Barudoxî Komelgey Kurdî le Qazaxistan(6)
Qazî: Ey pêwendî legel Başûr çone? Le duway helbjardin le Başûr le salî 1992 lew demîyewe têkelîyekî berdewam hebûwe yan ewey ke her car u bar serdanêk kirawe?
Sîvan Se’îd: Wekû karî bazirganî dû sê kesim dîtûwe ke bîznisman bûn, le Hewlêr û Silêmanî tecaretyan kirdûwe. Kurdekanî ewê dewlemendin û beşdarin le hendêk pirojey abûrî baş da û le layen dewletîşewe rêgepêdirawîyek heye çunke ew êtnîsîtane boyan heye kê azaye birwa îşî xoy bika. Yanî ser be êtnîkêk bûn rêy lê negritûn ke bituwanin biçne bala û naw desgay dewletewe. Wekû basim kird pêştir dozger lewê Kurde. Yan çendîn kesî be naw û deng hen le naw dewlet da, le naw tîmî serok komar da Kurdî baş heye. Min yekêk lewanim dîtûwe. Ewe way kirdûwe ke ew pêwendîyane pêwendîyekî berdewam bêt. Bo wêne min le bîrme ke mam Celal bo yekem car bû be serok komar apê Nadir çûwe Silêmanî û çûwe Bexdaş. Û ewey ke êsta zorbey le naw Kurdekanda bas deken eweye apî Nadir be mam Celalî gutûwe to Soranî ew Kurmancîye cuwane le kwê fêr bûy, ewe her bo terîx mam Celal Kurdîye Kurmancîyekey zor cuwane ke qise ekat. Mam Celal pêy wit bû kake êwe heşta le sedî êmen. Bo min girîng nîye Kurmancî fêr bibim to lew dûrewe bo Kurmancî fêr bûy bo le bîrt neçûwetewe. Ew core axaftinane heye û pêwendî heye. Her yekêk lew kesaney ke min lewê bînîm kureke xoy naw nawe Barzanî le xoşewîstî xebatî Kurdan egerçî êsta zor nêgatîv temaşay Başûrî Kurdistan dekat ew hawrêye. Mebestim eweye hemîşe pêwendîyekî rûhî be nîştimanewe heye. Mal bo ewan Kurdistane belam gileyiyan le dû şit heye, hem le partîye siyasîyekan û hem gelî Kurdîş lewê ewîş eweye ke be pêy xoyan dû şit bo ême rast dekenewe yek ewey ke Ermenîyekan ew doste başey ême nîn ke êwe ezanin çunke Ermenî êmeyan ziyatir ezîyet dawe û qir kirdûwe heta Azerîyekan.
Qazî: Dyare ême lêre basî netewekanî dîke nakeyn.
Sîvan Se’îd: Nuxtey duwemîş bêdengî kirdin û xo neban kirdin le şitêke ke pêy degutrê Kurdistana Sor û ew azar u eşkencey ke ême le şwênekanî derewey Kurdistan çêştûmane. Pêyan waye Kurdekan lew buwarane da bê xemin.
Qazî: Ême dezanîn ke le hêndêk le cimhûrîyekanî Sovyetî pêşûş, ew komaraney ke êsta serbexoyiyan heye. Le Ermenistan, le Gurcistan, le Azerbaycan û le fêdrasyonî Rûsya lewaneş Kurd hen. Pêwendî community Kurd le Qazaxistan legel Kurdekanî dîkey Sovyetî pêşû cone?
Sîvan Se’îd: Komeleyek heye lewê be nawî komeley Kurdên Qefqazya ke delêy Kurdî Qefqazya ew sê çuwareye Ermenistan, Azerbaycan, Gurcistan lanî kem beşêk le Daxistan le Rûsya da ewane bo xoyan comminuty yekin, belam Kurdên Sovyetî berê ewîş nawêkî tirî heye, belam bo xoyan hezyan lem dû wişeye nîye bexoyan bilên Kurdên Sovyetê berê. Pêyan waye ew xakey ke êsta Qefqaze xakî ewanîş bûwe çendîn hezar sal lemew ber Kurdîş lewê jiyawe be pêçewaney Qazaxistanewe ke kurdî bo bIrawe bo ewê sed sal lemew pêş ewe lewêda dîbeyt heye nazanîn çone belam nawberêkî zor heye le ber ewey ke ewane kultûryan zor zor yeke, be tenya her le yek naçê, belkû her yekêke. Dîrokyan yekêke. Emane beşêkyan birawnete ewê, beşêkîşyan lewê mawnetewe. Belam ferqeke eweye ewaney ke be zorî Êzîdî bûn le Gurcistan û Ermenistan mawnetewe, ewaneyan ke sunnî bûn birawnete ew dûre wilate, xo tenya her le Qazaxistan nîye le Bîşkek komeley Kurdî heye û Kurdî lêye le Uzbekistanê. Bîşkek pêtextî Qirqizîstane. Le QirqIzîstan û le Uzbekistan Kurd heye. Teqrîben le hemû ew wilatane kem ta zor community kurdî heye ke lew sed sale da bIrawnete ewê belam le Qazaxistan be resmî 44 hezar kes nawî xoy le tezkerekey nûsîwe min kurdim û rêgey pêdirawe belam nizîkey 200 hezar xelik hen ewey ke her kes deylêy û eger be locîkîş temaşay bikey lew sed sale da be hasanî ewende ziyadyan kirdûwe. Meselen min xelkim dîtûwe sî sal temenî bûwe pêy delên çend heb zarokên te heye, elê de yanî be sî sal eto ew hemû mindalet hebê, elêm ew hemû mindalet bo çîye, elê bila kurd zor bin. Yan kurd renge ziyatrîş bin le 200 hezar, belam ewe tenya sitatêstîkêke ke wa delê.
Qazî: Pêm xoş bû basî eweş bikey lêkolînewekanî dîke le dîpartmaneketan lemer nawçey deryay Reş ewe cone?
Sîvan Se’îd: Rastî êsta be taybetî le Çîn, akadêmyay Çînî terkîzêkî zor dexate ser area study. Ke terceme debê area study bo zimanî Çînî pêy ewitrê study of region and country yanî wIşey area study ye Englîsîyeke xirap tercume debê. Ziyatir le ser regionekan wate herêmekan îş dekrêt. Yanî area study bo xoy heqlêke, fîldêke le lêkolînewey komelayetî da. To şwênêk degrî le ser hemû layenekanî lêkolînewe dekey, nek tenya basî siyaset bikey le şwênêk da belkû hemû rehendekanî ew şwêne. Bo wêne êsta ême le herêmî deryay Reş, nawendêkî tazeye ke kirdûmanetewe ke pêwendî heye be area study yewe le heman kat da nawendî Rojhelatî Nawînîşman heye, nawendî Asyay Nawînîşman heye ewane weyekçûnyan heye, heman mêtod bekar dê bo lêkolînewe le hemûyan da. Lewê ewe beşêke le helkişanêkî gewre ke rû deda be taybetî le şerî Rûsya û Okrayn da êsta çirbûneweyekî zorî le sere. Îşeke ziyatir lewêwe dengî beriz debêtewe leber ewe min êsta lew beşeş da çalakim.
Qazî: Zor sIpas daway serkewtinit bo dekem bo ewey ke wextit dana hatîye Stêrk TV û bernamey Rawêj.
Sîvan Se’îd: zor spas.
Lêre da wutuwûj legel Dr.Seevan Saeed kotayî dê.
Dirêjey heye…