Di daxuyaniya Milîsên Şehîd Helmet Gabar (Diyar Xerîb) ên HBDH’ê de hate ragihandin ku 26’ê Hezîranê saet di 13:00 de bi rêbazeke taybet agir berdan febrîqeyeke li Gebzeyê. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di encama çalakiyê de xisareke madî ya giran li febrîqeyê bû.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li dijî şerê îmha û qirkirinê yên li ser gelê Kurd tê meşandin, ew ê li metropolan hesab ji dewleta Tirk a faşîst û dagirker bipirsin.