Çarşem, 26 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim krîza dil derbas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Hewildanên hinek aliyan, li dijî min komploye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başakşehîrê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Sancaktepe di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB û FEDA: Werin em li dijî êrîşa li ser karkerên Kurd li ba hev bisekinin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Roja 2’an a taziyeya li Wanê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên şehîdan: Têkoşîna wan hêz û hêvî da me

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatan piştî 9 salan gora zarokên xwe yên hatine texrîbkirin ziyaret kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Geverê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê li pey şopa şehîdan bimeşin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê taziye: Bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e
Civak & Ekolojî

Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê ji Akbelen heta Cûdî têkoşîna hevpar bê avakirin û got, "Eger me bikariba pêşî li şewitandina darên Gabar û Cûdî bigirta, dibe ku li Îzmîrê rewşeke cuda derketa holê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di çarçoveya civînên “Nan û Edaletê” de li Navenda Çandê ya Îsmet Înonû ya Konak a Îzmîrê bi ekolojîstan re hat gel hev. Parlamenterên DEM Partriyê Kamûran Tanhan, Îbrahîm Akin û Bûrcûgul Çûbûk, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag, endamên PM’ê yên DEM Partiyê yên Herêma Egeyê, ekolojîst û gelek welatî beşdarî civînê bûn.

AKIN: EM DIKARIN AXA XWE BI HÊZA HEVGIRTÎ BIPARÊZIN

Parlamenterê Îzmîrê Îbrahîm Akin axaftina vekirinê kir û bal kişand ser şewatên daristanan. Akin diyar kir ku li Tirkiyeyê wêraniyek cidî ya ekolojîk heye. Akin anî ziman ku li dijî vê qirkirinê, têkoşîna ekolojîk parçe bi parçe nabe bê meşandin. Akîn destnîşan kir ku êrîşên ekolojîk ji navendekê û piralî tê meşandin û got, “Divê em li dijî êrîşan bi awayekî rêxistinbûyî têbikoşin. Em dikarin xweza, hewa û axa xwe bi hêza hevgirtî biparêzin.”

JI RÊXISTINÊN EKOLOJÎK BANGEWAZÎ

Piştî axaftina Akin saziyên ekolojiyê mafê axaftinê girtin. Hevserokê Yekîtiya Ekolojiyê Suleyman Eryilmaz diyar kir ku li tevahiya Tirkiyeyê bi êrîşeke awarte re rû bi rû ne û got, “Em ji êrîşê wêdetir bi rûxandina ekolojiyê re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê 25 kanên zêr hene. Ji bo 135 kanên zêran lîsans hatine dayîn. Ji bo girtina kanên zêr me kampanyayek da destpêkirin. Em ji DEM Partiyê daxwaz dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê. Êrîş topyekûn e, divê em jî têkoşînê topyekûn bimeşînin. Divê sê dînamîkên sereke Kurd, jin û tevgerên ekolojiyê yên li vî welatî werin cem hev, xwe bi rêxistin bikin û li dijî êrîşan bisekinin.”

Seroka Tarim Orkam Senê Serap Baysal bal kişand ser şewatên li welêt û bi bîr xist ku ji ber şewatê bi hezaran zindî jiyana xwe ji dest dane. Baysal diyar kir ku şewat zirarê dide ekosîstemê û got, “Eger fîloyên agirkujiyê bihatana kirîn, em ê bi vê karesatê re rû bi rû nemana. Divê em li dijî qirkirina ekolojiyê bi hev re têbikoşin.”

BAKIRHAN: TÊKOŞÎNA EKOLOJIYÊ TÊKOŞÎNA EDALETÊ YE

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan herî dawî axivî. Bakirhan destnîşan kir ku sîstema kapîtalîst a emperyalîst li hemû cîhanê dijminatiya xwezayê dike.

Bakirhan anî ziman ku sîstem ji bo berjewendiyê xwe û pereyekî zêdetir qezenc bike xwezayê qir dike û got, “Em bi sîstemeke têrnebûyî re rû bi rû ne, demokrasî û azadiyê wekî asteng dibîne. Lewma em têkoşîna ji bo ekolojî weke têkoşîneke li dijî edalet û nan dibînin. Newekhevditîna qirkirina darên Cûdî û qirkirina Akbelenê, neparastina herduyan e.”

‘KOMKUJI Û TIRKIRINA DI MÎRÊ WAN DE YE’

Bakirhan, destnîşan kir ku AKP dostê sermayeyê ye û di vê mijarê de ti rêgezan nas nake. Bakirhan anî ziman ku gelek projeyên hikûmetê yên li dijî xwezayê bi têkoşînê hatin pûçkirin û diyar kir ku çawa ku qeyûmên dijminê xwezayê şandin, ew ê jî hikûmetê bişînin û destnîşan kir ku ji bo vê jî divê hemû qadên têkoşînê veguherin qadên hevpar ên têkoşînê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wêranî û qirkirinên li Kurdistanê tên kirin piştî demekê tên Ege, Trakya û Marmarayê. Eger me bikariba pêşî li şewitandina darên Gabar û Cûdî bigirta, dibe ku li Îzmîrê rewşeke cuda derketa holê.”

Civîn piştî axaftina Bakirhan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Eniya Demokrasiyê li dijî biryara girtina partiyan nerazîbûnên xwe nîşan da
Nûçeya Pişt re ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Emîn Salih: Bi vekişîna hêzên leşkerî re wê Asayîşa bi cih bibe û gel vegere gundên xwe

Endamê Şandeya Asayîşa Kobanê Emîn Salih diyar kir ku di hevdîtina li Helebê de wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Kanay: Erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûn tê talankirin

Aktîvîstê Ekolojiyê Zekî Kanay diyar kir ku erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûn tê talankirin û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îsraîlê muxalefeta li dijî şer mezin dibe

Xizmên dîlgirtiyan, partiyên muxalefetê û saziyên civakî yên sivîl ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Mazlûm Ebdî: Pêvajoya entegrasyonê ya hêzên QSD‘ê temam bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Fermandarê YPJ’ê Newroz Ehmed li Şamê bi Ehmed Şara re li hev civiya

Ji aliyê Stêrk TV

Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

UNICEF: Li Efganistanê milyonek zarok bi xetereya mirinê rû bi rû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?