Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîrozbahî hatin lidarxistin.
REQA
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqayê bi diruşma ˊBi rihê 15ˊê Tebaxê em ê azadiya Rêber Apo misoger bikinˊ bi beşdariya xelkê kantona Reqa, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, meclis û Partiya Sûriya Pêşerojê çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Feyroz Xelîl axivî û got: “Pêngava 15ˊê Tebaxê, pêngava rizgarkirina gelên bindest e, di serî de gelê Kurd e. Ji lew re dijmin nikare azadî û nasnameya me biçewisîne û vîna me têk bibe. Ji ber ku şoreşa pêngavê hîna dewam dike.”
Her wiha koma Şehîd Avêsta şanoyek li ser tirsa dagirkeriya Tirk ji hêzên gerîla û fedakariyên hêzên gerîla di oxira azadiyê de û azadiya Kurdistanê de bi dest xistine, pêşkêş kir. çalakî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.
HESEKÊ
Li bajarê Hesekê bi heman boneyê şahî li Parka Serdem bi beşdariya xelkê Hesekê, Şedadê û Holê hat lidarxistin.
Di şahiyê de endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Şervan Zîlan axivî û got: “Tevgera azadiyê bi ciwanên şoreşger dest pê kir û bi şehadeta Hakî Kerar ev tevger hat damezrandin. Bi berxwdana girtîgeha Amedî hêzên me hatin avakirin. Di 15ˊê Tebaxê de fîşeka yekemîn hat avêtin û bi wê re têkoşîna çekdarî li dijî dagirkeriya Tirk hat îlankirin.”
Şervan Zîlan wiha domand: “Pêngava 15ˊê Tebaxê ji bo Kurdan roja vejînê bû. Ji wê dîrokê ve gelê Kurd ji bo azadiya xwe têdikoşe. Fîşeka yekemîn ku şehîd Egîd avêtiye Kurd şiyar kir û îro sekna me ya li vir, berhema wê ye û şervanên azadiyê berhema wê ne.”
Dûre komên hunerî stranên xwe pêşkêş kirin. Di şahiyê de ev kom beşdar bûn; koma şehîd Zelal a stranan, koma Şehîd Hogir. Her wiha helbestvan Ferhad Merdê helbestên gotin.
Şahî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.
QAMŞLO
Şêniyên Qamişlo bi coş û tevlîbûneke xurt salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.
Şahiya pîrozbahiyê li Parka Azadiyê ya bajarê Qamişlo li dar ket.
Ji bo bîranîna şehîdên şoreşê piştî ku daqeyek rêz hat giritin, bernameya pîrozbahiyê dest pê kir. Di çarçoveya bernameyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a der barê Pêngava 15ˊê Tebaxê de bi sînevîzyonekê hat pêşkêşkirin. Komên mûzîkê girêdayî TEV-ÇAND’ê (Koma Serhad, Koma Serdem û Koma Botan) hunermend Sîpan Xelat û hunermed Sumeya Mihemed stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Di pîrozbahiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, alên KCK’ê hatin bilindkirin.
Girseya pîrozbahiyê gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bi Can bi Xwîn Em bi te re ne Ey Serok” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê heya derengiya şevê dom kir.
DIRBÊSIYÊ
Xelkê Dirbêsiyê, endamên saziyên sivîl, meclis, Kongra Star û tevgerên jinan li Parka Şehîd Zevîn a bajêr şahî li dar xist.
Di şahiyê de endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a şaxê Diribêsiyê Raziye Îbrahîm axivî û got: “Fîşeka yekemîn şehîd û fermandar Mahsûm Korkmaz avêt û bi wê re xewna têkbirina gelê Kurd bi dawî kir. Şoreşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewama Pêngava 15ˊê Tebaxê ye.”
Di şahiyê de hunermend Nesrîn Botan stranên şoreşgerî gotin û dîlan li ber hatin gerandin.
TIL TEMIR Û ZIRGAN
Xelkê bajarên Til Temir û Zirganê bi çalakiyekê li parka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê bi boneya Pêngava 15ˊê Tebaxê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de xelkê her du bajaran bi tevahî pêkhateyên xwe bi cil û bergên xwe beşdar bûn.
Her wiha nûnerên ji partiyên siyasî, hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Hêzên Meclisa Parastina Xabûr ya Asûrî beşdar bûn.
Di şahiyê de endamê rêveber ê Meclisa Bajarê Til Temirê Azad Ararat axivî û got: “Pêngava 15ˊê Tebaxê keyaseta Kurd a demokrat ku niha nûnertiya azadiya tevahî gelan dike aşkera kir. her wiha jinan azad aşkera kir. Berhema wê jî hêzên YPG û YPJˊê ne. Pêngav ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zemînek bû.”
Ararat wiha domand: “Bi rihê şehîd Egîd, Arîn û Avesta em ê destkeftiyên vê şoreşê biparêzin. Şoreşa me hîna negihîştiye dawiyê, ji me gelek parastin û perwerde tê xwestin.”
Şahî bi pêşkêşkirina stranên şoreşgerî û gerandina dîlanan bi dawî bû.
TIRBESPIYÊ
Li bajarê Tirbespiyê şahî li parka Rêber Abdullah Ocalan a rojhilatê bajêr li dar ket. Tê de bi navê Însiyatîfa Gel Welat Ehmed salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.
Piştre komên hunerî berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin û şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.
