Tundiya li dibistanan ku rojên dawî zêde bû, gihîştiye asteke metirsîdar. Êrişên ku destpêkê li Rihayê, piştre jî li Mereşê rû dan û meyla tundiyê ya li nava zarokan a li Tirkiye û Kurdistanê, berevajî îdîayên desthilatdariyê, nîşan dide ku helwesteke şexsî nîne.
Ji Sendîkaya Mamosteyên Taybet Ûgûr Gelmez ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku tundiya kujer a zêde bûye bûyerên yekane nîne.
‘TUNDÎ PIRSGIRÊKA AVANÎ YA SAZIYÊN PERWERDEYÊ YE’
Gelmez destnîşan kir ku bûyerên diqewimin pirsgirêkeke avanî ya saziyên perwedeyê ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Meha derbasbûyî li Çekmekoy a Stenbolê li dibistanekê di encama êrişa bi kêrê de hevalekî me yê mamoste jiyana xwe ji dest da. Vê mehê jî li Riha û Mereşê li pey hev du êrişên bi çekê hatin kirin. Kedkarên perwerdeyê û mamoste hatin kuştin, hinek jî birîndar bûn.
Ev bûyerên yekane nînin. Nabe ku wek bûyereke ku bi tena serê xwe qewimî ye, bê nirxandin. Ev êriş encam û nakokiyên sîstema perwerdeyê ya paşverû ya tê ferzkirin radixe pêş çavan. Tundiya ku gihîştiye asta heyî pirsgirêkeke avanî ya li saziyên perwerdeyê ye.”
‘DIBISTAN ÊDÎ PARASTÎ Û EWLE NÎNIN’
Gelmez işaret bi girîngiya pêkanîna ewlehiya li dibistanan kir û anî ziman ku dibistan êdî ewle nîne. Gelmez got, “Dibistan ew qada sereke ya cemaweriyê ye ku divê ewlehiya kedkarên perwerdeyê û mamosteyan bê pêkanîn. Lê di rewşa heyî de dibistan ewle nîne. Ewlehî jî tenê bi tedbîrên ewlekariyê yên fîzîkî nabe, bi wezîfedarkirina çawişê pispor li dibistanan ewlekarî pêk nayê. Tundî ji nişka ve derketiye holê.”
‘NEWEKHEVÎ ZÊDE BÛ, TÊKILIYA CIWANAN A BI PERWERDEYÊ RE LAWAZ BÛ’
Gelmez ragihand ku ji ber paşverûtiya polîtîkayên perwerdeyê xwendekar ji paşeroja xwe bi fikar in, newekhevî zêde bûye û got, “Di atmosfereke welê de ku weke encama polîtîkayên paşverû yên perwerdeyê xwendekar ji paşeroja xwe bi fikar be, newekheviya civakî zêde bibe, têkiliya ciwanan a bi perwerdeyê re lawaz bibe û zordarî lê zêde bibe, tundî derdikeve holê. Di rêze fîlmên ku herî zêde lê tê temaşekirin de eger pesnê mafyayê bê dayin wê tundî rû bide.
Perwerde mafekî cemawerî û jiyanî ye. Nabe ku radestî meseleya ewlekarî û bazara sermayeyê bê kirin. Di rewşa heyî de divê polîtîkayên perwerdeyê li ser bingeha zanistî, cemawerî û wekheviyê jinûve bê avakirin. Di serî de Wezîrê Perwerdeya Mîllî Yûsûf Tekîn divê berpirsyar hemû îstifa bikin û li pêşberî raya gitşî hesab bidin.”

