Herdu şervan 12’ê Tebaxa 2024’an şehîd ketibûn. Koçberên Efrînî û xelkê Şehbayê sersaxî dan malbatên herdu şervanan.
Konê sersaxiyê li bajarokê Ehdasê yê Kantona Efrîn-Şehbayê hate vedan û gelek kesan serdana kon kirin.
Li konê sersaxiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên HRE’yê hatin daliqandin.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantonê Asya Ebdo sersaxî xwest û diyar kir ku wê li ser xeta şehîdan û Abdullah Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin.
Endamê Meclîsa Bajarokê Ehdasê Fewazî Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze îradeya gelê berxwedêr bişikîne, lê belê wê nikaribe vê bike. Mistefa got, “Bi berxwedana şehîdan em ê komployan hemûyan têk bibin.”
Malbatên şehîdan jî ragihandin ku wê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û belgeya şehadetê radestî malbatên şehîdan hate kirin.