Barudoxî komelgey Kurdî le Qazaxistan(5)
Çendîn derfetî pêwendî baş heye be taybetî le rûy zimanîyewe çi enîstîtûwe Kurdîyekan le naw Kurdistan yan le derewe le diyaspora, Urûpa pêwendyan legelyan heye. Û ew matiryalaney ke le Urûpa bekar dên, lewîş be kar debirdirên û hêndêk matiryal xoyan lewê berhemyan hênawin bo yarmetî qutabîyekan zimanî Qazaxî û Rûsî be kar dên. Bo wêne qamûsêkyan amade kirdûwe, qamûsêkyan berhem hênawe Rûsî be Kurdî, çend hezar wişey têdaye, ew wişaney ke rojane be kar dên, ew wişaney ke debê le naw neçin. Yanî ewe core xebatêkin ke xelik lewê deyken.
Qazî: Ewendey ke cenabit lewê çawedêrît kird bê le barî zimanîyewe dyare zimanî Qazaxî zimanî sereke ye le wilateke zimanî resmî dewlete.
Sîvan Se’îd: Belam Rûsîş
Qazî: Diyare Rûsîş cêgay xoy heye. Demwîst pirsim ke tesîrî ew dû zimanane le ser Kurdîyekey wê çone? Çende mirov wişey dexîlî Rûsî yan Qazaxî ke şêwezarêke le Turkî le Kurmancî ewêda debîstirê?
Sîvan Se’îd: Carê şitêk bilêm zimanî Qazaxî zor dûre le Turkîyewe
Qazî: Wek Turkî ser be binemaley Altayî ye.
Sîvan Se’îd: Belam zor leyek dûrin, eger yekêk zor zêhnî nedatê le yek tê nagen, kabra debê xoy hogirî bo ziman hebê. Belam Kurd lewê ewaneyan ke Kurdî zor cuwan qise deken tenya legel ew Kurdîye Kurmancîyey ke min standard xwêndûme û fêrî bûm tenya çuwar wişem bîst ciyawaz bê. Ewan be mirov delên mevir, mevrê meye yanî mirovî êmeye. Wişeyekî dîkeyan heye ke zor serincrakêşe bo min delê ” Ez gilêkî ji te ra bêjm” yanî qiseyek bo to bas bikem, pêt bilêm, wa bizanim le Soranîş da hemane le wişey gileyî kirdin da belam renge tozêk nêgatîv bê. Gilêkî bi te bêjm yanî qiseyekit pê bilêm. Şitêkî dîkey ke bo min zor çawrakêşe wişey sal dexene pêş reqemekewe. Bo wêne ême delêyn salî 1937 ewan delên 1937 salî em hatin vir, salî 1937 hatîne êre. Wişey saleke dexene duway. Em sê cara hatin vir, 1937 salî hatin vir, 1944 salî.
Qazî: Ewe detuwanê tesîrî zimanî Qazaxî bê îdî.
Sîvan Se’îd: Yek wişey tirîşyan heye wextêk ke çayiyekî têdeken Kurmanc debêjê dagire yan têyke. Ew debêjn hel de, çayêy xwe hel de, heldan lay ême yanî bîxoyewe, beş ew ke çayeke tê deka ewe dellê
Qazî: Be her hal ewane ezmûnî tecrubî berêzte.
Sîvan Se’îd: Belam min be zorî ke qiseyan legel dekem be rastî hîç şitêk nabînim ke xalîs Kurdî nebê le qisekanyan da. Ewaneyan ke zimanzanin bo nimûne heyane ke zimanî xoy baş parastûwe. Belam gencekan ewane ke le lihazî fêrbûn dan hêşta car car wişey Rûsî têkelî qisekanyan deken. Wişey Rûsî û êsta wirde wirde Îngilîzî dest pê deka.
Qazî: Hestî xelik be giştî dîsan be pêy çawedêrîyekanî berêzit beranber be nîştiman çone? Ziyatir le barî zimanî û ferhengîyeweye û kardanewey ew çalakîyane ke kirawe be taybetî le wilatanî Asyay Nawîn, ziyatir agadarî barudoxî Bakûrî Kurdistanin waye, yan Başûrîş ta radeyek?
