdar tu bandora şerê taybet tune ye”

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogu diyar kir ku şerê taybet ê ku çeteyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Vaye lîsteya Yekîneya Parêzvanên Sînor ên Iraqê ku PDK li dijî gerîla perwerde dike

ANF'ê lîsteya hêza PDK'ê bi dest xist ku di bin navê Yekîneya parêzvanên Sînor ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?