Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiyê ya Karkeran (ÎSÎG) rapora cînayetên kar a meha Tîrmehê eşkere kir.
Li gorî raporê meha Tîrmehê li Tirkiyeyê 144 karkeran li ser kar jiyana xwe ji dest dan.
Di raporê de sedema mirina karkeran ji sedî 23 qezayên trafîkê, ji sedî 19 hatine perçiqandin û di bin hezazê de mane û ji sedî 13 jî ketina ji bilindahiyê ve hatine tomarkirin.
Di raporê de hat gotin ku ji karkerên ku mirin e, 134 karker mêr in û 10 karker jî jin in.