Çarşem, 30 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê li Êlihê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredarên DEM Partiyê bertekên xwe nîşanî polîtîkayên qeyiman dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa Aştiyê bang li Meclîsê kir: Dema nû ya qanûndanînê bila weke sala aştiyê bê ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr. Bogos Yalîm: Heta ku dewlet bi rabirdûyê hevrû nebe, demokratîkbûn nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Eren: Ji bo demokratîkbûnê divê gavên şênber bêne avêtin û statu zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Iraq li ser daxwaza dewleta Tirk ber bi rojeveke tarî ve diçe’
Kurdistan

‘Iraq li ser daxwaza dewleta Tirk ber bi rojeveke tarî ve diçe’

Serokê PADÊ Hisên Hecî diyar kir ku biryara girtina 3 partiyên Iraqî tenê bi kêrî berjewendiyên dewleta Tirk tê û diyar kir ku Iraq li ser daxwaza dewleta Tirk ber bi rojeveke tarî ve diçe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî têkildarî biryara girtina 3 partiyên siyasî yên li Iraqê ji ANF’ê re axivî.

Hisên Hecî di destpêka axaftina xwe de biryara girtina partiya wan û 2 partiyên din ên Iraqî piştî serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan a li Bexdayê û ragihandina peymana ji 27 xalan hate dayin û anî ziman ku zext û êrişa li ser PADÊ siyasî ye.

Hisên Hecî diyar kir ku rejîma AKP-MHP’ê û hikumeta navendî ya Iraqê ji aliyê ewlekarî, siyasî, bazirganî ve li hev kirine û got, “Bi nêrîna min, girtina wan partiyên siyasî ji serdana Erdogan ne qut e. Bi taybetî destketiyên Şengalê ên di nava 10 salan de hatin bidestxistin, hem di aliyê hem ji aliyê leşkerî ve hem jî ji aliyê civakî ve ew xistin nava tirsê. Ev civak ev 10 sal in daxwaza mafê xwe dike. Ji aliyê ragihandinê, siyasî û li qada navnetewetî, di dîplomasiyê de, her wiha di hilbijartinan de pêşveçûn çêbûn. Wan dîtin ku PADÊ bi pêşve de diçe, xwestin vî karî bidin sekinandin.”

‘PARTIYA ME PARTIYA ŞEHÎDAN BÛ’

Hisên Hecî destnîşan kir ku li pişt biryara li dijî PADÊ armanceke siyasî heye û got, “Ev partî bi keda şehîdan, bi keda şehî Seîd Hesen hatiye avakirin. Ji TEVDA’yê heta roja îro pêş ve çû û mezintir bû. Biryara girtina her sê partiyan li ser vê esasê hate girtin. Parlamenta Iraqê di bernameya xwe ya 3’ê Tebaxê de plan kiribû ku efûyek ji bo çeteyên DAÎŞ’ê derbixe, tevî ku destê wan di xwîna Iraqî û bi taybetî jî di xwîna Êzidiyan de heye. Bila carekê ji xwe bipirsin, bi hewldanên bi vî rengî wê karibin birîna Êzidiyan derman bikin an na. Civakek ku heta niha jî hiqûqa wan bi ser vê erdê nehatiye dayîn e, niha bûye hedefeke zextên siyasî.”

‘MAFÊ ME HEYE EM ÎTIRAZ BIKIN’

Hisên Hecî got, “Dadgeha Iraqê dema biryara girtinê da, mafê îtîrazê jî da. Em jî ji bo îtirazê li biryarê bikin û nerazîbûna civaka xwe nîşan bidin di nava hewldanan de ne. Em ê jî îro peyama civaka xwe bigihînin dewleta Iraqê. Ka bila delîla nîşan bidin ka PADÊ çi karekî derhiquqî meşandiye. Çi metirsiya PADÊ îro li ser ewlekariya Iraqê heye. Dîsa çi eleqeya PADÊ bi dewletên derve re heye. Tiştekî bi vî awayî nikarin îspat bikin, em bawer dikin eger rastî jî qanûnên wan û pergala wan mafê mirovan biparêze, em ê jî îtîraza xwe ragihînin û dibe ku ji biryara xwe paşve bizivrin. Eger rastî jî gumanên wan hebûna çima beriya niha nehatin gotin gilî û gumanên bi vî rengî ser we hene.”

‘IRAQÊ GIRTINA PADÊ JI XWE RE WEKE SERKETINEKÊ DÎT’

Serokê PADÊ li ser mijara ku têkiliya wan bi PKK’ê re datînin jî got, “Çima beriya girtina PADÊ lêkolînek çêne kirin, yan jî em nehatine agahdarkirin. Çi eleqeya me niha bi PKK’ê re heye? PKK’ê hat û erka xwe ya mirovî û exlaqî pêk anî. PKK sala 2018’an ji Şengalê bi amadebûna dewleta Iraqê derket. PKK li ser asta gelan û navneteweyî têkoşîna xwe didomîne. Bi rastî jî yên ku di vî alî de me sûcdar dikin, divê were zanîn bi awayek siyasî em hedef girtin. Bi vî awayî xwestin di dema gel vedigere Şengalê de tevlîhevî derxînin û rojeva millet biguherînin, da ku li ser rojeva xwe ya esasî nesekinin. Em ê li gorî wan qanûnan doza heqê xwe bikin. Divê em vê heqîqetê bibînin, îro 10 sal bi ser fermanê derbas bûne, heta niha komkujî li dijî Êzidiyan dewam dikin, gel hîna li ser rêya koçberê ye, heta îro amarên rast jî nehatin derxistin, heta îro îdareyek çê nebûye, heta îro daxwaza edalet û heqê ya Êzidiyan pêk nehatiye. Tiştên ku îro li Şengalê li dijî Êzidiyan tên kirin, berpirsyariya DYE û Iraqê ne. Divê dest ji wan planên xwe yên siyasî berdin.”

‘IRAQÊ BI DAXWAZA TIRKIYEYÊ BIRYARA GIRTINA 3 PARTIYAN DA’

Serokê PADÊ Hisên Hecî herî dawî got “Girtina van her sê partiyan ne li gorî berjewendiyên Iraqê ye, ev biryarên li gorî berjewendiyên dewleta Tirk in. Ev îcazeya xwe li ser vê milletê digirin, şeriyetê tînin ku Tirkiye îro dagirkeriyê bike û şerê siyasî bimeşîne. Iraq bi girtina her sê partiyan li ser hesabê milletê Êzidî, xizmeta dijmin dike, bi vî şewazê Iraq ber bi rojevek tarî ve diçe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEXDA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Îranê kolberekî din qetil kir
Nûçeya Pişt re Li Brukselê çar rojên ji çanda Kurd
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Reqayê meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî li Reqayê…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD bersivê dide êrişên li ser gundê Safayê

QSD bersivê dide êrişên li ser gundê Safa yê li başûrê navçeya Çilaxa ya Kantona…

Ji aliyê Stêrk TV

Piştî sinyala ‘kêmkirina leşkeran’ a Trump Yekîtiya Ewropa û Berlînê daxuyanî dan

Piştî ku Donald Trump sinyala wê yekê da ku leşkerên DYE'yî yên li Elmanyayê kêm…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?