Cenazeyê şervanê HRE’yê Mihemed Şêx Dada (Dilsoz Raco) yê 29’ê Tîrmehê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Zozan Amanos a gundê Fafînê hat veşartin. Bi sedan koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê ya Kantona Efrîn û Şehbayê tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehba Ehmed Mûsa sersaxî da malbat şehîd û got: “Em ne aşiqê şer in, em aşiqê azadiyê û mafên xwe ne. Şervanên HRE’ê zarokê me ne. Em bi hêza xwe hene û hebûna me bi wan tê parastin. Em ê Efrînê rizgar bikin. Bi berxwedan û têkoşîna xwe em ê vegerin ser xaka xwe.”
Endama Meclîsa bajarokê Til Rifetê yê Kantona Efrîn û Şehba Reca Hisên jî axivî û got: “Ti carî dagirkerî nikare vîna gelê Kurd û gelê herêmê têk bibe. Em zarokên Efrînê ne û em ê bi berxwedana xwe û bi hêza şervanên xwe Efrînê rizgar bikin. Em ê bi têkoşîna xwe dagirkeriyê têk bibin.”
Dayika şehîd Dilsoz Raco, Heyat Dada jî axivî û wiha got: “Ez Serokê xwe silav dikim. Soza ku kurê min daye pêk anî. Bi erka xwe rabû. Ez bi wî ser bilind im.”
Pismamê şehîd Dilsoz Raco jî, Kurdo Dada jî axivî û ev tişt got: “Wî soza ku daye gelê xwe pêk anî. Ez jî soz didim ku em li ser xeta şehîdan û wî bimeşin.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.