Şemî, 6 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Acar: Ez şahida tevahiya dîroka têkoşîna siyasî ya Kurd im, dixwazim aştiyê jî bibînim!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Ahmet Tunelî 32 sal in girtî ye, cara çaremîn hat astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Konseya Ewropayê re name şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KESK’ê li ber Wezareta Edaletê banga berdana girtiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bedewî û jiyana Gundê Rizgê yê Binarê Qendîlê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera 11’emîn a Komkujiya 5’ê Hezîranê de daxwaza eşkerekirina kujeran hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê Parka Şehîd Solîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê piştgirî da banga ‘yekîtiyê’ ya Talabanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Şêx Mihemed Îshaq Feyaz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Avesta: Bi taktîkên mijûlkirinê ne pêvajoyê bi pêş ve diçe ne jî pirsgirêka 100 salî çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di meha Gulanê de 16 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîst Nadîm Mukarreb: Di salekê de herî kêm 61 jin hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AKD’ê banga ji bo 14’ê Hezîranê: Em tevlî Greva Jinan bibin, li dijî G7 dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mujde Gungor a ku hat qetilkirin li Mûşê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2’yemîn Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz serlêdan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîs Jinan a DEM Partiyê li dijî Pakêta Darazê ya 12’emîn banga têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Girtiyên nexweş di nava mirin û jiyanê de li ber xwe didin’
Rojane

‘Girtiyên nexweş di nava mirin û jiyanê de li ber xwe didin’

Hevseroka TUHAD-FED'ê Pinar Sakik destnîşan kir ku girtiyên nexweş divê tavilê bêne berdan û got, "Girtî di navbera jiyan û mirinê de li ber xwe didin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên li girtîgehên li Tirkiyeyê, astengiya li pêşiya tedawiya wan di rojeva parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê de ye. Li girtîgehan xizmeteke têrker a tenduristiyê nayê dayin, pêvajoya tedawiyê giran e û gelek girtiyên nexweş ên ku divê bêne berdan hîn nehatine berdan.

Ji ber biryarên Saziya Tipa Edlî (ATK) û Desteya Çavdêrî û Rêveberiyê (ÎGK) girtî bi hinceta raporên ‘girtî dikarin li girtîgehê bimînin’ têne ragirtin. Ji ber van biryaran gelek girtî nikarin bêne dermankirin û nexweşî jî hîn bêhtir li wan giran dike.

Piştî ku parlamenterên DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kirin, mijara girtiyên nexweş careke din kete rojevê. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê 651 ji wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê di 11 mehên destpêkê yên sala 2024’an de li girtîgehan 709 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Beşek ji van girtiyên jiyana xwe ji dest dan di nava raya giştî de nehate bihîstin, tenê ji sedî 4.5 ê bûyeran di çapemeniyê de hatin weşandin.

Di rapora sala 2023’an a ÎHD’ê de hate gotin, di çarçovey abinpêkirina mafê tenduristiyê yê li girtîgehan de herî kêm 6 hezar û 639 carna mafên mirovan hatin binpêkirin.

Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) Pinar Sakik Tekîn bal kişand ser krîza tenduristiyê ya li girtîgehan û daxuyaniyên girîng da.

‘GIRTÎ DI NAVA JIYAN Û MIRINÊ DE LI BER XWE DIDIN’

Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku li girtîgehan mafê tenduristiyê bi salan e bi rêk û pêk tê binpêkirin û got, “Li girtîgehên Tirkiyeyê krîzeke mezin a tenduristiyê heye. Girtî di nava jiyan û mirinê de li ber xwe didin Mirovên ku îro bedena wan hatiye girtin, barekî giran ê vê têkoşînê hidigirin. Divê ev mijar bi lez bikeve rojeva raya giştî. Hem biryarên siyasî yên ATK’ê hem taloqkirina înfazê, zor û zehmetiya ku girtî di nav de ne hîn giran dikin. Binpêkirina zêde û helwesta kêfî vediguherin êşkenceyê.”

‘BIRYARÊN ATK’Ê WIJDANÎ NÎNE’

Pinar Sakik Tekîn anî izman ku girtiyên nexweş bi rengekî kelepçekirî dibin nexweşxaneyê, tedawiya wan jî bi giranî nîvco tê hiştin û diyar kir ku şert û mercên girtîgehê nexweşiyan hîn giran dike.

Pinar Sakik bal kişand ser helwesta alîgir a Saziya Tipê ya Edlî û got, “Li gel raporên nexweşxaneya serbixwe dibêje ‘nabe ku li girtîgehê bê hiştin’, Saziya Tipê ya Edlî bi têgihiştina siyasî li pêşiya berdana girtiyan dibe asteng. Ev rewş binpêkirineke mezin a mafên mirovan e, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ji ber biryaran girtiyên nexweş nikarin bêne dermankirin û nexweşiyên wan hîn giran dibe. Şert û mercên jiyanê yên li wê derê nexweşiyan li wan der dike. Girtiyên ku derfetê wan ê xwarineke têrker û cihekî paqij nîne, nikarin dermanan jî bi têrkerî werbigirin û bi rêk û pêk seqî nexweşxaneyê nayên kirin.”

‘DIVÊ ROJEKE BI TENÊ JÎ DERENG NEMÎNE Û GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊNE BERDAN’

Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku hejmara girtiyên nexweş ji ya hatiye eşkerekirin gelekî zêdetir e û destnîşan kir ku ji bo hîn bêhtir mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest nedin, girtiyên nexweş divê bêne berdan. Pinar Sakik Tekîn got, “Divê rojeke bi tenê jî dereng nemîne û girtiyên nexweş bêne berdan. Ev yek hem ji bo hiqûqî hem jî ji bo wijdanî gaveke ku divê bê avêtin.”

Pinar Sakik Tekîn işaret bi girîngiya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kir ku piştî 27’ê Sibatê hate kirin û got, “Eger pêvajo ji girtîgehan destpê neke wê kêm bimîne Divê girtiyên bi nexweşiyên giran tavilê bêne berdan. Ji bo vê jî ne tenê malbatên girtiyan, civak bi temamî ji aliyê wijdanî ve berpirsyar e. Ev yek ezmûneke mirovahiyê ye. Ji bo vê divê gavên pêwîst bêne avêtin. Ji bo aştiyeke ji dil tişta ku destpêkê divê bê kirin ev e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Kan: Narkotîk beşek ji polîtîkaya şerê taybet e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêzên QSD-YPJ’ê derbên giran li çeteyan dixin

Şervanên QSD-YPJ'ê ku êrişa destpêkê ya çeteyan şikandin, ji hewa û bejahî ve derbên giran…

Ji aliyê Stêrk TV

Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî li Amedê bi merasîmekê hate birêkirin

Cenazeyê helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî ku li Swêdê jiyana xwe jid est da, li Amedê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Serketina Kobanê bi saya Masîro Xabûr û hevrêyên wî bû’

Bi hezaran destanên berxwedana Kobanê hene ku hemû bi tîpên zêrîn hatine nivîsandin. Yek ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Acar: Ez şahida tevahiya dîroka têkoşîna siyasî ya Kurd im, dixwazim aştiyê jî bibînim!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di salvegera 11’emîn a Komkujiya 5’ê Hezîranê de daxwaza eşkerekirina kujeran hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana Ahmet Tunelî 32 sal in girtî ye, cara çaremîn hat astengkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?