Yekşem, 28 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Aslan: Aştî tespîta maliyetên sosyolojik û hevrûbûneke bi kok divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Abbas Arakçî li Bexdayê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Abdullah Zeydan: Demokrasiya xwecihî hîmê esasî yê pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Pêşmergeyê PAK’ê li Hewlêrê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Zîlan hêza jinê ya azad nîşanî tevahiya cîhanê da’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di mitînga Wanê de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo hatin pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Beate Schwarzkopf: Divê em fikrê aştiyê bixin navenda jiyana xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo Festîvala Sakîne Cansiz amade ne: Em dengê xwe bi hev re bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Di hilbijartinan de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê zemîneke rêxistiniyê afirandin’
Rojane

‘Di hilbijartinan de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê zemîneke rêxistiniyê afirandin’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak anî ziman ku di encama hilbijartinên xwecihî de bingeha jinûve birêxistinbûnê hatiye afirandin û got, di dema pêş de pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Parlamenterê Colemêrgê û Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Komîsyona Rêxistiniyê ya Navendî Berpirsyar Vezîr Coşkûn Parlak têkildarî encamên hilbijartinê ji ANF’ê re axivî.

Vezîr Coşkûn Parlak bi bîr xist ku her kesî refleksa civakê meraq dikir û got, “8 sal in civak di nava şert û mercên gelekî giran ê zextê de bû. Em qala rejîmeke faşîst dikin ku êrîşî hemû nirxên civakê dike. Dema ku mafên demokratîk ên civakê têne desteserkirin, dawiya dawî civak li ber vê radibe. Dema ku mirov bala xwe didin ser encamên hilbijartinên 31’ê Adarê dibînin ku gelên Tirkiyeyê firsendeke bi vî rengî pêşkêşî me kir. Hem gelên Kurdistanê hem jî yên Tirkiyeyê ji bo hemû saziyên li qada siyaseta demokratîk ên ku tasfiye li wan tê ferzkirin, zemîneke jinûve rêxistinbûnê afirandin. Firsendek pêşkêş kir ji ber ku ev rejîma faşîst lawaz kir. Rewşa ku di dema pêş de divê em pê ve mijûl bibe ev e.”

Vezûr Coşkûn Parlak diyar kir ku li Kurdistanê, li Wanê desthilatdariyê xwest dest dîne ser îradeyê û got, “Hewl da vê firsendê bi kar bîne, lê belê gel li wê derê li ber rawestiya. Got, êdî hilbijartin têrê nake, eger a h ate hilbijartin îradeya min e, ez xwedî lê derdikevim. Ev yek bi çalakiyên demokratîk nîşan da. Li Wanê piştevaniyeke cidî ya civakî hebû. Li rojavayê Tirkikyeyê jî gelek partiyên siyasî û saziyên demokratîk di asteke cidî de xwedî lê derket. Ev yek nuqteyeke girîng e. Ji ber ku ji bo avakirina komareke demokratîk yek ji gavên herî girîng û xurt bû.

Eger em li pirsa destpêkê vegerin; berê ev şert û merc çênedibû, ji ber ku desthilatdariyê temamiya civakê dorpêç kiribû. Lê belê êdî desthilatdariyeke welê heye ku di polîtîkaya hundir û derve de îflas kiriye, bi polîtîkayên xwe yên aboriyê welat gihandiye ber krîzeke cidî ya aboriyê, gel xistiye rewşeke welê ku nikare nan bibe mala xwe, êrîşî jin û ciwanan dike, her roj zexteke giran li civakê dike. Êdî radeyeke civakê jî heye. Hêrsek kom bû û vê hêrsê xwe nîşan da.”

Parlamenter Vezîr Parlak anî ziman ku têkoşîna hevpar bêguman tenê bi hilbijartinan nabe û destnîşan kir ku rêbazeke ji têkoşîneke hevpar a her timî nîşan dide û got, “Di hilbijartinên giştî de di taktîkê de kêmasî hebûn. Ji ber vê yekê dijberiyeke tifaqê rû dabû. Lê belê bi têkoşîna li Wanê re gelên Tirkiyeyê û gelên Kurdistanê girîngiya vê tifaqê careke din dîtin. Lewma Tifaqa Ked û Demokrasiyê wê di rojên pêş de bernameyeke nûbûnê dîne pêşiya xwe. Pêwîstiyeke lezgîn bi vê yekê heye. Ji xwe pêvajoya siyasî ya em tê de ne jî vê yekê nîşan dide.

Bêguman tenê ev jî têrê nake, divê ev yek bê berfirehkirin. Li rojavayê Tirkiyeyê, li Kurdistanê divê hêzên alîgirê demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê li hev kom bibin. Bi hev bişêwirin. Ji ber ku di rojên pêş de nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû hene. Eger em ê pêvajoya destûra bingehîn a nû nîqaş bikin, divê kiryarên antî demokratîk, zext û binpêkirina mafên mirovan a heyî bi dawî bibe. Di serî de polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê îro li hemû girtîgehan mafên mirovan di asteke giran de têne binpêkirin. Heta ku dawî li vê zextê neyê anîn, dawî li van kiryarên antî demokratîk neyê anîn, her gava ku bê avêtin wê ji dil nebe. Em jî ji bo vê dixebitin, amadekariyên me hene. Eger wê bibe pêvajoya destûra bingehîn a demokratîk, em dibêjin ku divê saziyên demokratîk ên li Tirkiyeyê hemû li hev kom bibin. Em dibêjin ku em biçin nava gel û vê pêvajoyê bi nîqaşê bikin. Ji ber vê yekê têkoşîna hevpar ji bo gelên Tirkiyeyê û gelên Kurdistanê gelekî girîng e. Ji bo di vê mijarê de pêşengiyê bikin çi ji destê me bê em ê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 3’Ê GULANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Derhêner Koray Kesîk hate binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Qamişloyê meşa ji bo piştgiriya YPJ’ê

Ji bo piştgiriya bi YPJ'ê re li Qamişloyê meşek hate lidarxistin. Di meşê de hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Evîn Siwêd: Stratejiya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser zelal e

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve sala 7'an. Hevseroka Meclîsa Rêveber Evîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta Îmraliyê wê sibê daxuyaniyekê bide

Hate ragihandin ku Heyeta Îmraliyê ya îro bi Rêber Apo re hevdîtin kir, wê sibê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Prof. Aslan: Aştî tespîta maliyetên sosyolojik û hevrûbûneke bi kok divê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Abbas Arakçî li Bexdayê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Abdullah Zeydan: Demokrasiya xwecihî hîmê esasî yê pêvajoya aştiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?