Yekşem, 12 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê Abdullah Ocalan bikare bi rengekî azad bijî û bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Me dest ji têkoşînê berneda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nedîm Seven: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: 16 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tugçe Tatarî: PKK’ê tiştê dikeve ser milê xwe kir, dora dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi ser Şaredariya Çankaya ya CHP’ê de hate girtin: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Werîşe Muradî tevlî danişînê nebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê Çira FM’ê Mirad Mîrza di 2’yemîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî seredana sersaxiya Bahar Bîlge hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!
Jin

Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

Roja şemiyê 24’ê Gulanê, li herêma Villa Giardino ya ser bi parêzgeha Córdoba ya Arjantînê, di çarçoveya kampanyaya navnetewî ya “Em hemû YPJ ne!” de çalakiyeke pişgirtiyê hat lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Gulan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çalakiya ku bi banga Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatibû amadekirin, ji aliyê Cîgeha Alîna û Pañuelos en Rebeldía ve hat birêxistinkirin. Bername bi parvekirina peyama ku ji aliyê Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rojhilat Efrîn ve hatibû şandin, destpê kir. Di peyama Rojhilat Efrîn de ev tişt hate gotin:

 

“Parastin, mafekî rewa ye ku divê hemû civak û hemû jin xwe birêxistin bikin û bikar bînin; bi rastî jî divê em vê yekê hem di asta civaka xwe de hem jî di asta giştî de rewa bikin û biparêzin. YPJ, mîrateya hemû jinên ku di dirêjahiya dîrokê de rol û zanîna xwe parastine ye. Ew nirxên ku YPJ’ê ji bo hemû jinan, jinên Sûriye, Rojava û cîhanê ava kirine, modelekî nû yê xweparastinê nîşan dide. Ji bo parastina hebûna YPJ’ê divê her kes rabe ser piyan. Ji ber vê yekê em dibêjin ‘Em hemû YPJ ne!’. Banga me ji bo hemû jin, ciwan û civaka me ye: Ji bo parastina vê mîrateyê û vê dîrokê em rabin ser piyan; li hemberî pergala serdestiya baviksalarî di asta herî bilind de têkoşînê bikin û xwe biparêzin.”

Claudia Korol li ser navê Cîgeha Alîna û Femînîstên Abya Yala axivî û rewşa YPJ’ê ya ku di bin gefa tunebûnê de ye, nirxand.

Claudia her wiha êrîşên leşkerî yên dijwar ên li ser Kobanê, Hesekê û Qamişloyê bi bîr xist û diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Rojava banga seferberiya giştî kiriye. Wê destnîşan kir ku Rêber Apo tevî ku 27 sal in li girtîgeha girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, ji bo rêgirtina li kûrkirina komkujiyên li ser gelê xwe, banga berdewamkirina diyaloga aştiyê kiriye.

Claudia di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser van xalan: “Em wek jin, femînîst û nepejirênerên nasnameya zayendî yên ji parzemînên cuda, ji bo parastina YPJ’ê, mafê xweparastina jinan û pedagojiya şoreşa Kurd kampanyayê dimeşînin. Di van çalakiyan de em dixwazin ku daxwazên me li hemû cîhanê werin bihîstin: YPJ nayê belavkirin; divê wek yekîneyeke ku jinan û nirxên demokratîk diparêze, di nava artêşa Sûriyeyê de were entegrekirin! Xweparastina jinan û şoreşa Kurd nayê radestkirin.”

Cintia ya ku di çalakiyê de axivî, behsa ezmûna Cîgeha Alînayê ya li Villa Giardinoyê kir. Cîgeh, piştî ku Patricia Gregorini (dêya bijîşka enternasyonalîst Alina Sánchez a ku li Rojavayê jiyana xwe ji dest dabû) beşek ji erdê xaniyê ku keça wê zarokatî û ciwantiya xwe lê derbas kiribû ji Pañuelos en Rebeldía re wek bexşîş da, hat avakirin. Li vir bi rêbaza komunal; ji bo perwerdeya siyasî, pişgiriya femînîst, tenduristiya gel û xebatên xwedîkirinê qadeke kolektîf tê avakirin. Di heman demê de wek navendeke ku lêkolîn û nîqaş li ser ezmûnên şoreşa jinê ya Kurdistanê û pêvajoyên şoreşgerî yên li Abya Yalayê tên kirin, fealiyetê dimeşîne.

Endamekî din ê Cîgeha Alînayê, Bernardo jî anî ziman ku wî Alina ya ku tevlî têkoşîna gelê Kurd bûbû, li Kubayê —di heyama ku Alînayê perwerdeya bijîşkiyê didît de— nas kiriye. Wî diyar kir ku piştre rêyên wan dîsa gihîştine hev û bi vî rengî di navbera ezmûna Kurdistanê û têkoşînên Amerîkaya Latîn de girêdaneke herdemî ava bûye. Gelek kesên ku di çalakiyê de mafê axaftinê girtin, peyamên xwe yên piştgiriya YPJ’ê parve kirin.

Di axaftinan de ev peyam jî hate dayîn: “Hûn ne bi tenê ne.”

Dêya Alînayê, Patricia ya ku beşdarî civînê bûbû jî, careke din piştgirî û rêzgirtina xwe ya ji bo şervanên YPJ’ê û têkoşîna gelê Kurdistanê anî ziman: “Bi rastî jî parastina YPJ’ê erkekî gerdûnî ye; em ê li başûrê cîhanê vê têkoşînê bi bîranîn û piştgiriya Alînayê berdewam bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Rojava serdana şehîdgehan
Nûçeya Pişt re Endama RAF’ê ya berê Daniela Klette piştî 30 salan 13 sal ceza danê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji QSD’ê li Kampa Holê operasyona li dijî şaneyên DAÎŞ’ê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Kampa Holê ya li başûrê Hesekê li hemberî şaneyên DAÎŞ'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK-PAJK: Xwedî li şoreşa jinê ya Rojava derkevin!

Koordînasyonên KJK û PAJK’ê diyar kirin ku yekane plana rejîma faşîst a AKP-MHP’ê qirkirina Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongra Star ji bo YPJ qanûnî were naskirin dest bi pêngavê dike

Kongreya Star li bajarê Çilaxayê bi jinan re civiya û diyar kir ku ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Werîşe Muradî tevlî danişînê nebû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kedkarê Çira FM’ê Mirad Mîrza di 2’yemîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên Til Temirê: Zarokên me serbest berdin! 

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?