Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Remziye Mihemed, li ser encamên şer, êrîşên dagirkeriyê, koçberiya hundir û dervî welat û çareseriya pirsgirêka koçberiyê ji ANF’ê re axivî.
‘MEXDÛRÊ ŞER KOÇBERIYÊ HERÎ ZÊDE JIN Û ZAROK IN’
Remziye Mihemed, anî ziman ku koçberî ji ber şer û êrîşên dagirkeriyê ya li dijî civak, herêm ango welat destpê dike û wiha got, “Bi taybetî ev şer û êrîşên dagirkeriyê li ser civakên ku daxwaza aramî, aştî û azadiyê dikin tê meşandin. Di encama şer de koçberiya hundirîn û koçberiya derveyî welat jî çêdibin. Ji ber şer civak û malbat ji hev belav dibin, hin ji wan ji ber şer jiyana xwe ji dest didin, birîndar dibin. Jin li vir ji bo ku malbata xwe kom bike ser hev, hewldaneke mezin raber dike. Êş û azarên şer ên herî giran jin û zarok dijîn. Mexdûrê şer û koçberiyê jî herî zêde jin û zarok in.”
‘TEVÎ ŞERT Û MERCÊN ZEHMET BERXWEDANEKE MEZIN RABER DIKIN’
Mihemed, da xuyakirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka koçberiyê jî hewldaneke cidî heta roja îro çênebûne û wiha domand, “Ji bo çareseriya pirsgirêk ango aloziyê hewldanek nîne. Mînak ewqas koçberî çêbûn, diviya welatên ku koçber digirin, ji bo ewlehiya koçberan û vegera wan a li welatê wan li rê û rêbazên çareseriyê geriyabana. Lê bi çend destekên madî hewl didin ser guhê xwe bavêjin. Ev mirov hem ji aliyê aborî, civakî, derûnî û jiyanî ve rastî travmayên mezin hatine. Mînak her yek ji van mirovên koçber, windahî dane di nava şer de. Koçberên di kampan de dijîn rewşa wan hêj girantir e. Di şert û mercên serma zivistan û germahiya havînê de, têkoşîna jiyanê didin. Bi taybet kampên li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî şert û mercên şer, ambargo û nexweşiyan jî berxwedaneke bêhempa tê raberkirin. Rêveberiya Xweser jî, li gorî derfetên xwe alîkariya koçberên li kapman dikin.”
‘LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ROJANE CIVAK RASTÎ KIRYARÊN BINPÊKIRINA MAF TÊN’
Remziye Mihemed, destnîşan kir ku li herêmên dagirkirî rojane jin û civak rastî kiryarên binpêkirina maf tên û wiha dirêjî da gotina xwe, “Di encama şer, pevçûn û êrîşên giran de hin herêm hatin dagirkirin. Mînak li Efrîn, Bab, Cereblûs, Ezaz û heta Îdlibê gelên resen ên herêmê ku di dema şer û dagirkeriyê de li wir man, rojane rastî êrîşên taybet tên. Li van herêman êrîşa li dijî ciwan, jin û zarokan zêde ye. Bi kiriyarên ku li ser jinê tên meşandin re dixwazin civakê biçûk bikin, jinên ku li hember wê dagirkiriyê serî hildidin tên girtin di zîndanan de çarenûsa wan ne diyare. Gelek ji wan tên qetil kirin. Ev kiriyar û şerên ku li ser wan jinên di herêmên dagirkirî de tên meşandin, bandoreke mezin li jinên ku di kampên koçberiyê de li ber xwe dide jî dike.”
‘HEVGIRTIN Û YEKÎTIYA JINÊN KOÇBER TÊ BI RÊXISTINKIRIN’
Remziye Mihemed, diyar kir ku li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî xebat tên meşandin û wiha got, “Li herêmên ku jin xwe tê de birêxistin kirine, mînak li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avabûna Rêveberiya xweser û saziyên civaka sivîl, xebatek berfireh dimeşînin. Di van xebatan de armanc avakirina hevkarî û yekîtiya jinên koçber e. Çawa ku bêrî ev herêm werin dagirkirin tê de sîstemek bi rêk û pêk hatibûn avakirin û li ser wê sîstemê xebat dikirin, niha careke din di kampên li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xebatek bi vê awayî tê kirin. Weke Tevgera Civaka Demokratîk, ji bo ku yekîtiyek di navber gelên herêmê de bê avakirin û em herêmên xwe ên dagirkirî rizgar bikin, wê xebatên me her berdewam be.”