Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û şandeya pê re di çarçoveya serdanên xwe yên li Îzmîrê de serdana welatiyên ku ji şewata daristanê ya li herêma Çiyayê Yamanlar a li navçeya Karşiyakayê bi bandor bûne kirin. Bakirhan ewilî li Taxa Dogançay a girêdayî navçeya Bayrakli ku ewilî ji şewatê bi bandor bû bi Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Zafer Levent Yildir û muxtara taxê re hevdîtin kir.
Mûxtara taxê Arzû Nîsan a tiştên qewimîn vegot, daxwaza xwe ya ku herêm weke herêma afete were îlankirin anî ziman. Nîsan, diyar kir ku rast e rast ji şewatê bi bandor bûne û wiha got: “Me ji şaredariyan û rayedaran alîkarî xwest. Piştî ku nehat me dawiyê ji mirovan helalî xwest. Di nava çend deqîqeyan de me karî em ji nava şewatê derkevin.”
Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Zafer Levent Yildir jî diyar kir ku bi awayekî awarte banga civînê li Meclisa Şaredariyê kirine û da zanîn ku dê komîsyonekê ava bikin û hêj tespîta xesarê bi awayekî baş nehatiye kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin jî anî ziman ku şewat di dema xwe de nehatine vemirandin û kezebên Îzmîrê li ber çavan şewitî ne. Akin, destnîşan kir ku dibe bi zanebûn şewat hatibe derxistin û wiha got: “Mirov difikirin ku tê xwestin vê herêmê bikin qada rantê. Bajêr ber bi van deran ve tê û ev der bi nirx bûn.”
Bakirhan û kesên pê re pişt re bi Yildir re serdana taxên Onûr û Yamanlar kirin. Şêniyên taxan ji şandeyê re gotin ku li herêma şewatê pirsgirêka ava vexwarinê û ceyranê heye û xwestin pirsgirêk bên çareserkirin. Bakirhan ê guhdariya welatiyan kir jî destnîşan kir ku divê herêm weke qada afetê bê îlankirin. Şandeyê herî dawî serdana Sîteya Senayiyê ya Ornekkoy a Karşiyakayê kir.
Piştî serdanan Bakirhan û şandeya DEM Partiyê dê li Navenda Çandê ya Îsmet Înonu ya li Kulturparkê saet di 18.00’an de tevaktîvîteya “Hevdîtina Ekolojiyê” ya dê bê kirin bibin.