Komeke zanyarên ji Zanîngeha Cardiffê da zanîn ku wan têkildarî hebûna jiyana pirşaneyî ya beriya 2,1 milyar salî delîl bi dest xistine. Li gorî zanyaran bermahiyên li herêmê di behreke hundirîn de ne û tê ragihandin ku li vir jiyan belav nebûye û piştre tune bûye.
Li gorî zanyaran jiyana komplîke beriya 635 milyon salan destpê kiriye. Ger were îspatkirin ku jiyan beriya 2,1 milyon salî pêş ketiye, wê ev yek hemû teoriyên heya roja îroyîn pûç bike.
Yekem îspata têkildarî jiyana komplîke ji ya ku tê zanîn kevintir e, deh salan beriya niha bi dîtina fosîleke bi navê Francevillianê kete rojevê. Prof Chi Fru û hempîşeyên wî diyar kiribûn ku fosîla navborî dikare ‘’bilive.’’ Lê belê peydên wê demî ji aliyê hemû zanyaran ve nehate pejirandin.