Duşem, 1 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    1’ê Îlonê: Aştî tenê bi îradeya hevpar a gelan pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtîngên 1’ê Îlonê: Divê komîsyon bi lezgînî bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan şîna Şehîd Arvîn Çirav asteng kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîmogûllari: Aştiya Tirkiyeyê firsendek dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Veguherîna civakî peywira sereke ya serdema nû ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê Mitînga 1’ê Îlonê: ‘Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bakirhan: Divê Ocalan bi gelê xwe re bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê mîtînga 1’ê ÎLonê: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê li dijî mamosteyan êşkence, binçavkirin û girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê girseya gel serdana şîna Bahaddîn Ay kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê 40 gorên antîk ên 2.300 salî derketin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Êrîşên artêşa Tirk dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îtalyayê hemwelatiya fahrî dan sê jinên ku cezayê îdamê lê hatine birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan xutbeyên Diyanetê protesto kirin û serlêdana sûc kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî: Em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şengal wê bibe navenda ronakbîriyê ya Êzidiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hûn bi qedexeyê nikarin aştiyê tune bikin, em ê aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo rawestandina cezayên îdamê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê wê dibistana muzîkê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Awazên Çiya bi ‘Dara Jiyanê’ Cejna Vejînê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Divê Iraq rê li ber pêkanîna ajandaya Tirkiyeyê bigire’
Kurdistan

‘Divê Iraq rê li ber pêkanîna ajandaya Tirkiyeyê bigire’

Kawêz Mela Perwîz: Divê Iraq rê li ber wan hêz û aliyan bigire ku ajandaya Tirkiyeyê pêk tînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Îlon 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rojnamevan û çavdêrê siyasî Kawêz Mela Perwîz, li ser metirsiyên berfirehbûna dagirkeriya artêşa Tirk bi alîkariya PDK’ê, komploya Tirkiye û PDK’ê ya li dijî her du parêzgehên Kerkûk û Nînowayê, dijberiya Tirkiye û PDK’ê ji bo danîna parêzgarekî Kurd li Kerkûkê û dijberiya wan li hember Kurdan bi giştî û Kurdên Kerkûkê bi taybetî û çend mijarên têkildarî van mijaran fikrên xwe ji ANF’ê re anî ziman.

Têkildarî dagirkirina axa başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, Kawêz Mela Perwîz wiha got: “Pêwîst bû gelê Kurd bi yekdengî li dijî hatina artêşa Tirk a dagirker rawestiyaya, lê mixabin me yekdengî nedît li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê, berevajî, Tirkiyeyê bi hêsanî herêmeke mezin ji Herêma Kurdistanê dagir kir.”

Her wiha Kawêz Mela Perwîz amaje bi hewldanên Tirkiyeyê kir ji bo dagirkirina Kerkûkê û wiha domand: “Dagirkeriya Tirkiyeyê tenê bi dagirkirina çend herêmên Herêma Kurdistanê nesekiniye, demeke dirêj e dewleta Tirk a dagirker li ser Kerkûk û çend herêmên din kar dike û ajandayeke Sunnî ava kiriye ku mixabin beşek ji Kurdan jî bûne beşek ji vê ajandaya Sunnî ya Tirkiyeyê, em dibînin li Kerkûk û herêmên din ên Kurdistanî xwestin ajandaya xwe pêk bînin û dest daynin ser desthilatdariya bajaran, wekî ku me di heft salên borî de li Kerkûkê dît, balyozê Tirkiyeyê wek bajarekî Tirkiyeyê li Kerkûkê dinêrî.”

Di berdewamiya axaftina xwe de li ser hewldanên Tirkiyeyê ji bo pêkanîna ajandayên xwe li Kerkûk û Neynewayê, Kawêz Mela Perwîz got: “Diviya Hikûmeta Iraqê destûr nedaya ku Tirkiye wê rolê bilîze li ser van her du bajarên girîng ên Iraqê û çawa bixwesta bi wî awayî rêveberiya bajaran ava bikira. Em dibînin Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê eşkere dibêje ‘divê avakirina rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê bi awayê dorê be di navbera pêkhateyên cuda de’. Her wiha Iraq divê rê li ber wan hêz û aliyan jî bigire ku ajandaya Tirkiyeyê bi cih tînin.”

