Hevserokê mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê Îsmaîl Delef ji ANF’ê re qala komkujiya Şnegalê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir, ”Rojên ku tê de ferman li ser gelê me hatiye pêkanîn, rojên ku di dîrokê de cih girtine û bi êş û azar in. Ti carî di dîrokê de komkujiyên mîna Fermana 73’yan ne qewimîne. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de li ser gelê Êzîdî hate pêkanîn. Ev ferman ji berê ve ji bo tunekirina civaka Êzidî, hatibû plankirin. Ji ber di dema ku DAÎŞ ji Reqa û Tebqayê berê xwe da Şengalê Koalîsyona navnetewî di vir de cih digirt, gelo wan hêzan ma nedikarîn pêşî li DAÎŞ’ê bigirin. Lê ew jî ji ber berjewendiyên dewletên navneteweyî li hember vê bûyerê bê deng man. Êrîşên ku li ser Şengalê hatin kirin Jenoside bû, ev yek armanca dewleta Tirk bû.”
Îsmaîl Delef di dewama axaftina xwe de wiha got, ”Şengal cihek startejîke ji bo Kurdistanê û civaka Êzîdî civakek wisa bi îrade bû ku 72’fermanan nekarîn vî gelî tune bikin. Civaka Êzîdî weke netew û ol hertim tê hedefgirtin. Ev armanc heta astekî pêk hat ew jî bi rêya hin herêmên ku cîranê Şengalê bûn ku rê û rêbaz nîşanî wan çeteyan dan. Her wiha hêza ku qaşo Şengal diparast jî, Şengal hişt û çû. Nêzî 6.300 kes piraniya wan jin hatin revandin, û gelek gorên giştî hatin derxistin, bi saxî însan bin ax kirin, jinên Şengalê hatin tecewuz kirin, şewtandin û qetil kirin û firotin. Ew plana ku hatibû danîn gelê Şengal bi xwe jî li ser şiyar bû, civaka Şengalê ji wan pêşmergeyan re gotin çekên xwe bihêlin û birevin emê bi xwe parastina xwe bikin lê ew jî nekirin, tevî hemû çekên xwe revîyan. Û yek şehîd jî ji bo Şengalê neda û bi hiceta ku DAÎŞ hêzeke zêdeyî enerjîya me ye, ev gel û Şengal hiştin û revîyan. Û gel di nav wê hêza tarî de hiştin.”
Îsmaîl anî ziman ku dixwestin Rojava dorpêç bikin û wiha got, ”Plana wan a dorpêçkirina Rojava hebû û ji xwe Başûrê Kurdistan heta astekê hatiye dorpêçkirin, li ser wê esasê dixwestin civaka Êzîdî û hemû Kurdan ji hev qut bikin. Ji ber di aliyê aborî de Şengal herêmek dewlemende.
Di rizgarkirina Şengalê de bi hezaran şehîd hatin dayîn ew jî zarokên Êzîdxanê bûn, Şengal bi wê kedê hate rizgarkirin û niha êdî gelê Şengal vedigere cih û warê xwe. Di vir de em bangawaziya wan dikin ku vegerin welatê xwe ji ber ewin ê ku welatê we biparêzin û lê xwedî derkevin. Weke civaka Êzîdî li Rojavayê Kurdistanê ji despêka ku ferman li ser Şengal dan meşandin bi sedan ciwanên Êzîdî yên Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Şengalê û di rizgarkirina Şengal û parastina wê de cih girtin.”