Yekşem, 18 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Li dijî asîmîlasyonê ciwan li dora Arînê dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Daxuyaniya Uçum dîmenekî welê nîşan dide desthilatdarî naxwaze PKK dest ji çekan berde’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRW: Redkirina tevlîbûna YPJ’ê ji bo artêşê beşdariya jinan sînordar dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li dijî pirsgirêkên civakî banga yekîtiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş Yildirim, Adsiz û Bayram bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kira Legerhausen: Di karên Jineolojiyê de em derbasî pêvajoya avakirinê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ronda Tayfûr: Jineolojî dike ku em ji paceyên cuda li pirsgirêkan binihêrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê: Divê Jineolojî bi zimanê civakê biaxive 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aze Ronecan: Jineolojî li min da lêpirsînkirin ku ez dixwazin civakekî çawa ava bikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Kaplan: Jineolojî dihêle ku jin bi dîrok û nasnameya xwe bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojî: Civaka komînal wê bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Dewleta Tirk ji bo êriş bike hincetan diafirîne’
Rojava

‘Dewleta Tirk ji bo êriş bike hincetan diafirîne’

Hevseroka Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku ew karên ji bo hilbijartinên şaredariyan dewam dikin û ragihand, Tirkiye ji sala 2014'an û vir ve êriş dike û her carê jî bahaneyeke nû hildiberîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevseroka Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind Rûken Mele Îbrahîm têkildarî hilbijartinên şaredariyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne kirin ji ANF’ê re axivî. Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku li nava sînorên Sûriyeyê wê yekemcar hilbijartineke demokratîk bê kirin, ev yek jî şertê Hevpeymana Civakî ye ku sala 2023’an hate ragihandin û got, “Hevpeymana Civakî ferz dike ku hevşaredar û meclîsên şaredariyan ji aliyê gel ve bêne hilbijartin. Weke Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind me dest bi amadekariya vê kirin û di 28’ê Adarê de ragihandin ku wê hilbijartinên şaredariyan bêne kirin. Li ser vê yekê hem dewleta Tirk hem jî hikumeta Şamê îdîa kirin ku bi van hilbijartinan em dixwazin Sûriyeyê parçe bikin. Hilbijartina ku wê gel ji bo xizmetê rêveberiyên xwe hilbijêre, ti eleqeya xwe bi parçekirina Sûriyeyê re nîne. Helwest û daxuyaniyên Rêveberiya Xweser ên di vê der barê de li holê ne; me destnîşan kir ku em parçeyek ji Sûriyeyê ne, krîza Sûriyeyê jî tenê bi diyalogê dikare bê çareserkirin. Yên ku Sûriye parçe dikin ji xwe eşkere ne. Cerablûs, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî ji aliyê kê ve hatine dagirkirin? Wan Sûriye parçe kirine. Em parçeyek ji Sûriyeyê ne û eger hikumeta Şamê qebûl bike ku bi Rêveberiya Xweser re diyalogê bike, Rêveberiya Xweser ji vê re her tim amade ye.”

KÊMASIYÊN QANÛNÎ Û PRATÎKÎ JI HOLÊ HATIN RAKIRIN

Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku ji ber amadekariyan û dema pêwîst a propagandayê hilbijartin ji 30’ê Gulanê taloqî 11’ê Hezîranê û herî dawî jî ji bo 8’ê Tebaxê hate taloqkirin û ragihand ku Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind di nava vê pêvajoyê de kêmasiyên têkildarî qeyda hilbijêran çareser kir. Rûken Mele Îbrahîm got, “Niha li ser qertên hilbijêran ên ku me belav kirine navê kesan heye. Di nava vê pêvajoyê de ev qert bi rengekî elektronîk têne qeydkirin. Bi vî rengî wê afirandina gelek qertan ên hilbijêran bê astengkirin.”

YEK LÎSTE Û YEK RENG NÎNE

Rûken Mele Îbrahîm anî ziman ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê hejmara partiyan zêde bûye û got, “Lîsteya ji 22 partiyan, lîsteyeke din ji 5 partiyan û 270 namzetên serbixwe hene. Bi vê hilbijartinê re wê rengê Sûriyeyê hemû bê diyarkirin. Li Sûriyeyê hilbijartinên beriya niha tenê bi yek lîsteyê dihate kirin. Niha hemû bi beşdariya fikir û gelên Sûriyeyê hemû wê hilbijartin pêk were.”

DEWLETA TIRK HINCETAN JI XWE RE DIAFIRÎNE

Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku ji sala 2014’an û vir ve êrişên dewleta Tirk nesekinîne û got, “Dewleteke dagirker e. Ti carî qebûl nekir ku cîranên xwe di nava sîstemeke demokratîk de be. Ditirse ku dema sîstema me kete meriyetê û Sûriyeyeke demokratîk ava bû wê bandorê li Rojhilata Navîn û hemû dewletên herêmê bike. Ti dîktator naxwaze li dora xwe sîstemeke demokratîk hebe. Dewleta Tirk ji ber vê yekê niha li ber hilbijartinên şaredariyan radibe. Dewleta Tirk dibêje, hilbijartin wê bandoreke neyînî lê bike. Ev rast nîne. Çi bandora hilbijartinên rêveberiyên herêmî li ser dewleta Tirk dikare hebe? Li her devera cîhanê hilbijartinên rêveberiyên herêmî têne kirin û bandorê li ti welatekî din nake. Me xwe ji Sûriyeyê qut nekirine. Berevajî ji bo xizmeteke hîn baştir bikin ev yek rewşeke pêwîst e. Ji xwe dewleta Tirk her tim xwedî hincetekê ye. Di vir de pirsgirêk hilbijartin nîne. Dewleta Tirk ji destpêkê ve bi rengekî eşkere dibêje ku wê sîstema Rêveberiya Xweser qebûl neke. Berê jî timî êriş dikir, beriya niha êriş bir ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Wê demê hilbijartin hebû? Ji ber vê yekê em bi salan e li aliyekî li hemberî êrişên dewleta Tirk têdikoşin, li aliyê din jî xizmetê ji gelê xwe re dikin. Jİ niha û pê ve jî em ê karê xwe bi heman rengî dewam bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sabrî Ok: Rojeva me ya bingehîn divê Rêbertî be
Nûçeya Pişt re Cenazeyên 2 kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD’ê nasnameya 3 şervanên şehîd bûne eşkere kir

QSD’ê nasnameya 3 şervanên ku li Hesekê şehîd bûne eşkere kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Îlham Ehmed: Têkildarî bûyerên li Kobanê komîsyona lêpirsînê hate avakirin

Îlham Ehmed ragihand ku têkildarî bûyerên dawî yên li Kobanê, bi taybetî bûyera li girtîgehê…

Ji aliyê Stêrk TV

Gunduz: Divê dewlet perwerdeya zimanê dayikê mîsoger bike

Sekreterê Şaxa Egîtîm-Senê ya Amedê Sînan Gunduz, destnîşan kir ku divê ji bo perwerdeya zimanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Herêma Cizîrê êrîşa li dijî pakrewangehan şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şehîd Zehra li Hesekê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê operasyonek da destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bîranîna 26 şehîdan bi dawî bû: Şehîd rûmeta gelan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?