În, 17 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ayşegul  Dogan: Peywira komîsyonê diyarkirina çarçoveya qanûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê rêxistinên hiqûqê: ‘Bila binpêkirin bidawî bibin û mirina Çevîren bê zelalkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 xwendekarên li Mereşê hatin kuştin hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya Çevîren hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    17 sal cezayê girtîgehê li Nevzat Bahtiyar hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûgûr Gelmez: Tundiya li qada perwerdeyê pirsgirêkeke avanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK: Guhertina Parêzgerê Kerkûkê encama peymanekê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihemed Seman ji bo Walîtiya Kerkûkê hat hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnek di nav aramiya biharê û coşa hebûnê de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser cil û bergan rêçên xwîn û şewitandin: Divê mirina biguman were eşkerekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Ji bo darizandina berpirsyaran em ê ya pêwîst bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê nûçegihanê Channel 8 hate revandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Divê Îran rêbazên çareseriya demokratîk esas bigire’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Di 19’ê Nîsanê em li Gemlîkê li hev bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê jinek hate kuştin, keça wê bi giranî birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Dokû de geşedana nû: ‘Di dema bûyerê de di wesayîtê de bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dêrsimê jinan çalaki ji bo Gulîstan Doku li dar xist: Bila Tuncay Sonel bê darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Li Dibistana Havînê ya Rojava perwedeya şano û muzîkê
Çand û Hûner

Li Dibistana Havînê ya Rojava perwedeya şano û muzîkê

Li Dibistana Havînê ku perwerdeyên şano û muzîkê têne dayin, li gel perwerdeya amûran, karê koro, dersên nota û solfejê her wiha perwerdeyên li ser lîstikvaniyê, drama, deng, diyafram jî têne dayin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Îlon 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Projeya Dibistana Havîn ku bi pêşengiya Şanoya Çiyê hate bicihanîn, hêza hevgirtinê ya hunerê gihand ciwanan. Ev dema havînê ku bi perwerdeyên muzîk û şanoyê têr û tijî derbas bû, ne tenê hunera beşdaran xurt kir, her wiha firsend da ku piştevanî û hevkariya çandî jî bê pêşvebirin. Projeya Dibistana Havînê ku bi piştgiriya herêmî û navneteweyî mezin dibe, zarok û ciwanên li herêmê di havîneke hunerî de derbas dike û dixwaze hem ji aliyê şexsî ve kesayetan bi pêş ve bibe, hem jî hişmendiya civakî xurt bike.

Endamê Şanoya Çiya Simko Cûdî li ser armanca projeya Dibistana Havînê axivî û got, “Bi vê projeyê dihate xwestin, di navbera ciwanan de huner bê pêşvebirin û eleqeya ji bo hunerê bê zêdekirin. Me xwest nirxên hevpar ên gelên Suryan, Ereb, Kurd, Ermen, civaka Êzidî xurt bikin. Her wiha me plan kir kuk havînek bi hunerê têr û tijî pêşkêşî beşdaran bikin.”

Simko Cûdî anî ziman ku di projeya bi pêşengiya Şanoya Çiya de di halê hazir de sê mamosteyên hunerê hene, projeyê meha Hezîranê destpê kir û got, “Li Dibistana Havînê hefteyê pênc rojan perwerdeya hunerê tê dayin. Destpêkê hatibû plankirin ku perwerde ji ciwanên navbera 14 û 18 salî re bê dayin; lê belê ji ber daxwaza zarokan û eleqeya wan a li muzîk û şanoyê, me zarok jî tevlî kir.”

PERWEDEYA ŞANO Û MUZÎKÊ

Cûdî diyar kir ku li Dibistana Havînê perwerdeyên muzîk û şanoyê têne dayin û li ser naveroka perwerdeyê jî got, “Sê mehan di beşa muzîkê de li ser amûran, karê koro, nota û solfejê ders hatin dayin. Di beşa şanoyê de jî li ser lîstikvanî, nivîsandina lîstikan, drama, deng û diyafram û jest perwerde hate dayin. Her wiha ciwan û zarokên tevlî perwerdeya şanoyê bûn, yekser beşdarî nîşandana şano jî bûn û tecrûbe wergirtin.

