Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hêzên dewleta Îranê Saman Mîrzayî yê ji gundê Serhewya yê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê revandin.
Hate ragihandin ku Saman Mîrzayî bêyî biryara dadgehê hatiye revandin û aqûbeta wî nayê zanîn.
Her wiha agahî ji malbatê re jî nehate dayin.