Tevgera Azadiya Kurd di 15’ê Tebaxa 1984’an de çalakiyên çekdarî yên destpêkê lidar xistin û ev yek di dîroka têkoşîna azadiya Kurd de xwedî girîngiyeke pir mezin e. Ev çalakî ne tenê destpêka têkoşîna çekdarî bû, di heman demê de dihat wateya avakirina jinûve ya ruhê berxwedanê jî. Ev çalakiyên destpêkê yên ku bi lîdertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin plankirin, bi pêşengiya Fermandarê Şehîd Egîd hatin lidarxistin. Piştî 40 salên derbas bûyî, têkildarî wate û girîngiya vê kêliya dîrokî û bandora vê yekê ya li ser gelê Kurd, em bi siyasetmedar Muharrem Aral ê ku şahidê wê demê ye re axivîn.
Siyasetmedar Muharrem Aral diyar kir ku çalakiyên çekdarî yên ku Tevgera Azadiya Kurd 15’ê Tebaxa 1984’an li Eruh û Şemzînanê lidar xistin, ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got: “Mêtingeriya Tirk a qirker û faşîst demek dirêje li ser gelê Kurd polîtîkayeke qirkirinê dimeşîne. Di dema Osmanî de hin serhildan çêbûn, lê belê ji ber ku ev serhildan ne encama têkoşîneke rêxistinkirî bûn, bandoreke mayînde nekarîn biafirînin.”
Aral destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotina ‘Kurdistan mêtingeh e’ gel rêxistin kir û ev yek xwedî girîngiyeke dîrokî ye û wiha got: “Rêxistinbûna gel a bi pêşengiya Rêbertî pêş ketî, cesaret da gelê Kurd. Di encama vê rêxistinbûnê de dewleta Tirk a faşîst derbeya 1980’an pêk anî û zindan bi gelê Kurd ê berxwedêr tejî bûn. Di dema berxwedana zindanan de hevrê Mazlum Dogan jî yek ji sembola vê berxwedanê ye.”
‘PARADÎGMAYA RÊBERTÎ ZINDÎ BÛ’
Muharrem Aral ê ku di sala 1983’yan de li Geliyê Bekayê bû, got ku di wê demê de gelek şervanên azadiyê ji bo vê têkoşîna çekdarî hem perwerdeya leşkerî hem jî siyasî wergirtin. Aral wiha pêde çû: “Wê demê Rêbertî destnîşan kir ku bi destpêkirina têkoşîna çekdarî re NATO wê mudaxile bike. Wisa jî çêbû. Bi vê têkoşîna bi pêşengiya Heval Egîd destpê kirî re, NATO’yê her cure alîkariya leşkerî û madî da dewleta Tirk a faşîst.
Piştî Pêngava 15’ê Tebaxê li gelek bajarên mezin ên Tirkiyeyê kedkaran dixwestin tevlî têkoşîna azadiyê bibin. Sedemê vê yê herî girîng jî ew bû ku paradîgmaya Rêbertiya me zindî bû. Ji bo gelê me tişta herî girîng, xwerêxistinkirin bû. Em neçarin di aliyê bedenî û zihnî de li dijî van êrîşan xwe rêxistin bikin û pêş bikin, ji ber ku dijmin ji her aliyê ve êrîşî me dike. Divê em îdeolojî û rastiya Rêbertî tam fêm bikin. Ev çalakî tenê ne pêngaveke leşkerî, di heman demê de di ruhê kolektîf ê gel de hişyarbûnek bû. Ev hişyarbûn veguherî yek ji kevirên bingehîn ê zanebûna neteweyî ya Kurdan.”
‘TEVGERA AZADIYÊ NE TENÊ TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ, TÊKOŞÎNA NASNAMEYÊ JÎ DA’
Aral ragihand ku piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê ku di sala 1980’an de li Tirkiyeyê pêk hat, rewşa siyasî ya li welêt pir tengezar bû û ev tişt bilêv kir: “Bandora rejîma zextkar li ser her beşê civakê şopên kûr hişt. Di wê demê gelek Kurd neçar man ku koçî Ewropayê bikin. Lê belê ji bo Kurdan li Ewropayê jî têkoşîna parastina nasnameya xwe, pir girîng bû.
Bi pêngava ku Tevgera Azadiya Kurd 15’ê Tebaxa 1984’an pêk anî re hem li Kurdistanê hem jî li Ewropayê gelek ciwanan xwestin beşdarî tevgera azadiyê bibin. Di vê demê de rolê Tevgera Azadiya Kurd tenê bi têkoşîna çekdarî re sînordar nema; di heman demê de weke tevgereke ku parastina mafên çandî û siyasî yên Kurdan armanc dike jî, şêwe girt.
Bi vî rengî Tevgera Azadiya Kurd ne tenê têkoşîna çekdarî ya gelê Kurd, di heman demê de têkoşîna parastina ziman, çand û nasnameyê jî meşand. Ev rewş li hemberî rejîma zextkar a wê demê, bû baweriya herî mezin a gelê Kurd.”
Muharrem Aral qala zextên dewletê yên di wê demê de jî kir û got: “Îro di sala 2024’an de jî heman rewş mijara gotinê ye. Li Başûrê Kurdistanê gundên me tên valekirin û çeteyên DAÎŞ’ê lê tên bicihkirin. Li Kurdistanê ti dever nemaye ku dewleta Tirk a faşîst, êrîş lê pêk neaniye.”
‘JIN BÛN PÊŞENGÊN BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ’
Aral îşaret bi rolê jinên Kurd a di têkoşîna berxwedan û azadiyê de kir û wiha pêde çû: “Têkoşîna bingehîn a tevgera me, têkoşîna jinê ye. Hevrêya me Sakîne Cansiz (Sara) li zindana Amedê bi lehengî li ber xwe da. Ew yek ji mînakên herî bedew a vê têkoşînê ye. Jin tenê weke şervan na, di heman demê de bingehên îdeolojiya tevgerê jî xurt kirin. Tevgera jinan di roja me de hîna, ji hemû cîhanê re dibe mînak û ji her devera cîhanê tevlîbûna hevrêyên enternasyonalîst pêk tîne. Gelek şehîdên me yên jin û hîna jî hevrêyên me yên jin ên ku şer dikin, hene. Rêbertiya me dibêje ku sedsala 21’an wê bibe sedsala şoreşa jinê.”
‘ME BI CIWANTÎ DESTPÊ KIR, EM Ê BI CIWANTÎ BI SER BIKEVIN’
Muharrem Aral herî dawî destnîşan kir ku gelê Kurd divê rêxistinbûn, xweperwerdekirin û xweparastinê pêş bixe û got: “Em di demeke welê de ne ku têkoşîn ji her demê girîngtir e. Lê belê divê em tenê vê têkoşînê di aliyê leşkerî de na, di aliyê çandî, siyasî û civakî de jî xurt bikin. Berxwedan û têkoşîna rêxistinkirî, wê azadiya me bîne. Mîna Rêbertiya me gotî, ‘Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin’.”