Kawêz Mela Perwîz her wiha ev tişt anîn ziman: “Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê eşkere dibêje ‘Divê avakirina rêveberiya Kerkûkê bi dorê be’, bi gotineke din Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê xwe wek damezrînerê avakirina rêveberiya Kerkûkê dibîne. Divê vî mafî nedin Tirkiye û hêz û aliyên girêdayî Tirkiyeyê. Metirsiya dagirkeriya Tirkiyeyê gelek mezintir e ji ya ku tê dîtin. Ev dagirkeriya Tirkiyeyê li ser Rojhilata Navîn çi qas metirsî be, ew qas jî metirsî ye li ser wan hêzên girêdayî Tirkiyeyê. Loma metirsiya dagirkeriya artêşa Tirk cidî ye. Divê Kurd bi yekdengî û yekhelwestî li her derê li dijî hatina Tirkiyeyê rawestin. Çawa ku Kerkûkiyan ajandaya Tirkan têk birin, divê li Herêma Kurdistanê jî hatina Tirkan a ji bo wan herêman were têkbirin.”

Her wiha Kawêz Mela Perwîz behsa rewşa Herêma Kurdistanê kir ku rê xweş kiriye ji bo dagirkeriya Tirkiyeyê û got: “Ew rewşa ku li Herêma Kurdistanê heye rewşeke wisa afirandiye ku her hêzek li sînorê erdnîgariya xwe li gorî berjewendiyên xwe siyasetê dike û herêma xwe bi rê ve dibe. Başûrê Kurdistanê bi awayekî dabeş bûye ku rêveberiya hêzên siyasî diyar e, sînorên wan diyar in.”

Çavdêrê siyasî Kawêz Mela Perwîz behsa paşvebirina ajandaya Tirkiyeyê kir û got: “Li her du parêzgehên Kerkûk û Neynewayê bi rêya hilbijartinan ajandaya Tirkiyeyê paşve hat birin. Loma divê hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê di vê hilbijartina bê de, ji bo ku Tirkiye bi daxwaza xwe nekare zextê bixe ser bajarên Kurdistanê, çi dema ku êrişeke Tirkiyeyê li ser her bajar û bajarokekî başûrê Kurdistanê çêbe, divê em hemû bi hev re bi fikar bin. Eger êşek bigihîje Silêmaniyê, divê xelk li Duhokê bi fikar be; eger êşek bigihîje Amêdiyê û Tirkiye wê dagir bike, divê xelk li Celewla û Kerkûkê bi fikar be û wê wek pirsgirêka xwe bibîne. Bi vî awayî netewe çêdibe.”

Kawêz Mela Perwîz di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hêvîdar im di vê hilbijartina bê de li Parlamentoya Kurdistanê ev hevkêşe bê guhartin û dagirkeriya Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê paşve bê birin û ajandaya Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê li derekê bê sekinandin. Divê em bizanin ku ajanda û metirsiya dewletan li ser siberoja me Kurdan çi ye. Tirk eşkere dibêjin ku li tu dera cîhanê hebûna Kurdan û jiyana Kurdan qebûl nakin. Loma divê em hay ji van metirsîyan hebin. Divê em wek Kurd li berjewendiyên xwe binêrin û li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî bi dewletan re têkiliyan ava bikin. Divê Tirkiye di nav wê xelekê de be ku em her dem wê wek metirsî bibînin li ser hebûna xwe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KERKÛK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG’ê nasnameya şehîdên Xakurkê eşkere kir
Nûçeya Pişt re Li Qoserê qeza: 13 kes birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk êriş bir ser Şengalê

Dewleta Tirk a dagirker li gundekî Şengalê bombe li wesayitekê barand.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Reqayê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku bi operasyoneke li Reqayê Mihemed El Coce ku malbatên…

Ji aliyê Stêrk TV

Helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk jiyana xwe ji dest da

Helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk ku ji ber nexweşiya kanserê derman dibû li Nexweşxaneya Zanîngeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bakirhan: Divê Ocalan bi gelê xwe re bicive

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rihayê mîtînga 1’ê ÎLonê: Divê Rêber Apo azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê li dijî mamosteyan êşkence, binçavkirin û girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Nisêbînê girseya gel serdana şîna Bahaddîn Ay kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?