Hate ragihandin ku Hêzên girêdayî hikumeta Şamê sewqiyateke mezin a leşkerî ber bi bajarê Hamayê ve birine.
Hêzên leşkerî yên hatine sewqkirin li Cebel Zên El-Abidîn ê li aliyê bakurê bajêr hatin bicihkirin.
Balafirên şer ên Rûsyayê Heleb û Îdlibê bombebaran kirin. Balafirên ku taxa Raûsa ya Helebê û herêma Kirêdiya ya rojhilatê Babê bombebaran dikin 3 çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker kuştin.