Îro, 11 malbatên koçber, ku ji 73 kesan pêk tên, ji bajarên Reqa û Tebqayê gihîştin Dirbêsiyê.
Malbat ji aliyê Komîteya Awarte ya Meclîsa Bajarê Dirbêsiyê ve hatin pêşwazîkirin û li mizgeftên bajêr stargeh bo wan hat peydakirin.
Meclîsa Bajarê Dirbêsiyê bang li şêniyan û rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê bidin malbatên koçber û Mizgefta Hac Sultan wekî xalek berhevkirina alîkariyan destnîşan kir.

