Şemî, 22 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da Erxewan Felahî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş Aktaş, Maral û Yanik banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Mehmet Gunkan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    3 meh cezayê hepsê li aktîvîsta Kurd Minîje Hoşnud hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kendava Hurmuzê ji bo derbasbûna tankerên petrolê yên Iraqê destûr hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Necmedîn Sînan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bager Andok li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Tara û Hêro di salvegera 2’emîn a şehadeta xwe de hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes serdana taziyeya Şehîdên Azadiya Kurdistanê kiri

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan banga hevrûbûn û edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziye di roja duyemîn de ye: Bi hezaran kes şehîdan bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welatiyên beşdarî sersaxiyên gerîlayan bûn: Bila êdî xwîn nerije, em aştiyê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Viyan Soran li gelek bajaran hate bibîranîn
Jin

Viyan Soran li gelek bajaran hate bibîranîn

Ji bo Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) a ku ji bo şermezarkirina tecrîdê û komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo çalakî pêk anî, li gelek bajaran merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi boneya salvegera şehadeta Viyana Soran li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriye û Beyrûtê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

Di merasîman de bal kişandin ser ruhê berxwedanê û banga mezinkirina têkoşîna azadiya jinê hate kirin.

HELEB

Kongra Star bi boneya salvegera şehadeta Viyan Soran li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê civîn li dar xist. Civîn li hola civînan a MSD`ê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û rêxistinên jinan  hat lidaraxistin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Akademiya Şehîd Hêzil a Kongra Star Zîlan Mihemed axivî. Zîlan qala jiyan û têkoşîna şehîd Viya Soran kir û got: “Şehîd Viyan di têkoşîna xwe de gelek bend û kelem şikandin û li Rojhilata Navîn bû semola têkoşîna jinan.” Civîn bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Bi heman armancê, Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê merasîmê bîranînê li dar xist. Merasîm li hola PYD’ê bi beşdariya bi dehan şêniyan hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Viyan û çalakiya wê ya fedaî hat temaşekirin. Ji rêveberên Kongra Star Nalîn Temo axivî û diyar kir ku şehîd Viyan Soran bi çalakiya xwe ya fedaî mîraseyeke têkoşîna azadiyê ji jinan re hişt. Nalîn da zanîn ku îradeya jina azad dikare planên dagirkeriyê yên li dijî jin û civakê têk bibe. Di dawiyê de nameyên şehîd Viyan Soran hatin xwendin.

ÇILAXA

Li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Çilaxa jî civînek bi amadebûna bi dehan endamên Kongra Star, saziyên sivîl, meclis û malbatên şehîdan hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtinê endama HPC’ê Sekîna Hec Mehmûd nameya şehîd Viyan Soran a ji bo jinan, Rêber Abdullah Ocalan, PKK û hevalên xwe yên YJA-Starê xwend. Piştre jî sînevîzyonek li ser rêwîtiya têkoşînê ya şehîd Viyan Soran û çalakiya wê ya fedaî hat pêşandan. Merasîm bi bezkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Meclisa Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê jî ji bo bîranîna şehîd Viyan Soran civînek li dar xist. Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevseroka Meclisa bajarê Dirbêsiyê Raziya Îbrahîm têkoşîna şehîd Viyan Soran vegot û anî ziman ku têkoşîna şehîd Viyan Soran qonaxeke girîng di civakê de bû û ev bang li jinan kir “Em jin divê şehîd Viyan Soran wekî mînak ji xwe re bigirin, rêya wê bişopînin û têkoşîna azadiya jinan mezin bikin.” Di dawiya civînê de sînevîzyonek  li ser jiyana şehîd Viyan û nameyên wê hat pêşandan.

TIL BIRAK

Meclisa Kongra Star a bajarê Til Birakê jî bi merasîmekê şehîd Viyan Soran bi bîr anî. Bi dehan jinên bajar, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî amade bûn. Piştî deqeya rêzgirtin endama Kongra Star Sîmav Etê qala têkoşîna şehîd Viyan û rola wê ya rizgarkirina jinan kir. Sîmav got: “Şehîd Viyan keçeke Kurd bû, li hemberî civaka feodal  a ku rola jinê biçûk xistibû sekinî û ji bo azadiya jinan gelek xebat da meşandin, li dijî komployên li ser tevgera rizgariya Kurdistanê  jî têkoşiya.” Di dawiyê de dirûşmên “Bê jin jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

BEYRÛT

Bi heman armancê, rêxistina PYD’ê ya Lubnanê bi amadebûna bi dehan endamên partiyê civînek li Beyrûtê li dar xist. Di civînê de berprisa PYD’ê ya li Lubnanê Rêvan Kobanê axivî. Rêvan Kobanê bal kişand ser berxwedana Bendava Tişrînê jî got: “Berxwedana li Bendava Tişrînê tê kirin şerekî leşkerî yê ji rêzê nîne, lê berdewama têkoşîna ji bo serketin û azadiyê ya bi rihê berxwedana şehîd Viyan Soran e. Îradeya gelan ji hêzên dagirker bihêztir e. Têkoşîn û berxwedan jî rêya misogerkirina serketin û rûmetê ne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinan daxwaza darizandina kujerê Hevrîn Xelef kirin
Nûçeya Pişt re QSD’ê nasnameya 9 şehîdan eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelê Kobanê beriya cejnê serdana gorên şehîdan kirin

Gelê Kobanê di êvara Cejna Qurbanê de serdana goristanên şehîdan kirin, gorên şehîdan bi mûm…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Selvî Tepe wê li Belçîkayê taziye bê danîn

Li bajarê Aalst ê Belçîkayê, ji bo bîranîna dayika şehîd û şoreşgeran Selvî Tepe di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Rêvebeiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrişên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Cenazeyê şehîd Ronîcan Şêx Dawûd li Dirbêsiyê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bi bombeyê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

SOHR: Li Sûriyeyê 237 kes ji ber teqînên mayînan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bager Andok li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?