Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ragihand ku li taxa Îmrahor a Arnavûtkoy a Stenbolê 104 kesên ku li dijî hilweşandinê derketin bi êşkenceyê hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya ku li ser medyaya dîjîtal hat parvekirin de wiha hat gotin: “Tevî ku dadgehê biryara rawestandinê daye jî, 104 kesên ku ji ber li dijî hilweşandina li taxa Îmrahorê derketin bi êrîşa gaza bîberê û guleyên lastîk re tû bi rû man û hatin binçavkirin. Muwekîkên me yên binçavkirî anîn midûriyeta polîsan û rewşa hin ji waj giran e. Muwekîlên me tevahiya rojê di wesayîta binçavkirinê de hatin ragirtin û bi muameleya xerab rû bi rû man. Em qebûl nakin ku muwekîlên me bi awayekî derqanûnî bên binçavkirin û êşkence li wan were kirin. Em ê pêvajoya qanûnî dişopînin!”