Di daxuyaniyê de hate gotin, “Milîsên me li taxa Ofîsê ya Amedê 8’ê Îlonê sibehê saet di 04:00 de bazirganê narkotîkê kesê bi navê B. Dogrû binçav kirin.”
Hate ragihandin ku milîsên wan destpêkê bazirganê narkotîkê lêpirsî kirin, der bar ê tora bazirganiya narkotîkê de agahî wergirtin û gelek madeyên narkotîkê zevt kirin.
Hate ragihandin ku madeyên narkotîkê hatin îmhakirin û piştre B. Dogrû yê ku ji bo xizmetê ji şerê taybet re neke hatibû hişyarkirin piştre hate cezakirin, birîndar kirin.