Di perwerdeyê de ku 47 jê zarok, 9 jê jin û 15 jê ciwan tevlî bûn, giranî ji mijarên cuda re jî hate dayin. Bi beşdariya Rêxistina Stêrk ji zarokan re li ser girîngiya paqijiya şexsî û hawirdorê perwerde hate dayin. Ji bo ciwan û zarok bi çanda xwe mezin bibin li ser girîngiya mezinbûna bi çanda xwe hate rawestîn.”

ROJÊN DENGBÊJIYÊ

Cûdî diyar kir ku roja Înê jî çalakiyên hunerî hatin lidarxistin û got, “Di nava 12 çalakiyên hunerî de di serî de ‘Wê Werin’, ‘Vejîn’ û ‘Em yan Ez’ çar lîstikên şano yên ji aliyê dibistana havînê ve hatin afirandin, hatin nîşandan. Fîlmên ‘Ji bo Azadî’ û ’14’ê Tîrmehê’ hatin nîşandan. Bi beşdariya zarok, ciwan û extiyaran rojên dengbêjiyê hatin lidarxistin. Bi van çalakiyan baldarî û eleqeya ji bo hunerê zêde bû.”

Simko Cûdî anî ziman ku beşdarên Dibistana Havîn li Rimêlanê tevlî Festîvala Zarokan bûn û got, “Di vê festîvalê de lîstika Çîrok û Çîvanok a zarokan, lîstika Nezanî rehetiya Canî ya ciwanan hatin nîşandan. Her wiha koroyeke ji jin ên ciwan jî muzîka xwe pêşkêş kir û koroyeke ji 40 zarokan bi stranên xwe reng dan festîvalê.”

PIŞTGIRIYA XURT JI BO DIBISTANA HAVÎNÊ

Cûdî ragihand ku hin saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Ewropayê piştgiriyê didin projeya Dibistana Havînê û got, “Diyaloga ku em bi saziyên li Ewropayê re datînin tevkariyê li naskirina çanda li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xurtkirina wê dike. Her wiha berhemên Şoreşa Rojava li cîhanê têne nasandin. Par ji herêma Baskê Şaredariya Durango, Komeleya Fonti Di Pace, Rêxistina Societa in Formazione, Teatro Degli İncontri, Teatro Ura, Oltreunpo Teatro û saziyên Comunita Brasiliana ya li Romayê piştgirî dan karên me yên hunerê. Îsal jî Komeleya Fonti Di Pace piştgiriyeke girîng da dibistaina havînê. Tê payin ku salên bê jî piştgiriya van saziyan dewam bike. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî piştgiriya Koma Zarokan a Stêrk, Jineolojî û Jinwar girîng bû.”

PROJEYÊN HUNERÎ WÊ DEWAM BIKIN

Simko Cûdî got, “Ciwan û zarokên li Dibistana Havînê hatin perwerdekirin bûn xwedî tecrûbeyên girîng. Ev proje ji bo kesên dixwazin tevlî Dibistana Bilind a Hunerê bibin firsendeke mezin e. Lewma ciwan û zarok wê karibin nirxên çandî yên civaka xwe biparêzin û bi pêş ve bibin. Bi projeya Dibistana Havîn re çawa ku me havînek bi hunerê temam kir, di encama vê perwerdeyê de koma şano ya ciwanan wê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê karê xwe dewam bike. Zarok jî wê hefteyê rojekê li hev kom bibin, perwerdeya xwe dewam bikin, heta havîna bê û xwe bigihîne projeyeke hîn xurt.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şaredariya Şemrexê febrîqeya testîlê ava dike
Nûçeya Pişt re Remziye Mihemed: Mexdûrên herî mezin ên şer jin û zarok in
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Festîvala Munzûrê ya Çand û Xwezayê di roja xwe dawî de ye

Di roja dawî ya 23’emîn festîvala Munzûrê ya Çand û Xwezayê de panelên “hilweşîna ekolojik”…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê bi hezaran kes ji bo mîtînga azadiyê li hev kom dibin

Li Amedê ji bo mîtînga 'Azadiyê' bi hezaran kes li Taxa Ofîs û kolana Goçmenlerê…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşa Mezin a Azadiyê: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin

Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Erdogan Saritaş di Meşa Mezin a Azadiyê de axivî û got:…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xerîb Hiso: Yekîtiya neteweyî navnîşana me ye, divê em li gorî wê bixebitin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê merasîma ji bo şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê serdema nû û zehmetiyên wê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a Efrîniyan xwe ji bo vegerê amade dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?