Çarşem, 14 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 14’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kariane Westrheim: Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd bi kêrî civaka Tirkiyeyê jî tê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nûray Turkmen: Berpirsiyariya meseleyê bes ne ya DEM Partiyê ye, ya hemû derdoran e
Rojane

Nûray Turkmen: Berpirsiyariya meseleyê bes ne ya DEM Partiyê ye, ya hemû derdoran e

Akademîsyen Nûray Turkmen qonaxa ku pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk gihîştiyê nirxand û diyar kir ku ji bo aşitiya mayînde divê pêngavên bawerdêr yên beramber werin avêtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Gulan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di gel ku bi ser pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de sal û nîv derbas bûn jî desthilatdarî hê jî di mijara pêngavavêtinê de dilsar e. Tevî pêngavên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên têkildarî birêveçûna pêvajoyê jî desthilatdarî serî li taktîka gîrokirinê dide û ev yek di nava raya giştî de dibe sedema nîşandana nerazîbûnan.

Paşvenekişandina qeyûman, neberdana girtiyan, zêdebûna operasyonên li ser CHP’ê her ku diçe pêvajoyê zêdetir bi awayekî neyînî bandor dike. Akademîsyen Nûray Turkmen têkildarî tiştên ku rû didin ji ajansa me re axivî.

‘GIRANBÛNA PÊVAJOYÊ BES NE JI BER DILSARIYÊ YE’

Akademîsyen Nûray Turkmen di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku divê pêvajoya çareseriyê bes ne li gel niyetan li gel karekterê rejîmên siyasî û kapasîteya veguherîna dewletê jî were nirxandin û ev yek anîn ziman: ‘’Bi min divê pêvajoya çareseriyê bes ne li gel niyeta aliyan li gel karekterê rejîma siyasî, hevsengiyên hêzê, asta rewabûna civakî û kapasîteya veguherîna dewletê were nirxandin. Ji ber vê yekê nirxandina giranbûn yan jî pêşketina sînordar ya pêvajoyê ya weke ‘’dilsarî’’ yan jî ‘’israrê’’ wê kêm bimîne. Li Tirkiyeyê tim di navbera nêzîkatiya dewletê ya ewlehiyê dixe navenda xwe û perspektîfa demokratîkbûyînê de rageşiyek heye. Her pêngaveke têkildarî çareseriya demokratîk; bes ne meseleyeke muzakereyê ye, di heman demê de tê wateya jinûvesererastkirina hiqûq, hemwelatîbûn, demokrasiya xwecihî, nûnertî û qada dewletê. Ev yek jî ji aliyê desthilatdariyê ve dikare weke qadeke ku jinûveavakirina hevsengiyên siyasî ya zehmet were dîtin. Her wiha di atmosfereke ku ew demeke dirêj e lê şer pevçûn hene de kesên biryardêr gelek caran serî li tercîha ‘’pêşiyê ewlehî piştre reform’’ didin. Lê belê tecûrbeyên navneteweyî berovajiya vê yekê nîşan didin: Aşitiya mayînde gelek caran ne bi berfirehkirina polîtkayên ewlehiyê; li gel pêngavên siyasî yên bawerdêr, temînatên hiqûqî û zedekirina beşdarbûna civakî pêkan dibe.’’

‘BERPIRSIYARÎ BES NE YA DEM PARTIYÊ YE YA HEMÛ MUXALEFET Û CIVAKÊ YE’

Nûray Turkmen piştre bal kişand ser rexneyên ku DEM Partiyê nekariye pêvajoyê ragihîne, diyar kir ku DEM Partî ji bo civakîbûna pêvajoyê xebitiye lê belê divê were nîqaşkirin bê ka vê yekê xwe di nava derdorên berfireh ên civakê de xwe nîşan daye yan na û got: ‘’Bi temamî redkirin yan jî qebûlkirina vê rexneyê jî ne hêsan e. Ji ber ku divê li vir em du astan ji hev cuda bikin: birêvebirina pêvajoyê û civakîkirina pêvajoyê. Weke em dizanin; mayîna pêvajoyeke siyasî ya bes di navbera navendên partiyan, serokan yan jî aktorên muzakereyê de têrê nake. Divê beşên cuda yên civakê jî xwe weke kirdeyên vê pêvajoyê hîs bikin. Bi taybetî jî dema ku em li tengkirina qadên nîqaşên raya giştî yên di salên dawiyê de, zêdebûna berberîbûnê û avaniya çapemeniyê ya perçeyî dinêrin em dibînin ku hilberîna rewabûna civakî ya bes li gel mitîngên siyasî yan jî daxuyaniyên partiyan zehmet e. Pêvajoyên çareseriya demokratîk bes têkildarî têkiliya di navbera aliyên şer û pevçûnê de nîne, bi awayekî rasterast girêdayî atmosfera demokratîk a giştî ya welêt e. Ji ber vê yekê jî destwerdanên têkildarî muxalefeta sereke  yan jî hemû sepanên ku qada siyaseta demokratîk teng dikin bandorê li nîqaşên çareseriyê dikin. Lê belê veguherîna demokratîk ya mayînde dikare li gel piraniyê û pêbaweriya rastîn pêş bikeve. Ji ber vê yekê mesele bes ne meseleya partiyekê ye; pirsa bê ka qada siyaseta demokratîk berfireh bûye yan na ye.’’

‘SEKNA REWŞENBÎRAN JI ÇEND MEYLAN PÊK TÊ’

Nûray Turkmen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser sekna rewşenbîrên Tirkiyeyî jî, diyar kir ku nirxandina ku rewşenbîr di nava yek seknê de ne wê kêm bimîne û ev yek anîn ziman: ‘’Ne pêkan e ku civak yan jî rewşenbîr di nava yek seknê de werin nirxandin. Lê belê em dikarin qala çend meylan bikin. Meyla yekemîn; derdora ku bi awayekî xurt piştgiriyê didin bidawîkirina şer û pevçûnan û demokratîkbûyînê lê belê dixwazin ku ev yek bi awayekî eşkere, temînatên hiqûqî û li gel beşdariya civakî were birêvebirin. Meyla duyemîn; Derdorên ku ji ber tecrûbeyên beriya niha bi awayekî bipîvan nêzîk dibin û bi fikar in ku pêvajo bes veguhere pêngaveke siyasî ya taktîkî. Meyla sêyemîn jî ew derdor in ku pêşaniyê didin nêzîkatiya ewlehiyê dixe navendê û xwe ji nîqaşên çareseriyê dûr digirin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Engîn Sever: Divê rast nêzî Mafê Hêviyê bibin, em ê li qadan bin!
Nûçeya Pişt re Têkoşîna li Gimgimê didome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îsmaîl Agaç jiyana xwe ji dest da

Îsmaîl Agaç ku 3 zarokên wî di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn, li nexweşxaneya lê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirkeran êriş kirin: 2 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser rêya bejahî ya M4 a Eyn…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlaya YJA Starê Cîhan Hîvron û hevreyên wê li Şengalê hatin bibîranîn

Gerîlaya YJA Starê Cîhan Hîvron û hevreyên wê yên li Heftanînê şehîd bûbûn, li Şengalê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 14’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hamayê 3 kes hatin kuştin, li Idlibê 2 mirinên bi guman

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwanan li Til Temir û Zirganê banga naskirina Kurdî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Bawer Agir li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?