Serokê Federasyona Komeleyên Suryaniyan (SUDEF) Evgil Turker li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji me re axivî û anî ziman ku pêvajoya derbasbûna şer li ser zemîna aştî û civaka demokratîk ji bo hindikahiyan bi taybetî Suryaniyan gelekî bi wate ye. Turker got, “Weke ku tê zanîn Suryanî di salên navîn ên 1980’î û bi taybetî jî di destpêka salên 1990’î de ji ber şerê li herêmê neçar man ku koç bikin. Wê demê di navbera 50 û 60’î de Suryanî bi rengê kuştina kiryar nediyar hatin kuştin. Li gundên Suryaniyan mirov hatin kuştin. Li navenda bajarê Mîdyatê, li Hezex, Silopiya, Elkê û Şirnexê mirov hatin kuştin ku li gel eşkerebûna kiryaran jî weke kiryar nediyar hate pênasekirin. Wê demê Hîzbûlkontra bi rengekî cidî tetîkkêşî dikir. Hem li hemberî hindikahiyên Xiristiyan, Suryanî, Ermenî û Êzidiyên li wê derê hem jî li hemberî welatparêzên kurd pêleke cidî ıya kuştinên kiryar nediyar hebû.”
‘BI BANGA LÎDERÊ PKK’Ê OCALAN RE SURYANIYÊN KOÇBERBÛYÎ LI TIRKIYEYÊ VEGERIYAN’
Evgil Turker bi bîr xist ku Suryanî wê demê neçar man ku koç bikin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Wê demê nikarîbûn weke niha serdana vê derê bikin; heta sala 2005’an. Di saal 1999’an de bi banga lîderê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan gerîlayên Tevgera Kurd xwe vekişand derveyî Tirkiyeyê. Bi rawesetîna şer re ji bo mirovan rewşeke aram afirî. Suryaniyan jî serdana welatê xwe kirin. Bi pêvajoyên aştiyê re Suryanî hatin Tirkiyeyê û çûn. Di dema pêvajoya çareseriyê ya sallên 2013-2015’an de jî rewş bi heman rengî bû.”
Serokê SUDEF’ê Evgil Turker destnîşan kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Suryaniyan bangeke jiyanî bû Û got, “Suryanî pêvajoyê dişopînin, weke sazî haya me ji vê heye. Ji ber ku mirov ji me dipirsin; ji çapemeniyê wêdetir yekser ji me, ji saziyan dipirsin. Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk di Hezîrana 2025’an de li navenda me ya federasyonê bi rayedarên DEM Partiyê re me civîneke berfireh a gel lidar xistin. Me wateya vê bangê ji bo hindikahiyan û Suryaniyan nirxand. Ji Suryaniyan gelek pirs hatin kirin.
Suryanî dixwazin li welatê xwe, li gundên xwe vegerin; xwedî li xak û nirxên xwe derkevin. Bendewariyeke cidî ya Suryaniyan heye. Em bawer dikin ku eger ev pêvajo bi rengekî erênî bi pêş ve biçe wê gelê me li xaka xwe vegere. Bêguman li gel vê yekê fikarên gel jî hene ku dibêjin ‘Geloo wê bibe, yan nebe?’ Lê belê gelê me li gel vê fikarê jî vê pêvajoyê weke pêvajoyeke welê dibîne ku ji yên derbasbûyî xurtir e, hîn cidî ye.”
‘EM SURYANÎ AMADE NE KU BI BERPIRSYARIYA XWE RABIN’
Di dawiya axaftina xwe de Serokê SUDEF’ê Evgil Turker got, “Em Suryanî piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Birêz Ocalan kir û li pişt muzakereyên Birêz Ocalan ên bi dewletê re ye. Em piştgiriyê didin qanûna ku li Meclîsê hate qebûlkirin. Her wiha amade ne ku çi berpirsyarî bikeve ser milê me bi cih bînin.”

