Danûstandinên navbera QSD û Şamê li qadê bi cih bêne anîn jî nîşaneyên pêvajoyeke nû ya derbasbûnê xuya dikin. Ev derbasbûn hem sernavên esasî yên li xeta Rojava-Şamê hem jî şerê 14 salên dawî û hevsengiyên hêzê jinûve şênber dike.
TÊKOŞÎNA NASNAMEYÊ YA 64 SALAN
Li gelek bajarên Sûriyeyê karê li ser derxistina nasnameyê û hevdîtinên têkildarî pêvajoya entegrasyonê zêade bûne. Pênaseya “Welatîbûna wekhev” ji ber ku di herikîna dîrokê de li Sûriyeyê zêde nehaiye bikaranîn, îro jî ji bo gelek derdoran biyanî tê dîtin.
Pêkanînên Kembera Ereb, jinûve xêzkirina sînoran piştî sala 1916’an, Peymana Sykes-Picot a navbera Îngilistan, Fransa û Osmanî û polîtîkayên rejîmê yên guherî, bûn xalên şikestinê yên bingehîn ku rêveçûna meseleya nasnameya Kurd diyar kir. Piştî salên 1970’î polîtîkayên zordariyê yên rejîma Baasê bê navber dewam kirin. Ev serdem weke serdemeke welê hate dîtin ku hem lêgerîna nasnameyê ya Kurdan hate tepisandin hem jî şênber bû. Hevsengiyên hêzê ku sala 2011’an bi Bihara Ereb re guherîn, bandora rejîmê şikandibe jî têkoşîna nasnameyê ya Kurdan ti carî nesekinî. Mafên bingehîn ên Kurdan li çarçoveyeke destûra bingehînî nehate bicihkirin; perwerdeya bi Kurdî hate qedexekirin; aqûbeta bi hezaran Kurdan ên ku qeyda wan a nifûsê tine bû nediyar bû.
Îro jî hevdîtinên li ser bingeha peymana entegrasyonê ya 29’ê Çileyê de têne kirin, nîşan didin ku pênaseya nasname û welatîbûnê ya 64 sal in hatiye taloqkirin jinûve tê nirxandin.
DOSYA DÎLGIRTIYAN Û VEGERÊ
Di dosya Sûriyeyê de berdana girtiyan dewam dike. Heta niha nêzî 400 kes hatin berdan. Lê belê bi êrişên 6’ê Çileyê re gelek şervan û sivîl dîl hatin girtin ku aqûbeta wan hîn nediyar e. Li ser rwşa kesên li girtîgehên Dêrazor, Reqa û Helebê agahî nayê wergirtin.
Bi rojan e li gelek bajaran xizmên girtiyan li aqûbeta zarokên xwe dipirsin û daxwazê ji Hikumeta Şamê ya Demkî dixwazin. Di hevdîtinên QSD-Şamê de yekparebûna Sûriyeyê, vegera kesên koçî Ewropayê û welatên din kirine, vegera sivîlên ji warê xwe bûne û pevguhertina dîlgirtiyan weke sernavên cuda têne nirxandin. Ev sernav hemû ji bo dewamkirina pêvajoya asayîbûnê têne meşandin.
PIŞTÎ 6 SALAN RÊYA TIL TEMIR-SERÊKANIYÊ HATE VEKIRIN
Vegera malbatên Efrînî pêk hat. Nêzî 1000 malbatên din ji Qamişloyê bi otobusan berê xwe dan Efrînê. Karwana ku jin, zarok û extiyar jî di nav de bûn bi gotina “Em piştî 8 salan li xaka xwe vedigerin” pêvajo pêşwazî kirin. Ji 9’ê Cotmeah 2019’an û vir ve di encama êrişên dewleta Tirk de Serêkaniyê û Girê Spî hatiye dagirkirin û komên SMO yên paramîlîter ên dewleta Tirk lê hatine bicihkirin.
Yek ji xalên hevdîtinên entegrasyonê ne tenê vegera Efrîniyan e; her wiha paqijkirina rêyên mayinkirî, vekirina xetên ragihandinê û amadekariya vegera bi ewle ya gel e. Piştî 8 salan rêya navbera Til Temir-Serêkaniyê jinûve hate vekirin.
Li gel ku Serêkaniyê bi talanê tê bîranîn jî tê gotin ku di demeke kurt de wê malbatên Kurd li warê xwe vegerin.
PEYMAN HEYE, DAXUYANIYA FERMÎ NÎNE
Di daxuyaniyên beriya niha yên Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî de hate ragihandin ku saziyên Rêveberiya Xweser wê dewam bikin; li gel vê yekê di çarçoveya entegrasyonê de wê saziyên dewletê paralel bixebitin.
Komîteyên hevpar ên navbera QSD-Şamê hatin avakirin li qadên weke Ragihandin, Zîreet, Çavkaniyên Enerjiyê û Wezareta Tenduristiyê kar dikin. Lê belê hilbijartina şaredaran, tayînkirinên leşkerî û siyasî hîn nediyar e.
Peymana 29’ê Çileyê xwedî gelek xalan e ku divê li qadê bêne bicihanîn, lê belê Hikumeta Şamê ya Demkî hîn demeke fermî ranegihandiye.

