Li Şîlî’yê, ji ber salvegera 53’emîn a darbeya leşkerî ku 11’ê Îlona 1973’an ji aliyê Augûsto Pinochet ve hate kirin, xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de 284 kes hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Ewlekariya Cemaweriyê ya Şîlî’yê Martín Arrau di xwepêşandanên rojên În û Şemiyê de ji kesên hatin binçavkirin 31 jê zarok û 16 jî welatiyên biyanî ne. Hate ragihandin ku hejmara binçavkirinê li gorî salek beriya niha ji sedî 80 zêde bûye.
POLÎS Û XWEPÊŞANDÊR BI HEV KETIN
Bi hezaran kes daketin qadan û darbeya leşkerî ya ku Serokdewletê sosyalîst Salvador Allende anî xwarê û dîktatoriya Pinochet şermezar kirin.
Li gorî rayedaran, hin xwepêşandêran bi kevir û ço êriş birin ser hêzên ewlekariyê, polîsan jî gazên ku çavan dişewitîne û ava şid bi kar anîn. Wezareta Ewlekariyê diyar kir ku di dema xwepêşandanan de 198 bûyerên tundiyê hatin tespîtkirin, lê belê tiştek bi kesî nehat.
Wezîr Arrau got, “Em ê bi dewamî li dijî tundiyê têbikoşin û aramiya malbatên Şîlî biparêzin.”
YEKEMCAR MERASÎMA FERMÎ NEHATE LIDARXISTIN
Di dema desthilatdariya Pinochet de zêdeyî 3 hezar û 200 kes hatin kuştin an jî windakirin. Dîktatorî di sala 1990’î de bi dawî bû û welat careke din derbasî demokrasiyê bû.
Lê belê îsal ji dema vegera li demokrasiyê û vir ve yekemcar ji bo salvegera 11’ê Îlonê merasîmeke fermî nehate lidarxistin.
Serokkomarê rastgir José Antonio Kast roja Înê axivî û anî ziman rabirdû nikare bê jêbirin, divê ew li siberoja welatê xwe binerin.

