Çarşem, 24 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li ser girtiyê nexweş ê ji Rojava lêgerînê ferz kirin û gef xwarin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafan têkildarî êrîşên GES’ê yên li Pirxûsê rapor pêşkêş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê operasyona li dijî DAÎŞ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRD: Bayram Balci nûnerê têkoşîna heqîqetê ya 35 salan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalmaz: Divê her kes beşdarî Mitînga Azadiyê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Festîvala 18’emîn a Zîlan îsal di 15’ê Hezîranê de tê lidarxistin
Jin

Festîvala 18’emîn a Zîlan îsal di 15’ê Hezîranê de tê lidarxistin

Festîvala jinan a Zîlan ku îsal cara 18'emîn tê lidarxistin, wê di 15'ê Hezîranê de li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê pêk were.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Gulan 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Jinên Kurd ên li Elmanya, Belçîka û Holandayê îsal di 18.  Festîvala Jinan a Zîlan bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) lidar dixin.

Festîvala îsal bi dirûşmeya ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve’ pêk tê û wê 15’ê Hezîranê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê were lidarxistin.

Di festîvalê de ku xwedî bernameyeke dewlemend a çand û hunerê ye, hunermend Xecê, Sîmav Huseyîn, Suna Alan, Firmêsk, Koma Zarokan a MA, Koma Folklorê ya Efganistanê, Govend, Koma Zarokên Rojê, Jinên Dengbêj wê hunera xwe pêşkêş bikin. Her wiha wê gelek qiseker jî li festîvalê peyamên xwe bidin.

Li gel bernameya çandî wê berhemên destan ên jinan jî bi standan bêne nasandin. 

Di festîvalê de wê derberê pêngava xweprastin û xwerêxistinkirinê, bandora medya dîjîtal li ser ciwanan û jin û aştiyê panel bê lidarxistin.

Her wiha wê li Festîvalê kolanek ji bo çanda Kurdî bê amadekirin û hemû motîfên Kurdî bêne nîşandan.

Wênevanên jin jî wê berhemên xwe yên li ser têkoşîna jinê bi pêşangehekê nîşan bidin.

Komîteya amadekar a festîvalê 4. civîna xwe li dar xist. Ji Komîteya Amadekar a Festîvalê Berdevaka TJK-Ewropayê Ayten Kaplan û Berdevka YJK-E’yê Kezban Dogan axivîn.

Berdevka TJK-E Ayten Kaplan bal kişand ser girîngiya festîvala îsal û got; “Weke her sal em îsal jî  dixwazin bi felsefeya jin, jiyan, azadî li qada festîvalê hêza xwe ya rêxistinî û tekoşînê bikin yek. Em ê îsal  di festîvalê de hin nûbûnan çêbikin. Hem ji aliyê çandê hem jî ji aliyê civakî ve em ê cîh bidin nêrîn cuda da ku hemû jin bikaribin ked û hunera xwe pêşkêş bikin û peyamên xwe ên siyasî bidin. Ji bo zarokan jî wê qadek bê amadekirin û zarok wê kêliyên xweş bi Koma Zarokan a MA re derbas bikin.”

Ayten Kaplan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku bi rengê xwe başdarî 18. Festîvala jinan a Zîlan bibin.

Berdevka YJK-E Kezban Dogan jî nêrînên xwe wiha anî ziman; “Amadekariyên me ber bi dawiyê ve diçin. Festîvala şehîd Zîlan hem di aliyê navê xwe hem jî ji aliyê dirûşmeya xwe ve gelek girîng e. Em bi vê festîvalê dixwazin bibin bersiva demê. Çawa 10’ê Cotmeha 2023’an di pêngava bi dirûşma ‘Azadî ji Abdullah Ocalan, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ jinan rola xwe lîst. Di pêvajoya ve festîvalê de jî em bawerin jin wê  li hemberî her cureyên  êrişan helwesta xwe raber bikin.”

Kezban Dogan bang li hemû jinan kir ku 15’ê Hezîranê qada festîvalê bi rengê xwe bi xemilînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Awazên Çiya klîba ji bo bîranîna Şehîdên Gulanê
Nûçeya Pişt re Artêşa Tirk têkildarî mirina leşkerên xwe senaryoyan amade dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye

Civaka Êzidî careke din bi rîska bêçekkirinê û lawazkirina îradeya xwe re rû bi rû…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Zap û Metînayê 3 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê ragihand ku di encama çalakiyên silavkirina 27'ê Mijdarê de 3 dagirker hatin kuştin.

Ji aliyê Stêrk TV

Endamên Malbata Şenyaşar di 8’emîn salvegera komkujiyê de hatin bibîranîn

Hacî Esvet Şenyaşar û du kurên wî yên ku di sala 2018’an de li Pirsûsê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo Kurdên ku qeyda wan a nifûsê nîne, hevdîtinên hemwelatîbûnê destpê dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Doktorê ji Kongoyê vegeriya Fransayê bi vîrûsa Ebolayê bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?