Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ên şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih û Geverê-/Colemêrgê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li qadan berdewam kirin.
AMED
Xizmên windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” ku di 31’ê Çileya 2009’an de dabûn destpêkirin, di hefteya 802’an de berdewam kir. Xizmên windayan dîsa li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu kom bûn û wêneyên windayan rêz kirin. Endamê Komisyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Omer Saman, ewil kesên di şewata li Şemrex û Xana Axparê de şewitîn bibîr anî û wiha got: “Platforma Parastina Bajar rapora xwe aşkere kir. Divê bi lez zerara welatiyan bê dayîn.”
Rêveberê ÎHD’ê Firat akdenîz piştre çîroka xwişk û bira Mumine (17) û Tayyibe (23) Sincar ên di 27’ê Hezîrana 1994’an de li Mahsertê ya Mêrdînê hatin windakirin xwendin.
ÊLIH
Li Êlihê jî şaxa ÎHD’ê û Xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 638’an de li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê çalakiya xwe berdewam kirin. Li vir jî pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan hildan. Gelek nûnerên rêxistinên sivîl û civakî amade bûn. Li vir jî kesên di şewata Şemrex û Xana Akparê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Rêveberê ÎHD’ê Rezan Baytar çîroka Mehmet Sıddık Oncu ku di 8’ê tîrmeha 1993’an de hatibû qetilkirin xwend.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û belav bûn.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan li Kolana Hunerê a navçeya Gever a Colemêrgê hatin cem hev. Xizmên windayan, Dayikên Aştiyê, rêveberên Rêxistina DEM Partî û DBP’ê yên Geverê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” û “Winda li ku ne?” pankart û wêneyên kesên ku ji aliyê kesên nediyar ve hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin.
Vê hefteyê li faîlên Velat Şedal ê 10 salî ku di dema qedexeya derketina derve de di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest da hat pirsîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Musa Bor ve hat xwendin.