Pêncşem, 16 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îsraîl dixwaze dagirkeriya xwe ya li Lubnan, Sûriye û Xezeyê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Haluk Levent û 13 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanoger Levent Uzumcu hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîplomatê Îtalî Danieli: Azadiya Abdullah Ocalan wê aştiyeke mayinde pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di meseleya Kurd nîqaşa esas çek nîne, şêwazê avakirina çarçoveya nû ya siyasî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qutkirina ji kok û çêkirina zemînê bêparastinê – I

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li nêzî Konsolosxaneya DYE’ê li Hewlêrê sê dronên xwekuj hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ a li Şengalê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso: Divê îradeya Êzidiyan bi destûrê were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Îranê li Rojhilat kolberekî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Entegrasyona demokratîk dewletê biçûk dike, civakê mezin dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Mîna Qazî heya Şîrîn Elemhûlî jinên ji Rojhilat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşa jinên berxwedêr: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Şengalê cejnek di nav aramiya biharê û coşa hebûnê de
Kurdistan

Li Şengalê cejnek di nav aramiya biharê û coşa hebûnê de

Civaka Êzidî ya Şengalê li hemberî hemû ferman, talan û êrîşên qirkirina çandî û ruxmê şerê li herêmê bi bîr û baweriya xwe ya qedîm, di nav ewlehî û aramiyê de Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Civaka Êzidî doh li Şengal, Êzîdxan, Kurdistan û hemû deverên ku lê ne, cejna xwe ya herî pîroz, Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir. Ji ber ku di baweriya Êzdatiyê de ev roj, roja kewna dinyayê ango roja afirandinê ye, civaka Êzidî jî nasnameya xwe ya xwe ya rengîn a ku di dîrokê de her tim bûye sedema ferman û talanan, di vê roja pîroz de bi hemû xemlên xwe ve nîşan dide.

Doh li Şengalê jî, li Geliyê Kersê, li quntara Çiyayê Şengalê civaka Êzidî cejna xwe bi biharê re, bi meha Nîsanê re, bi têkoşîna xwe ya hebûnê re kir yek û bi coşeke mezin pîroz kir. Ji Qendîl, Mexmûr, Bexda, Rojavayê Kurdistanê, Şêxan û gelek deverên din an şande hatin Şengalê an jî peyamên xwe yên pîrozbahiyê gihandin civaka Êzidî. Bi taybetî wargeha Mexmûrê, bi şandeyeke berfireh û bi berhemên hunerî yên wargehê beşdariyeke xurt nîşan dan. 

‘FIKRÊ RÊBER APO MEXMÛR Û ŞENGAL KIRIYE YEK’

Hevseroka Şaredariya Mexmûrê Gurbet Îşler anî ziman ku ew ji wargeha Mexmûrê ji bo pîrozkirina Çarşema Serê Nîsanê hatine Şengalê û got: “Em kêfxweş in ku vê rojê bi civaka xwe ya Êzidî re pîroz dikin. Hem cihê kêfxweşiyê, hem jî serbilindiyê ye. Yê em anîne ba hev ku îro em van rojan bi hev re pîroz dikin, îdeolojiya Rêber Apo ye. Rêber Apo ew fikrê ku ti ferq naxe navbera çand û baweriyan daye me. Ev fikir îro em anîne vî cihê pîroz, quntara Çiyayê Şengalê. Em her êrişeke li ser Şengalê çêdibe, weke Mexmûr van êrişan li ser xwe jî dibînin. Armanca ji van êrişan bê nasnamekirin, bê çandkirin û bê zimankirina xelkê me yê Şengalê û tevahî gelê Kurd e. Civaka me ya Şengalê 74 ferman jiyan kirine. Herî zêde jî jin û zarok bûne qûrbanî. Bi dilekî şikestî jî be, em vê rojê pîroz dikin. Lê wê têkoşîna me ya ji bo wan bidome. Weke jinên ciwan erka me ye ku em xwe bikin yek û li ser fikrê Rêber Apo birêxistin bikin. Encax bi vî awayî em karibin li dijî êrişan bisekinin.”

‘JI BO ÊZIDIYAN ROJA AFIRANDINA DINYAYÊ YE’

Mamoste Lîza Feqîr jî balê kişand ser girîngiya vê cejnê ji bo civaka Êzidî û wiha axivî: “Em vê rojê weke rojeke taybet dibînin. Em Êzidî vê rojê weke roja afirandina gerdûnê dibînin. Ji ber dinya di vê rojê de hatiye afirandin û kewnandin. Em gelekî kêfxweş in ku dikarin weke Êzidî vê rojê pîroz bikin, ji bo çanda xwe ji bîr nekin û bijîn. Ez cejnê li hemû Êzidiyan û xelkê li vir kom bûye pîroz dikim.”

Endama Yekîtiya Ciwanên Mexmûrê Axîn Gokalp cejn li Rêber Apo, li hemû civaka Êzidî pîroz kir û got: “Weke xelkê Mexmûrê me xwest em tevlî vê cejnê bibin. Ev rojeke watedar û girîng e, roja kewna dinyayê ye.”

Yek ji beşdarên pîrozbahiya cejnê Lavîn Nayîf jî anî ziman roja Çarşema Serê Nîsanê sersala Êzidiyan e û wiha got: “Nîsan bûka salê ye. Em gelek kêfxweş in ku hatine vê derê. Ez vê cejnê li tevahî Êzidiyan pîroz dikim.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Êlihê rêxistinên hiqûqê: ‘Bila binpêkirin bidawî bibin û mirina Çevîren bê zelalkirin’
Nûçeya Pişt re Ayşegul  Dogan: Peywira komîsyonê diyarkirina çarçoveya qanûnî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Heger deriyê sînorê Mûrşîtpinar venebe, ji mirinên ku bên jiyîn, Tirkiye berpirsiyar e’

Heval Bozdag ê ji DEM Partiyê, li ser ambargoya li ser Kobanê ji Tirkiyê daxwaz…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Şamê careke din êrişî Dêrazorê kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên wê yên bi navê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hatayê êrîşa nijadperestî: Bi gotina ‘Em Kurdan naxwazin’ li karkeran xistin

Karkerên ku ji Amedê ji bo karkirinê çû Samandagê li êrîşeke nijadperestiyê rast hatin. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Qutkirina ji kok û çêkirina zemînê bêparastinê – I

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li nêzî Konsolosxaneya DYE’ê li Hewlêrê sê dronên xwekuj hatin xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ a li Şengalê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso: Divê îradeya Êzidiyan bi destûrê were mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?