Komxebata ku bi pêşengiya PYD’ê bi dirûşma “Pênasekirina nasnameya kurdî û gelên Sûriyeyê di pergala neteweya demokratîk de” li Hola Zana ya bajarê Qamişlo didome.
Di komxebatê de li ser mijara duyemîn a bi sernavê “Nasnameya Kurd a siyasî û birêxistinbûyî ya ku piştî şoreşê ava bûye û perspektîfa çareseriya doza kurdî li Sûriyeyê”, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed axivî.
Îlham Ehmed diyar kir ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re guhertinên mezin çêbûne û got: “Nêzî 13 sal ji destpêka pêvajoya krîza Sûriyeyê heta îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê di çareseriyê de doza Kurd asteke girîng girtiye. Li Sûriyeyê û Rojava pêvajoyeke têkoşînê heye. Ji 2011’an ve ketiye qonaxeke din. Beriya şoreşê têkoşîna ku bi rêya partiyên Kurdan li Sûriyeyê dihat meşandin, di asta xwe de birêxistinbûyîn ava kirin. Vê ji 2011’an ve rengekî cudatir girt. Di hundirê Sûriyeyê de pêvajoya bidestxistina maf, çand, têkiliyên gelan pêvajoyeke nû da destpêkirin.”
Îlham Ehmed destnîşan kir ku mîrateyeke Tevgera Azadiyê li Sûriyeyê û Rojava heye û wiha behsa destkeftiyên şoreşê kir: “Ji bo naskirina nasnameya gelê Kurd gelek berdel hatin dayîn. Ji bo wê gelek destkeftî hatine bidesxistin. Hinek kom, alî yan jî kesayet li dijî vê destkeftiyê dixebitin. Bi taybet zimanê kurdî dixin hedefa xwe. Bi zanebûn dijberiyê dikin û hinek jî ne di wê zanebûnê de ne. Mînak; dibistanên me yên zimanê kurdî qebûl nakin an jî zarokên xwe dişînin dibistanên rejîmê. Ev şaş e, ji pêşerojê bêbawerbûn e. Bi deh hezaran zarokên ku di dibistanên me de perwerdeyê dibînin hene.”
Îlham Ehmed wiha pê de çû: “Ne mimkun e em vegerin beriya 2011’an. Nêzî mîlyonek xwendekar hene. Ev hişmendiya xwe neîqnakirin û têkoşîna bêpêşxistin esas dixwazin mafê civakekê binpê bike. Hesreta hemû Kurdan ew bû ku rojek were em zarokên xwe bişînin dibistanan. Îro ew hesret li vir pêk hatiye. Lê bi xurtayî derdora vê armancê nekombûyîn vê lewaz dike. Ev siyasetên dijber têkoşîna gelê Kurd lewaz dikin. Divê civaka me rê nede vê. Ev deskeftiya herî girîng û bingehîn a şoreşê ye.”
Îlham Ehmed îşaret bi hêzên leşkerî yên şoreşê kir û got divê hemû gel xwedî li hêzên xwe derkeve û wiha berdewam kir: “Yek ji destkeftiyên me yên din hêzên me yên leşkerî ne. Bi vê hêza me re cîhan koalîsyonan çêdike. Ev îmkan dê wê ber bi rewabûnê ve bibe. Hebûna hêzên parastinê pêwîstiyek e, nebe nabe. Ew kesên ku hemleya reşkirinê dikin nexweşiyên derûnî pê re hene û bi zanebûn vê dikin. Divê em hêzên xwe biparêzin û pê serbilind bin. Cîhan dibêje ev hêzeke disîplînkirî ye. Hêza me di vê astê de tê qebûlkirin.”
