Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) gihîşt Mereşê. Heyetê li ber morga Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Sutçu Îmam ku birîndar lê tên dermankirin û cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane lê tên girtin, daxuyaniyek da. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, li ser navê heyetê axivî.
Temellî diyar kir ku malbat şînê digirin û got: “Divê rêz li vê xemgîniyê bê girtin. Divê her kes êşa kesên ku mirine bi kûrahî hîs bike. Ev ne cara yekem e. Em êşa hemû gelê Mereşê hîs dikin. Wekî DEM Partî, çi hewce bike em ê bikin da ku ev êş careke din dubare nebe û berpirsiyar hesab bidin.”
Piştî daxuyaniya xwe, heyetê serdana birîndarên ku li nexweşxaneyê tên dermankirin, malbatên wan û bijîşkan kir. Piştî ku serdana xwe ya Mereşê temam kir, heyet ber bi Sêwregê ve çû ku di 14’ê Nîsanê de êrişa çekdarî li lîseyê pêk hat.

