Duşem, 17 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay car din serlêdana lêpirsînê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zubeyde Zumrut: Bi xurtî tevlî meşa dirêj û festîvalê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayramoglu: Pêvajoya rastîn dê bi pêkanîna qanûnê û rojevbûna daxwazên Kurdan dest pê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlak: Piştî çarçoveya qanûnê wê pêşiya gavên nû yên qanûnî vebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronê êrîşî ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Bila mafê hêviyê pêk were
Rojane

Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Bila mafê hêviyê pêk were

Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê diyar kir ku divê ‘mafê hêviyê’ pêk were û got, ji dervey demokrasî û aştiyê ti rêyên din tune.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê ji bo di rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de cih bigire, danezanek weşand. Di danezanê de hate gotin ku komîsyona hatiye avakirin ji bo pêkvejiyaneke aştiyane ya li Tirkiyeyê gelek girîng e û xwest madeyên wan amade kirine di raporê de cih bigirin.

Di danezanê de îşaret bi pêvajoya heyî hate kirin û wiha hate gotin: “Komîsyonê, li gel rayedarên dewletê, her wiha li nûnerên derdorên civakî û rêxistinên civaka sivîl guhdarî kir. Niha gihiştiye wê astê ku raporekê amade bike û pêşkeşî Meclisê bike. Li hêla din sepanên derhiqûqî ku îktîdar civak û qada siyasî dorpêç dike, didomin. Daxwaza aştiyê ya civakê zêde ye lê bêbawerî serwer e. Ev jî dike ku hin derdorên civakê di mijara aştiyê de qaneh nebin.”

Bi domdarî hate gotin ku biqasî gavên divê ji bo aştiyê bên avêtin, di mijara maf û azadiyan, edalet û hiqûqê de jî kêmasî hene û hate destnîşankirin ku di vê mijarê de rapora komîsyonê hêj girîngtir dibe.

Hewldanê xwest ev daxwazên wan di raporê de cih bigirin:

“*Hewceye were destnîşankirin ku di serî de biryarên DMME û AYM’ê, hemû biryarên teqezbûyîn lê hêj nehatine cîbicîkirin, li gorî hukmên Destûra Bingehîn û Qanûna Dadgeha Cezayan bên cîbickirin.

*Di raporê de divê îşaret bi bidawîkirina sepana tayînkirina qeyûmanan bê kirin û were xwestin ku biryarên di vê mijarê de ji hêla meqamên îdarî û darazê ve yekser bikevin meriyetê.

* Di raporê de hewceye were destnîşankirin ku operasyonên li dijî rêveberiyên herêmî bên bidawîkirin, li gorî îçtîhadên DMME û AYM’ê û rêgez û qeydên hiqûqa gerdûnî bên meşandin. Divê were xwestin ku kesên ji peywirê hatine girtin vegerin ser karê xwe û sepanên daraza siyasî bên bidawîkirin.

*Ji bo guherîna îktîdarê partiya siyasî ya herî xurt CHP ye û bi operasyonên li dijî ÎBB’ê bi aşkerayî tê astengkirin. Ev yek hewldana bidawîkirina demokrasiya Tirkiyeyê ye. Di raporê de divê were gotin ku ev nayê qebûlkirin û daraz li gorî rêgezên dewleta hiqûqê tevbigere.

*Têkildarî verastkirinên zagonî yên pêwîstiya pêvajoyê pê heye, ji bo endamên rêxistina xwe fesixkirî daxwaza verasetkirinên ‘hiqûqa veguhêz’ bike, rêyeke ku ev kes bikarin tev li siyaseta demokratîk û civakê bibin peyda bike û damezirînerê rêxistina xwe fesix kirî bikare bi komîsyonê re hevdîtinê bike.

*Endamên rêxistina xwe fesix kiriye bin an jî nebin, divê hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Endamên rêxistina xwe fesixkirî bin an jî nebin, divê bêyî cudahî were kirin ji bo hemû girtî û hikûmxwarên siyasî verasetkirineke efûya siyasî ya giştî bikeve meriyetê.

*Hewceye were daxwazkirin ku biryarên têkildarî ‘mafê hêviyê’ yên DMME’yê ku Abdullah Ocalan û kesên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn nikarin jê sûd bigirin, tavilê bên cîbicîkirin. Mijara ‘mafê hêviyê’, ji bo xurtkirina rewatiya pêvajoyê gelek girîng e.

*Ji bo jiholêrakirina Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê, pênaseya terorê ya ku dibe sedema binpêkirinên mafên sereke û li dijî mafên mirovan û azadiyan e, daxwaz bê kirin. Di mijara mavên civîn, çalakî, xwepêşandanan û sansura li ser medyaya dijîtal jî di mewzûatan de guhertin bên kirin.

*Weke encam, dixwazin jê re bibêjin ‘Tirkiyeyê bêteror’ dixwazin bibêjin ‘aştî û civaka demokratîk’, ji bilî avakirina dewleteke mafên mirovan, azadiyên sereke esas digire û sepanên dewleta hiqûqa navneteweyî dixe meriyetê, tu rêyeke din nemaye.

 *Di rewşeke ku xizanî roj bi roj mezintir dibe de ji bo parvekirineke adilane ya dahatê, hewceye budçeya mezin a ji bo şer û operasyonan tê veqetandin ji bo pêdiviyên gel bên xerckirin. Ev yek dê bibe encamekî giran a aştiyê. Em dixwazin fikr û nêrînên me esas bên girtin. Piştî ewqas êş û wêraniyê, ev welat êdî aştî û demokrasiyê heq dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Balafira kargoyê ya leşkerî ya Tirk li Gurcistanê ket
Nûçeya Pişt re Cara destpêkê gotinên Kurdî ket nava girtekên meclîsê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

Li Kolombiyayê hikûmeta nû ya rastgir a ku ji aliyê DYE û Îsraîlê ve tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gel raporên nexweşxaneyê jî girtiyê bi nexweşiya giran Hakki Goren nayê berdan

Malbata girtiyê nexweş Hakki Goren ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê ragihand…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê li Minbicê hewldaneke çetayan têk bir

QSD’ê ragihand ku ew li başûrê Minbicê û Dêr Hafirê hewldana êrîşa çeteyên dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Trump dê tevlîbûna DYE di tetbîqata leşkerî ya bi Koreya Başûr re kêm bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi dronê êrîşî ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay car din serlêdana lêpirsînê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Kongoyê ji ber şewba Ebolayê gelek kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?