Sêşem, 17 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Qeyûm li ser Sozcu TV hate tayînkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Gava destpêkê ya divê bê avêtin vekirina deriyên Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zarokên xizan li derveyî sîstemê têne hiştin û weke hêza erzan a kar têne xebitandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Ji bo çareseriya demokratîk divê dewlet êdî gavên wêrek biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Adsoy ê ku piştî tehliye bû jiyana xwe ji dest da hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ku hate berdan bi 2 salan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dostaniya gerîla û pezkoviyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîce Yakişir a 76 salî: Bila êdî aştî bê vî welatî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Divê ji bo mirinên karkeran li Îlamê lêpirsînek zelal were kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Aştî û demokratîkbûn bi tevlîbûna jinan a li pêvajoyên biryardanê dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê di 10 mehan de zêdetirî 240 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA deklerasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir: Em ê têkoşîna jinan derxînin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Lûtkeya Kopenhagê de ji bo mafên jinan banga çalakiya kûrewî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a Jiyan wê li Londonê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar bixe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê banga azadiya girtiyên jin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Li Kolnê pêşangeha wêneyan a ‘Amara’ hate vekirin
Çand û Hûner

Li Kolnê pêşangeha wêneyan a ‘Amara’ hate vekirin

Bi armanca piştgirîdayîna pêngava azadiyê li ser hewldana Wênesaz Sînan Hezer 17 wênesaz ku piraniya wan jin û ciwan in berhemên xwe di pêşangeha bi navê "Amara" ya ku li Koln Kulturbunker hat vekirin, pêşandan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Pêşangeha Amara ku 17 wênesaz bi berhemên xwe yên li bajarê Elmanya Kolnê beşdar bûn, danê êvarê hat vekirin. Pêşangeha ku ji bo piştgiriya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” hate vekirin, wê heta roja Yekşemê ji huner hezan re vekirî bimîne.

 

Di pêşangeha li Kulturbunker a Kolnê hat vekirin de, hejmara zêde ya wênesazên jin û ciwan bal kişand.

Di pêşangehê de berhemên Sînan Hezer, Asli Fîlîz, Sarya Nûrcan Kaya, Amele, Hogir Ar, Ribwar Parwizi, Hamît Aydin, Serdar Mûtlû, Gulîstan Guntekîn, Mûrad Îpek, Vîale Demîr, Îlos Îlyas Elîas Kırkan, Besna Acu, Bêrîvan Îbin û Ayten Kaplan hatin nîşandan.

Di çalakiyê de Koma Violine Trio ya Kolnê konsereke muzîkê ya klasîk pêşkêş kir. Konser rastî eleqeyek mezin hat.

HOGIR AR: HUNERMENDÊN KURD CIHÊ XWE DI NAVA BERXWEDANÊ DE DIGIRIN

Wênesaz Hogir Ar, ku bi du berhemên xwe beşdarî pêşangehê bû wiha got, “Me xwest nîşan bidin ku hunermendên Kurd cihê xwe di nava berxwedana Kurdan de digirin û bi van hestan hunera xwe pêk bînin. Em wiha difikirin: Dema Rêbertî û hemû hevrêyên li zindanê azad bibin, em jî wê demê dikarin azad bibin.”

Wênesaz Vanessa yê ji Kamboçyayê ku beşdarî vekirina pêşangehê bû got, “Ez Kurdan nas dikim. Ez piştgiriyê didim têkoşîna wan. Ya ku herî zêde bala min kişand di vê pêşangehê de peyamên ku wênesazên jin bi rêya xêzkirinên xwe dane.”

ASLI FÎLÎZ: MIN ÇAND Û ZIMANÊ JINÊ DERXIST PÊŞ

Wênesaz Asli Fîlîz jî got, “Ez serbilind û kêfxweş im ku li vir im. Ji ber ku di vê pêşangehê de Sînan Hezer em hemû anîn cem hev, ez spasiyên xwe pêşkêş dikim. Min hewl da di tabloyên xwe de jin, çand û ziman raxim ber çavan. Bi vî rengî min xwest Amarayê nîşan bidim. Di tabloyên xwe de min xwest bibêjim, ‘eger tu dixwazî ziman û çandê zindî bihêle, divê tu jinê zindî bihêle’.”

SÎNAN HEZER: EM LI AMARAYÊ HATIN BA HEV

Wênesaz Sînan Hezer, ji bo ku pêşangeha Amara pêk were nêzî 3 mehan kedeke mezin da û wênesaz anî cem hev. Di pêşangehê de wêneyên Hezer jî tên pêşandan.

Wênesaz Hezer di axaftina xwe ya vekirina pêşangehê de wiha got, “Me tecrîda li ser Rêbertî nirxand û di vê mijarê de em li Amarayê kom bûn. Dilê me li Amarayê lê dide. Amara ji bo me cihekî welê ye ku bûye sembola civakîbûn, azadî û hebûna me. Ji bo me gelekî girîng û watedar e ku 17 wênesazên ku piraniya wan ciwan in di projeyeke bi vî rengî de li hev bicivin û bibin wijdanekî ku bi hev re lê didin.”

Pêşangeha wêneyan a Amara wê rojên Şemî û Yekşemê ji saet 13:00 heta 18:00 vekirî be.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOLN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KNK: Cejna Qurbanê li gelê me û hemû alema Îslamê pîroz be!
Nûçeya Pişt re ‘Em ê bi gelê xwe re jîngehê ji nû ve şîn bikin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hewlêrê qeyrana benzînê

Pênc rojin li Hewlêrê ji ber qeyrana benzînê ajokdar demek dirêj di sireyên benzînxaneyan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Paolo Ferrero: Azadiya Abdullah Ocalan êdî mecbûriye

Paolo Ferrero, Abdullah Ocalan weke fîlozofekî li seranserî cîhanê pênase kir û anî ziman ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji MKG’ê rapora Cotmehê: Zexta li dijî rojnamevanan didome

MKG’ê ragihand ku di meha Cotmehê de 6 rojnamevan hatine binçavkirin, gef li 5 rojnamevanan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?