Girêdayî binpêkirinên beramberî mafên jinan, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bîlançoyek taybet hate belavkirin. Li gorî bîlançoyê di meha Tîrmehê de 5 jin ji aliyê dewleta Îranê ve hatine darvekirin, 22 çalakvanên jin hatine girtin, 5 çalakvanên jin bi cezayê girtîgehê û 2 çalakvanên jin jî bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin. Her roj û meha ku derbaz dibe bîlançoya qirkirina jinan ya li îranê û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir dibe.
Têkildarî vê mijarê û ji bo balkişandina li ser êrîşên dewleta Îranê yên li ser rojnemavan, rewşenbîr û siyasetmdarên jin, rojnemevanên Wargeha Penaberan Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ANF’ê re axivîn.
‘YÊN KU DIXWAZIN RASTIYÊ RAGIHÎNIN DIBIN ARMANC’
Rojnemevan Qeder Kar di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ji dîrokê heta niha dewleta Îranê polîtîkayên xwe yên qirkirinê, darvekirin, tine hesibandina civak û bi taybet jî tine hesibandina jinan li ser civakê ferz dike û wiha got: “Bi van kiryarên xwe civakê ji mafê wan yê rewa bê par dihêle. Ev polîtîkayên dewletê hîn zêdetir li ser civaka Kurd tê pêkanîn. Dema em giştî jî dinirxînin rojnamevan, Siyasetmedar û rewşenbîrên jin rastî van êrîşan tên. Piştî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ev êrîşên qirkirin û tinekirina jinan zêdetir bûye. Rejîma dagirker bi van polîtîkayên xwe yên qirkirinê dixwaze jin, civak û ciwanan bêdeng bike. Bi taybet jî di roja me ya îro de rojnemavanên ku dixwazin rastiya dewletê vebêjin tên dîlgirtin û darvekirin. Rejîma Îranê dixwaze jinên Kurd yên ku di vê serdemê de bûne dengên jinan bi tevizînin. Ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li her çar aliyê Kurdistanê jinên rojnamevan, rewşenbîr û siyasetmedar yên ku dixwazin rastiyê ragihînin dibin armanc.”
Qeder Kar di dawiya gotinên xwe de daxuyakirin ku tekane rêya azadiyê yekîtiya jinane û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Niha jî rojnamevan Pexşan Ezîzî, çalakvana mafê mirovan Şerîfe Muhemedî û bi dehan jinên mîna wan di girtîgehên rejîma Îranê de êşkence li wan tê kirin û cezayê darvekirinê li wan tê birîn. Ev jî tirsa rejîmê ya ji hêza jinan dide diyarkirin. Herî dawî dema girtiyên jin xwestin cezayê darvekirinê yên çalakvanên jin şermezar bikin, rastî êşkenceyê hatin. Li cihê kujerên jinan werin dîlgirtin, îro jin tên girtin û bi cezayê darvekirinê tên dadgehkirin. Divê jin li hemberî van polîtîkayên qirkirinê yekîtiya xwe xurt bikin û li hemberî hemû cûrên êşkence û qetilkirinên jinan bibin yek. Rêya rizgariyê yekîtiya jinan e.”
‘DIJAYETIYA JINÊ DIKE’
Rojnamevan Mizgîn Kara jî ragihand ku sîstema desthilatdar ji bo avakirina sîstema xwe êrîşî jin û ciwanan dike. Ji ber ku jin û ciwanan ji bo xwe asteng dibînin û wiha got: “Dema dewlet dibîne jin ji bo mafê xwe deng derdixe, yekser êrîş dikin. Hem êrîşên derûnî hem jî êrîşên fîzîkî di hemû qadên jiyanê de li ser jinê tê pêkanîn. Jina herî nêzî azadiyê jina Kurde, ji bo wê jî îro li Rojhilata Navîn, Kurdistan û hemû cîhanê êrîşî jina Kurd tên kirin. Ji ber ku yên rastiyê radigihînin rojnemevanin, bi taybetî jî li hemberî rojnemevanên jin êrîşek sîstematîk tê pêkanîn. Li kuderê rastî û heqîqet hebe, li wir qirkirin û tinekirin jî heye.
Li Rojhilatê Kurdistanê rejîma Îranê di bin navê Îslamê û namûsê de bi salane êrîşî jinan dike. Jin tên qetilkirin, windakirin û bêdengkirin. Rojnemevanên jin ên ku dixwazin rastiya jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ragihînin rastî êrîşên dewletê tê. Herî dawî ji cezayê darvekirinê li rojnamevanan jî hatiye birîn. Ev jî dide diyarkirin ku sîstema heyî çawan dijayetiya jinê dike. Divê jin li hember êrîşan bibe yek.”