Siyasetmedarên Misrî ji ANF’ê re axivîn, behsa bandora pozîsyon û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ser Rojhilata Navîn û cîhanê kirin û gotin ku Abdullah Ocalan li grava Îmraliyê gelek bûyer pêşbîn kir.
‘OCALAN WEKE ALTERNATÎF KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK PÊŞ XIST’
Koordînatorê Însiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan û di heman demê de rojnamevan Îlhamî El-Melîcî, diyar kir ku Rêber, ramanwer û fîlozof Abdullah Ocalan di wê baweriyê de ye ku hegemonyaya emperyal a Emerîkayê nebêdawî ye û wiha got, “Xwezaya rewş, dîrok, tevgera dîrokê û tevgera gelan nîşan dide, ku ev hegemonya bi saya gelek faktoran wê bi derbasbûna demê re bêbandor bibe. Mirov dikare nêrînên Abdullah Ocalan di xalên jêrîn de binirxîne. Ocalan pêşî kapîtalîzmê rexne dike, ji ber ku dibîne ku hegemoniyaya Emerîkî lûtkeya kapîtalîzmê temsîl dike. Ramanwer Abdullah Ocalan di wê baweriyê de ye ku, kapîtalîzim bi mekanîzmayên xwe ve dibe sedema newekheviya aborî û civakî. Ev yek pêwîstî bi lêgerîna modelên alternatîf ên li ser bingeha edaleta civakî û xwerêveberiyê derxist holê. Sîstema konfederalîzma demokratîk ku ji aliyê Rêber Ocalan ve hatiye diyarkirin, li dijî hegemonyaya Emerîkayê weke alternatîfa herî baş bi pêş ket. Ev model balê dikişîne ser demokrasiya radîkal û xwerêveberiya civakan.”
‘OCALAN ZANISTA JÎNGEHÊ LI SER ESASÊ NÛKIRINA TÊKILIYA MIROV-XWEZA PÊŞ XIST’
Balyozê Misirê yê berê yê Iraqê Şerîf Şahîn, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo welatên ku em ji wan re dibêjin nûjen in modeleke pêşkêş kir û û wiha axivî, “Li hemberî ramanên Ocalan gelo Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wê dîsa karibin xwe bidin ser hev? Rêber Ocalan di xwendinên paşerojê de bal kişand ser Yekîtiya Ewropa û rola wê ya bisînor a ku bi şerê Ukraynayê hate îspatkirin ku wê nekarî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê rawestîne. Yekîtiya Ewropayê ji 24’ê Sibata 2022’yan û vir ve zêdetirî 130 mîlyar Euro alîkarî daye Kîevê yê. Siyaseta Dewletên Yekbûyî her çend ji bo Koreya Başûr an jî welatên din ên ku di pêşketina pîşesaziyê de mînaka wê dişopînin hene jî, lê ew nekarin modelek siyasî ya serbixwe pêş bixin. Rêber Ocalan pêşî li fikra xwe ya li ser mijara jîngehê girt û ji bo gelek welatên cîhanê yên pêşketî kir mijareke navendî. Ji ber ku di raporên navneteweyî de tê gotin qirêjî, ji ber şêwazên vexwarin û hilberînê yên bêdawî û guherîna avhewayê çêdibe. “
Nivîskar û rojnamevanê Misrî, destnîşan kir ku bi giştî nêrîna ramanwer û filozof Abdullah Ocalan di zanista jîngehê de li ser esasê nûkirina têkiliya mirov û xwezayê ye.