Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pênc dibistanê dayîkê, çar dibistanên seretayî, du dibistanên navîn û dibistanek ya amadeyî hene. Dibistan îro ketin betlaneya havînê. Perwerdeya ku di 13’ê Îlona 2025’an de destpê kir îro bi dayîna karnameyan bi dawî bû.
Li hemû dibistanên Wargehê hem wext merasîma karnameya bi dengê bilind yê sirûda netewî destpê kir. Piştî sirûda netewî li dibistan Şehîd Mehemed Karasongul Mamosta Fadil Germigî li ser girîngiya perwerdeyê axivî.
Mamosta Fadil Germigî di destpêka axaftina xwe de xêrhatina hemû mêvan û xwendevanên amade kir û wiha got: “Giştî cîhan xwe li ser perwerdê pêşdixe. Perwerde ji bo hemû aliyên civakê lingek bingehîn ê pêşxistinê ye. Di heman demê de zarokên wê civakê jî pêşeroja wê civakê ne. Bi salane em li vir bi zimanê Kurdî perwerdeyê dibînin. Ji ber ku zimanê Kurdî ji manek kevnar ê serdemê şaristaniyane. Em jî bi hemû hêza xwe hewl didin vê zimanî dewlmetir û zindî bihêlin.”
Piştî axaftinê xwendevanên bûyîn yekemîn belgeyên yekemîntiyên wergirtin û karnameyên xwendevan hatin belav kirin.

