Milîsên Viyan Soran ên HBDH’ê wiha got: “23’ê Hezîranê li navçeya Tarsûs a Mêrsînê TIR’eke ku wesayît lê hatibûn barkirin, bû hedefa me. Milîsên me sala 20’an a Pêngava 1’ê Hezîranê silav kirin. Di çalakiyê de TIR û 7 wesayît şewitîn û îmha bûn.”
HBDH’ê di daxuyaniya xwe de li dijî faşîzmê peyama bilindkirina berxwedanê da û destnîşan kir ku bi ruhê Pêngava 1’ê hezîranê ew ê li dijî faşîzm û dagirkeriyê Şoreşa Yekbûyî hîn pêşdetir bibin û çok bi “dijmin” bidin tewandin.