Îlham Ehmed diyar kir ku li dijî hemû êrişan saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser kar in û got: “Di sazîbûna Rêveberiya Xweser de ji komînan bigire heta meclisan û saziyan destkeftiyek e. Rexneyên me li ser hene lê divê em reş nekin. Li dijî saziyên me yên xizmetguzariyê êrişên dewleta Tirk hene. Li dijî ew qas êrişan saziyên me li ser kar in. Ne rast e ku em li dijî sazîbûnê bisekinin. Em heta mirinê bi destkeftiyên şoreşê re ne. Tenê di halê wê de nehêlin, bi pêş bixin. Tevlêbûna bi îrade ji sazîbûnê re girîng e.
Yek ji destkeftiyên şoreşa Kurd avakirina hişmendiyeke nû ye. Ger li gorî vê hişmendiya nû jiyan hatiye birêxistinkirin wê demê şoreş pêk hatiye. Lê bi temamî ev pêk nehatiye. Dîroka Kurdan her bi berdxwedanê hatiye. Edî berxwedana Kurdan ji bo jiyana nû ye. Di şoreşa me de ev têkoşîn tê kirin. Bi israr vê sazîbûna me têk bibin lê ev sazîbûn ji bo jiyaneke nû ye. Bi tifaqa gelan re me pêşî li gelek êriş û planan girt.”
“Bingeha çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê li ser çareserkirina doza Kurd dê çêbe.” Bi van gotinan Îlham Ehmed bal kişand ser nêzîkatiya hikumeta Şamê ya li hember doza Kurd û got: “Divê mafê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de bê cihkirin. Divê mafê me yê bingehîn bi cih bibe. Mafê xwebirêxistinkirinê divê bi cih bibe. Ji vir û şûn ve divê rejîm guhertinan bike. Sîstemeke xweseriyê ya nenavendî divê qebûl bike û divê dewlet bibe nenavendî. Yan dê me qebûl bike yan jî berê rejîmê dikeve dîwarekî din. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelek civîn hatin kirin. Rejîm heta ji dayîna 2 saet perwerdeya bi zimanê kurdî direve, yanî înkarek tam ji maf, zimanê kurdî re dikin. Ji partiyeke kurdî re ruxsetê nadin.”
ROLA CIVAKÊ
Îlham Ehmed bal kişand ser tifaqa partiyên Kurdan û anî ziman ku divê gel rola xwe bilîzê û wiha nirxand: “Tifaqa kurdî yan jî neteweyî tê gotin ku ger di nava partiyan de lihevkirin çênebû, tê wê wateyê ku tifaqa neteweyî tune ye. Lihevkirina di asta jor de girîng e. Lê gotina ev nebe nabe jî şaş e. Esas civak dikare di vê mijarê de rol bilîze. Ger civak di vî warî de bi israr be, xwedî îrade be, bawer bikin dê di hundirê hefteyekê de partiyan bîne ser maseyê. Heta niha civakê rol nelîstiye. Yan erk negirtine yan partî nehiştine yan jî roleke biçûk dane wan. Divê civak bibêje yan hûn ê werin yan hûn nekin em we hemûyan qebûl nakin. Divê civaka me xwe bike xwedî konsept û proje.”
DERFETÊN MEZIN HENE
Îlham Ehmed herî dawî anî ziman ku li pêşiya Kurdan firsed jî xetere jî hene û got: “Israrek li Sûriye, Iraq, Tirkiyeyê heye ku nasnameya kurdî neyên naskirin. Mînak li Başûr her destkeftî jê hat girtin, bi tifaqa dawî re Tirk anîn Başîkayê. Ev tê wateya ku dosyaya Iraqê dê ji aliyê Tirkiyeyê ve bê birêvebirin. Hewldanên wan hene ku hemû deskeftiyên Kurdan hilweşînin. Tirkiye roleke mezin dilîze. Dewleta Tirk ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nemîne di nava tifaqan de ye, Dêrazor mînaka vê ye. Wêneyê heyî ne reş e, xetere tê de heye lê derfetên serkeftinê jî hene. Pêwîstî li xwedîderketin, parastinê heye.”
Komxebat bi nîqaşan didome.