ÇILAXA
Li Parka Jin a Çilaxa, bi beşdariya xelkê Çilaxa, rûspiyên eşîran, nûnerên ji partiyên siyasî, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî, meclisa bajêr, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star şahiya Pêngava 15ˊê Tebaxê hat pîrozkirin.
Di şahiyê de hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebduselam Ebas axivî û got: “Pêngava 15ˊê Tebaxê ji bo gelê Kurd rojeke nû bû. Ji ber ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve dihat înkarkirin û qirkirin.”
Ebas wiha domand: “Em ê bi rihê Berxwedana 14ˊê Tîrmehê û 15ˊê Tebaxê li hember planên li dijî me û Rêberê me tên meşandin bisekinin, serkeftinê û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin.”
Dûre hunermend Heysem û koma Ribû El Cizîre ya ji Til Koçer stranên şoreşgerî pêşkêş kirin û xelkê dîlan gerandin.
DÊRIK
Bi sedan xelkê bajarê Dêrik, bajarokên Berav û Koçberiya 15ˊê Tebaxê li Parka Dicle ya Dêrikê pîroz kir.
Di şahiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sûad Mistefa axivî û got: “Biratiya gelan, jiyana hevbeş û pêkanîna aştiyê bi saya Pêngava 15ˊê Tebaxê û saya têkoşîna tevahî şehîdên rizgariya Kurdistanê ye.”
Sûad wiha domand: “Şehîd Egîd fîşeka yekemîn li dijî dagirkeriyê avêt û rê li ber mirovahiyê û têkoşîna li dijî helandina netewe û pêkhateyan vekir.”
Di şahiyê de koma Şehîd Xebat Dêrik a ji Tirbespiyê û koma Alefteriya ya ji Dêrikê stranên şoreşgerî gotin.
Şahî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.
KOBANÊ
Li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê bi beşdariya şêniyên bajêr, endamên saziyan û nûnerên partiyên siyasî şahiya Pêngava 15ˊê Tebaxê hat lidarxistin.
Di serî de rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Hîlal Elî destnîşan kir ku ev 40 sal e dijmin bi balafir, top, tank û çekên xwe yên kîmyewî nikaribû vê têkoşînê vemirîne.
Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Sara Xelîl jî diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê destpêka şoreşekê bû ku ew şoreş îro bû hêviya gelên bindest ên cîhanê û got: “Em vê şoreşê bikin şoreşeke neteweyî.”
Piştre peyama fermandarê Fermandariya Navendî ya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan a li ser Pêngava 15’ê Tebaxê hat pêşkêşkirin.
Piştre komên hunerî berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin û şahî bi stranên hunermend Ehmed Omer ê ji Reqayê û Subhî Dadilî yê ji Kobanî bi dawî bû.
ŞEHBA
Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Efrîn û Şehba bi dirûşma “Bi rihê 15’ê Tebaxê em ê bi Rêber Ocalan re têkoşîn bikin ji bo ku jiyanek azad li Kurdistanê bijîn” şahiyek orgîzane kir.
Salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li Parka 4’ê Nîsanê ya bajarokê Ehdasê ya Şehbayê hate pîrozkirin.
Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Endamê Meclisa rêxistina (PYD) ya Kantona Efrîn û Şehbayê Ferhan Kobanê axivî û tevahî şehîdên Kurd û Kurdistanê bi bîr anîn û wiha got: “Bi pêngava 15’ê Tebaxê re em ji xewneke giran şiyar bûn û ew roj ji bo Kurdan bû roja vejînê. Bi navê gelê Efrînê û Şehbayê em berxwedana HRE’ê û gerîlayên Kurdistanê pîroz dikin.”
Ferhan Kobanê wiha axaftina xwe berdewam kir: “Bi tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan dixwazin vîn û armaca gelê Kurd bişikînin. Lê belê bi berxwedana gel, gerîla û hêzên xwe em ê Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin.”
Ferhan Kobanê wiha anî ziman: “Xiyanetiya ku niha tê meşandin nayê wesifkirin, divê gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê li hember xiyanetê serî hilde. Em bi rihê Pênava 15ˊê Tebaxê dagirkeriyê têk bibin.”
Ferhan Kobanê di dawiya axaftin xwe de roja vêjînê li tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Pêwîst e bi vê rihê em têkoşîna xwe xurttir bikin.”
Her wiha endama Koordansiyona Kongra Star a kantona Efrîn û Şehba Rîhan Elo roja vejînê li tevahî gelê Kurdistanê pîroz kir û wiha got: “Bi fîşeka yekem ku şehîd Egîd avêt, jiyana gelê Kurd ji nû ve hate avakirin. Ev şoreş bû binegeheke jiyanê tevahî gelan, bi taybet jî ya gelê Kurd. Divê em tu carî koletiyê qebûl nekin.”
Rîhan Elo diyar kir ku pêwîste gel li hemberî van êrişan bi şerê gel ê şoreşger tevbigere.
Her wiha koma Kela Horî û şehîd Mizgîn û hunermed Rêzan Bekir hûnerên xwe pêşkêş kirin. Her wiha girse li ber stranan govend gerandin.
Di dawiyê şahiya de jî Tevgera Ciwanên Şoreşger û ciwanên PYD’ê şanoyek têkildarî şerê ku li dijî gelê Kurd tê meşandin pêşkêş kir.