Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di civîna bilind a avhewayê ya gelan de banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê daîmî dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Desthilatdarî di pêvajoya aştiyê de jî kedkaran ji nedîtî ve tê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê Platforma Şiyar Be avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Şêrîn Hesen: Tundî di şexsê jinê de li dijî civak û xwezayê tê kirin
Jin

Şêrîn Hesen: Tundî di şexsê jinê de li dijî civak û xwezayê tê kirin

Cîgira Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê Şêrîn Hesen diyar kir ku sê cureyên tundiyê hene û destnîşan kir ku tundî di şexsê jinan de sînordar nîne, bi awayekî giştî li ser civakê û xwezayê jî tê meşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Cîgira Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê Şêrîn Hesen bi boneya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan ya Navneteweyî  ji ANF re qala têgeha tundiyê kir. Şêrîn Hesen di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku tundî, tê wateya kesên ku dixwazin li ser kesên li hemberê xwe koletîyê bide meşandin, xwe li ser her tiştî ferz bike û li ser kedên mirovanan xwe mezin bike û got: ‘’Sê cureyên tundiyê hene. Ji têgehan zêdetir, cureyên tundiyê hene; tundiya madî, lêdan, kuştin û hwd.’’

Şêrîn Hesen di dewama axaftina xwe de diyar kir ku tundî ne tene li ser jinan tê meşandin û got: ‘’Tundî, li kêleka ku li ser jinan tê meşandin, ji aliyekî din ve li ser hemû civakê jî tê meşandin. Di şexsê jinan de civak jî bê îrade û bê hêz tê hiştin. Li kêleka van yekan tundiya li ser xwezayê jî heye. Mînaka wê jî kiryarên ku niha li Efrînê li ser xwezayê ne. Bi rêya êrîşan li ser şûnwar û xwezayê dixwazin bîra civakê têk bibin, siyaset û civakeke li gorî xwe ava bikin. Eger em birîna darên zeytûnan ji alîyê manewî vee bigirin dest, ev tê wateya qutkitina ji koka dîrokî, çandî, ziman û kevneşopiyê. Her wiha bi rêya guhertina demografik ku a niha li Efrînê jî ev yek tê kirin, dixwazin li ser hebûna gele resen guhertinekê bikin. Tundiya ku tê meşandin li ser civakê û xwezayê ye jî.’’

Şêrîn Hesen di dewama axaftina xwe de bal kişand li ser hedefgirtina jinan a di nava civakan de û wiha got: ‘’Dema ku mirov dixwaze civakekê nas bike, mirov wê li gorî rewşa jinan a di nava civakê de wê civakê nas bike. Her jinek asta pêşketina civaka xwe diyar dike. Civakên desthilatdar jî bi hezar salan e ji dema ku sîstema dayîksalarî hildiweşe û sîstema desthilatdariyê derdikeve holê heya niha dixwazin wê sîstemê li ser jinan bidin meşandin. Dema ku dixwazin civakeke kole ava bikin di destpêkê de destê xwe diavêjin jinên wê civakê. Jinan hem bi awayekî fîzîkî hem jî ji aliyê fikrî ve dikin kole. Dema ku mirov li dîrokê dinêre û lêkolîn dike, dibîne ku hemû caran asta jinan tê lawazkirin. Ji ber ku ji jinên xwedî fikir û rêxistinkirî  ditirsin. Ji ber vê yekê di hemû pêvajoyan de bi her awayî siyaset ser jinan dane meşandin.‘’

Şêrîn Hesen diyar kir ku Şoreşa Rojava bi rengê jinan hatiye cudakirin û wiha domad: ‘’Şoreşa Rojava, di encama tekoşîna 28 şoreşên Kurdistanê de hate lidarxistin. Cudahîya wê ew e ku tecrûbe û kêmasiyên ku di şoreşên din de derketine pêş, di Şoreşa Rojava de hatine derbaskirin. Beşdarbûna jinan a ji bo vê şoreşê rengekî  cuda da şoreşê û weke şoreşa jinan hate binavkirin.”

Cîgira Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê Şêrîn Hesen di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku divê yekîtiya jinan û civakê misoger bibe û got: ‘’Divê hemû kesên ku di nava civakê de cih digirin, bizanibin ku eger tundiyek hebe ew li ser her kesî tê meşandin. Ji bo sekinandin û bidawîkirina wê jî divê yekbûna jinan him di asta Kurdistanê û him jî  di asta cîhanî de tekez bibe. Da ku bikaribin bi hev re pergala xwe ava bikin û di şexsê jinan de civak giştî asta tekoşîna xwe bilindtir bike. Da ku bikaribin bi hev re jîyyaneke ekolîjîk, bi edalet û wekhev ava bikin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Banga welatên xizan a li COP30’î: Hûn vê krîzê diafirînin, berdêla wê jî hûn bidin
Nûçeya Pişt re Hêzên hikumeta veguhêz êriş birin ser Siwêdayê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îsraîl cenazeyê leşkerê ku 1982’yan li Lubnanê hate kuştin, li Sûriyeyê dît

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû roja Yekşemê daxuyanî da û ragihand ku Mossad “bi operasyoneke taybet”…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Geverê tecrîd bi çalakiyan hate protestokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek taxên Geverê hate protestokirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzer Menzione: Bersiv ji daxwaza me ya dîtina Abdullah Ocalan re nayê dayin

Parêzer Menziona got, divê pêvajo tenê weke bêçekbûna PKK'ê neyê dîtin û destnîşan kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Sêrtê daxuyanî da û forûm li dar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?