Sîvan Se’îd: Her çuwaryan rastî. Bo wêne min mirov debînim nawî kurî xoy kirdûwete Barzanî, kurekey nawî Barzanî ye leber ewey ew nawey pê xoş bûwe. Êsta ew xelkey ke min pêwendîm legelyan heye le min ziyatir agayan le Rojawa ye. Te’qîbî her xeberêk deken bizanin Rojawa çî be ser hat. Min dû hefte lewe pêş lewê bûm komelêk lew hawrêyane ke min deçim deyan bînim zor xoşin be şîdet xerîk bûn nîqaşyan dekrid hîwadarîn sitatûy xoserî Rojaway Kurdistan ew helbijardinane duwa bixa leber ewey detirsin dewletî Turkiya şitêkî xirap bika, yanî tenanet hêndêkyan nameyan denûsî bo ewê. Yanî be şîdet legel dozekey xoyan dan le her çuwarparçey Kurdistan. Çendîn zarok heye êsta nawî Jînayan lê nawin yanî be bê ewey hîç emrêk hebê, hîç şitêk hebê bilê kake wa biken. Çendîn kes hene mindalekanyan naw nawe Hevrîn. Hevrîn Xelef ke têkoşerêkî Rojawa bû û Da’şi şehîdî kirdûwe be şêweyekî hovane. Yanî ewane komelêk rayelin ke mirov hemîşe be xakî xoyewe, be kultûrî xoyewe, be jiyanî xoyewe, be struggle û xebatî xoy debestêtewe û şitêke zor zor taybetîye le ber çawî min da eger bo wêne muqareney keyn be xebatî ême le Urûpa. Le Almaniya yek dû mîlyon Kurd heye, sedhezaryan dekewne ser cade hêndêk xizmet deken Rojane ême dergîrîn be Kurd bûn lêre û şerêke legel ewe da, lewê heşt hezar kîlomîtir dûre û bo xoyan jiyanêkî tiryan heye, wez’êkî tiryan heye pêwîstîyan beweye ke lewê întîgre bibin belam legel întîgre bûnekeşyan da bîryan neçûwe ke wilatêkyan heye ke têyda rojane dergîrn bew şitanewe. Bo wêne jimarey ew sitrananey ke emin lewê le şayiyekyan da gwêm lê debê hîçî ferq nîye legel eweda eger le Bîngol le şayiyek da bûbim gwêm lêyan bûbê. Ewey ke rojane le naw Youtube û ewane da temaşay deken, ew Instagram û Face book ke gencekanyan be karî dênin hemîşe beşêkî têdaye, le jiyanî serekîyan da eweye ke ême wetenêkman heye nawî Kurdistan e û ême bo ewê ejîn.
Qazî: Emin le cêgayekda xwêndmewe wa bûwe ke xelik lewêwe çûn peywest bûn be Girîla le Bakûrî Kurdistan û tenanet hêndêk çûne Başûrî Kurdistanîş. Le ser ewe zanyarî çende heye û ewe cone?
Sîvan Se’îd: Be resmî wefdî ew xelke hatûnete Kurdistan, hatûnete Başûrî Kurdistan û amadeyiyan derbirîwe eger xizmetêk heye ême bîkeyn leber ewey fermîyetêk heye le Başûrî Kurdistan da. Metirsî nîye bo dewletî xoyan ke êwe çî eken, çunke Kurd bûn lewê memnû’ nîye. Belam beşdar bûn le siyaset da le ber ewey lewê dewleteke hêndêk hêjêmonî Rûsya,Turkiya û Çîn û ewaney le sere ewe lewê xirape belam gel be şêweyekî zor pitew peywestin be şorişewe be taybetî le Bakûrî Kurdistan û çendîn xelik lewêwe seferber kirawe çûnetewe lewê şehîdyan heye, dayke şehîd heye lewê, dayke girîla heye lewê, ewe şitêke ke seferberîyekî têda kirawe belam ewe êsta le lihazî qanûnîyewe memnû’e wekû ewe ke le Almaniya, le Siwêdîş memnû’e. Belam ewe xelkî newestandûwe ke lewê ew hawsozîyeyan hebê be şêweyekî zor ‘aqaqlane cûlawnetewe sebaret şêwey xebatî xoyan. Karêkî wayan kirdûwe ke peywest bûnyan berdewame.
Dirêjey heye…