Sedat Atsiz (54) ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, ji ber ku “poşmanîtî” qebûl nekir di 1’ê Adarê de berdana wî 3 mehan hat taloqkirin. Piştî vê di 5’ê Hezîranê de careke din 3 mehan berdana wî hat taloqkirin.
Malbata Atsiz, di 5’ê Hezîranê de li girtîgehê geriya û rêveberiya girtîgehê ragihand ku careke din berdana wî hatiye taloqkirin. Sedema berdanê nehat ragihandin.
Malbata Atsiz jî ji ber vê neheqiyê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.