În, 10 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    29’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji kampanya navneteweyî banga ji bo ‘mafê hêviyê’: Bikevin nava tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 126’an de bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em ê nehêlin ku hêviya aştiyê bê têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Oktay Kelebek re yê di greva birçîbûnê de ye şekir nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ serî li Konseya Ewropayê hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê droneyek hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > 2 şehîdên YJA Starê li Mexmûrê hatin bibîranîn
Kurdistan

2 şehîdên YJA Starê li Mexmûrê hatin bibîranîn

Li Wargeha Mexmûrê ji bo Şehîd Pîran Suweyda (Çîmen Alturk) û Şehîd Diljîn Bêlatî (Zeynep Demîroglû) ku di 1’ê Mijdara 2024’an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Pîran Suweyda (Çîmen Alturk) û Şehîd Diljîn Bêlatî (Zeynep Demîroglû) ku di 1’ê Mijdara 2024’an li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê bi kombûna xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgitinê li ser navê xelkê wargehê Hevşaredara wargehê Fatima Bîlen axivî.

Fatma Bîlen di kesayeta Şehîd Pîran û Şehîd Diljîn de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û wiha peyîvî: “Em wek gelê Kurd dizanin ku em ji pêvajoyek gelek girîng derbas dibin. Îro dewleta faşîst û hevkarê xwe di asta herî jor de tinekirina Kurdan kirine hedefa xwe. Armancên hemû hevalên şehîd yek bû. Xwedî li hebûn, keramet, xaka xwe û fikirê Rêber Apo ku îro li cîhanê belavbûyî derketine. Em li ser wê fikirê dizanin îro em hene û xwedî maf in. Her wiha li dijî wê hişmediya qirêj fikirê Rêber Apo hilbijartin û şehîd bûn. Di pêvajoya ku em îro tê de ne divê her Kurdekî welatparêz, xwedî wijdan û dibêje ez ê li ser rûmeta xwe jiyan bikim, xwedî erk û berpirsyar be. Li ser rêya van şehîdan erk û berpirsyartiya ku dikeve li ser milê me ew e ku em xwedî li xeyalên wan derbikevin.”

Her wiha li ser navê malbata Şehîd Pîran jî Bedran Pîranî axivî û destpêkê xêrhatina xelkê wargehê kir û got: “Ev ne şehîdên destpêkê ne û ne yên dawî ne ku em li vê derê bibîrtînin, me bi sedan şehîd li vêderê bibîranîne hemû jî ewladên vî gelî bûn. Heval Pîran jî ciwanek yê vê wargehê bû, di perwerdeya vê wargehê de mezin bû û gihişt wê astê ku rêxisitina xwe, Serokatiya xwe û xeta xwe ya rast nas kir. Li ser şehîdan em çi bêjin kêm e, gotin têrê nake. Her ciwanekî ku berê xwe dide çiyayên azad yan jî berxwedana li dijî dijmin, van tiştan hemûyan dixin ber çavên xwe û wisa diçin. Em dibînin îro li Rojavayê Kurdistanê û her çar aliyên Kurdistanê, şerekî pir giran heye û em di ferqa vê de ne. Wek malbat em soz didin heta dawiyê li ser xeta hemû şehîdên Kurdistanê û li ser Paradîgmaya Rêber Apo bimeşin. Ji bo vê jî em dibêjin serê malbatên me, serê Serokatiya me, serê tevahî rêhevalên wan û tevahî gelê wargehê sax be.”

Piştî axaftina mamê Şehîd Pîran, Bedran Pîranî şehadetnameya Şehîd Pîran (Çîmen Alturk) radestî dayîka wê hat kirin.

Herî dawî jî li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mamoste Hiseyîn Kara axivî. Kara di serî de sersaxî ji bo her du malbatan xwest û wiha axivî: “Wargeha Mexmûr bi şahadeta van hevalan carek din rûmeta xwe bilind kir. Heta ku gelê Mexmûr xwedî van kesayetên wisa be, wê xwedî vê rûmetê bin. Bi vê boneyê bila dijmin baş bizanibe, Mexmûr bi bedeldayînê teslîm nabe, berovajî îradeya wan wê xurt bibe û welatparêziya wan dê pêşbikeve. Li ser vê bingehê bi taybet serê malbata me ya hêja ya ku di van çil salan de di vê şoreşê de gelek bedel dane sax be, bi taybet serê rêhevalên wan yên ku îro di bin şertên herî zor û zehmet de li hemberî faşîzma dewleta Tirk di nava berxwedanek bêhempa de be sax be. Her wiha serê Rêbertiya me ya ku ev 26 sal in li hemberî hemû çewisandin û êrişan di nava berxwedanek bêhempa de ye û îro paradîgmaya wî belavî hemû cîhanê bûye û bûye hêviya hemû gelên bindest sax be. Em sebrê ji malbata hêja re dixwazin.”

Piştî axaftinan, merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 14 baroyan bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan
Nûçeya Pişt re ‘Muxatab Abdullah Ocalan e û divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê ji Akbelen heta Cûdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Viyan Soran li gelek bajaran hate bibîranîn

Ji bo Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) a ku ji bo şermezarkirina tecrîdê û komploya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mersînê piştgirî ji gelê Wanê re hate dayin

Li navçeya Akdenîz a Mersînê çalakiya nobedê ya li dijî desteserkirina şaredariyê ji 14'ê Çileyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Wê sibe 400 dîlgirtî bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

YE’yê bi pergala nû ya sînoran re rê neda ketina zêdetirî 27 hezar kesan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?