Tevgera Azadiyê ya Kurd gerîlayên ku ji ber şert û mercên şer şehadeta wan neragihandî, di van demên dawî de radigihîne. Bi vê yekê re li Tirkiye û Kurdistanê taziye û bîranîn hatin lidarxistin.
Gelê Kurd bi girseyî tevlî van taziye û bîranînan dibe. Li hemberî van merasîman hewldanên krîmînalîzekirinê jî çêbûn. Antropolog Derya Aydin diyar kir ku şîn parçeyekî xwezayî yê pêvajoyê aştiyê û çareseriyê ye û destnîşan kir ku pêvajoya heyî li gorî dema 2013-2015’an hîn bi tedbîrtir pêşve diçe.
Em beşa duyem a roportaja bi Endama Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan û Edaletê Derya Aydin re diweşînin.
Derya Aydin diyar kir ku gav hêdî tên avêtin, qanûna çarçoveyê ji aliyê meseleya Kurd ve metneke ewilî û girîng e û destnîşan kir ku her du alî jî di pêvajoyê de pir bi tedbîr û baldar in.
Derya Aydin bilêv kir ku dewlet naxwaze şîna kolektîf a Kurdan veguhere bîranîneke rewa û got, “Di salên 2013-2015’an de her çendî goristan tên avakirin, cenaze tên komkirin û merasîmên veşartina girseyî tên kirin jî, hem krîmînalîzasyona di çapemeniyê de hem jî nêzîkatiyên mîna hilweşîna peykerê Mahsum Korkmaz nîşan dide ku dewlet nahêle ev veguhere pêvajoyeke bîranînê û di nava sînorên diyar de destûr dide vê yekê.”
Derya Aydin anî ziman ku piranî kesên hewl didin krîmînalîze bikin ji îfadeya Kurdan a “şehîd” pir nerehet in û got, yek ji sedemên din ên nerazîbûnan hêza sembolîk a van “mirinên polîtîk” e. Derya Aydin got, “Hêzeke welê ye ku ev du hefte ne erdnîgariya Kurd derbas kir û heta Stenbol, Îngilistan û Swîsreyê dom kir.”
Derya Aydin êrîşên berê li hemberî taziyeyên Kurdan dihatin kirin, bi bîr xist û got, “Di roja îro de kesên jiyana xwe ji dest dane tên ragihandin û bi rengekî kolektîf şîn tên girtin. Neastengkirina van taziyeyan, ji goristana bêkesan nasên xwe wergirtin, girîng e lê belê bi tena serê xwe têrker nîne.
Ez difikirim ku divê her ji niha ve binesaziya xebatên ji bo dîtina cenazeyan û bi nasnamekirina wan, were avakirin. Ev rêyeke dirêj e, lê belê dema em li demografiya mirinên polîtîk û daxwazên malbatan dinêrin, divê ev demildest destpê bike. Divê xebat bên meşandin ku malbat, kesên ji tibê, antropologên edlî, arkeologên edlî, hiqûqnas û rêxistinên mafên mirovan tevlî bibin. Ji bo ev xebat bên kirin, şertê ewilî berpirsyariya siyasî ye. Her wiha divê mekanîzmayên ku dewlet û tevger têkildarî vê yekê bi hev re bixebitin, bên avakirin. Alî divê hem pêşiya van xebatan vekin hem jî tevkariyê lê bikin. Ev ji bo aştiya pozîtîf jî gaveke krîtîk e.”
Derya Aydin anî ziman ku di navenda pêvajoyên çareseriyê de timî şîn heye, avakirina aştiyê bi şîn girtinê re pêşde diçe û ev tişt got, “Li her cihê ku rejîmên dijmintiyê lê derketine holê mixabin tundî li miriyan jî tê ferzkirin. Em li mînakên herî nêz binêrin. Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji qurbaniyên komkujiyên Helebce û Enfalê nasnameya pir kêm kesan hatiye diyarkirin. Ji ber ku hîn jî li herêmê şer didome.”

