Di dîrokê de gelek rojên ku bi kêfxweî û serfirazî tên pîrozkirin hene. 4’ê Nîsanê jî yek ji van rojan e. 4’ê Nîsanê êdî bes ne ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest xwedî wateyeke gerdûnî ye. Di 4’ê Nîsanê de Rêber Apo ji dayîk bûye. Baş e be jidayîkbûne Rêber Apo, bi xwe re çi guherîn anîne? Ev jidayîkbûyîn di heman demê de jibo gelê Kurd, ji bo jinan û ji bo ciwanan bûye vejînek. Vejîn, rewşeke nû ye; vejîn keşfeke nû ye, lêgerîneke nû ye, watedarkirineke nû ye. Heya roja îroyîn gelek pêşengên ku ji bo mirovahiyê gelek tişt kirine, çêbûne. Serhildan çêbûne, li gelek welatan şoreş pêk hatine. Însanên ku ew şopandine û bûne peyrewên wan çêbûne. Lê belê RêberApo xwe kiriye pêşengê hemû mirovahiyê; ji bo hemû irovahiyê fikiriye, hewl daye ji bo hemû mirovahiyê hin tiştan biguherîne, hewl daye pîvanên azadiyê datîne holê û di şexsê xwe de dest bi van hemûyan kiriye. Ev yek cara ewil di şexsê Rêber Apo de pêk tê. Ji ber ku di şexsê Rêber Apo de berxwedan tu caran naqede; berxwedan tim berdewam dike.
Berxwedana esas, di kesayeta însanan bi xwe de dest pê dike. Têkoşîn jî cara ewil li hemberî kesayeta însanan bi xwe dest pê dike. Di vê serdemê de însan; bi giştî jî di tevahiya dîrokê de, cîhana wan a hest û ramanî hatiye qirêjkirin, ji mirovahîbûna xwe û civakîbûna xwe hatine dûrxistin. Rastiyeke bi vî rengî heye. Li hemberî vê rastiyê nîşandana rewşa berovajî vê û xwejinûveavakirina girêdayî vê heqîqetê, xwekirina mînakeke vê yekê; girêdayî roja îroyîn mijareke sereke ye ku divê însan li ser bisekine. Li hemberî ev qasî êrîşên ku têne kirin însan dikare çawa hem li hemberî kesayeta xwe têbikoşe û hem jî li gel xwe civakê azad bike? Rêber Apo bûye mînaka vê yekê. Ji bo her kesî azadî ji hundir dest pê dike û rê û rêbazên vê yekê hene; Rêber Apo bûye nîşaneya vê yekê. Yanî li gel kesayeta roja îroyîn û koletiya heyî azadî nayê pêşxistin. Xwestek girîng e lê belê ev yek bes bi xwestekê pêk nayê. Divê însan li ser kûr bibe, bimeşe û pêş bikeve.
BES BI XWESTINÊ TU KES JI KOLETIYÊ RIZGAR NABE
Însan bes bi xwestinê nikare xwe ji koletiyê rizgar bike. Ger însan bixwaze divê kesayeteke guncavî vê yekê ava bike. Ger însan bixwaze xwe azad bike wê demê divê fikrên xwe jî nû bike. Yanî divê li hemberî pergala heyî û tiştên ku li ser însanan tên ferzkirin, bikaribe xwe azad bike. Divê însan, têkoşîneke mezin di kesayeta xwe de bide destpêkirin. Rêber Apo ji bo xwe tiştek nekiriye. Rêber Apo hemû nêzîkatiyên xwe, hemû refleksên xwe, hemû watedarkirinên xwe yanî hemû fikrên ku pêş xistine hemû caran ji bo civakê ev yek kirine. Di dîroka nêz de civaka Kurd hatibû hînkirin ku di bin dagirkeriyê de bijî; êdî gelê Kurd neçar mabû ku li gorî tiştên ku dewletê ferz dikirin, tev bigere û wisa bijî. Tişta ku di exsê Rêber Apo de derketiye holê, berovajî vê yekê ye. Nêzîkatiya, dagirkerî heye lê belê ez ê xwe li hemberî vê yekê ji nû ve ava bikim jî heye. Yanî di şexsê Rêber Apo de qebûlkirina vê ferzkirinê tune ye.
Roja îroyîn êdî hebûna gelê Kurd tê qebûlkirin. Di şexsê Rêber Apo de îradeya gelê Kurd pêş ketiye. Ji ber vê yekê rojbûna Rêber Apo, bes ne rojbûna şexsekî ye di heman demê de vejîna gelekî ye. Serhildana gelekî, zanedarbûna gelekî, beralîbûna nasnameya xwe; yanî pirsîna pirsên weke ‘’em çi ne?, em kî ne?, em çawa dijîn? û pergala ku em di nav de dijîn, pergaleke çawa ye?’’ ye. Kurdan ji xwe bawer nedikir; Rêber Apo li ser kesayeta Kurdan xwe ev lêpirsîn da destpêkirin. Di kesayeta Kurdan de xwebawrî pêş xist; berxwedanên ku di dîrokê de pêk hatine lê belê hatine çewisandin ji nû ve rakirin ser piyan û ji nû ve berxwedan pêş xist. Rêber Apo, di şexsê gelê Kurd de ev yek pêş xist. Rêber Apo, roja îroyîn jî ji bo ku nasnameya gelê Kurd bi awayekî fermî were naskirin hewleke mezin dide. Ji ber vê yekê divê roja îroyîn rast were fêmkirin. Yanî roja îroyîn, sembolek e ku wê însan xwe çawa azad bike.

