Komxebata ‘Li hember krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ li navenda Şengalê tê lidarxistin, bi nîqaşan dewam dike.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Guneş jî bi peyameke bi dîmen tev li komxebatê bû û tecrîda li Îmraliyê nirxand.
Omer Guneş anî ziman ku bûyerênk niha diqewimin, rasterast bi kiryarên li Îmraliyê ve girêdayî ye û got, “Tirkiye dixwaze di sîstema ceza de wê derê weke labaratuarê bi kar bîne. Wê derê weke projeya diyarkirina hiqûqa xwe diyar kiriye. Girava Îmraliyê di warê pergala ceza de wek modeleke nû, modern pêşkêşî milet hatiye kirin. Propaganda wisa hatiye kirin. 15-20 salan tenê girtiyên edlî li wir dihat girtin, lê piştî li Tirkiyeyê rewşa siyasî diguhere hikûmet difikire ku kî jê re muxalîf e, kî li hemberî xwe asteng dibîne wan jî dişîne Girava Îmraliyê. Ev jî merheleya duyemîn e. Merheleya yekemîn ji bo kesên edlî bû, di merheleya duyemîn de kesên siyasî jî şandin wir, yanî sûcên edlî û siyasî tevlihev bû. Bi vî awayî gelek kesên navdar, kesên muxalîf ên hikûmetê girtin û şandin Girava Îmraliyê. Ev rewş heta girtina birêz Ocalan wisa dewam dike. Lê piştî ku birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê tê kirin merheleya sêyemîn destpê dike. Ev jî êdî girêdayî sîstema dewleta Tirkiyeyê û rêberên Kurdan re girêdayî ye.”
‘PIŞTÎ RADESTKIRINA BIRÊZ OCALAN PERGALA GIRTÎGEHÊ GUHERÎ’
Omer Guneş anî ziman ku ji vê pêvajoyê û pê ve êdî xwestin girava Îmraliyê weke projeyeke nû, weke girtîgeheke yek kesî, kontrolkirina Rêberekî Kurdan û tasfiyekirina tevgera Kurd bi kar bînin û got, “Li dinyayê sîstemeke bi vî rengî nîne. Rast e sîstemîn pir dijwar û zehmet hene lê wekî Girava Îmraliyê nîne. Di dîroka girtîgehan de ev modelek û merheleyeke nû ye. Ji ber ên ku birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin gladiyoya dinyayê bû, bi hev re birêz Ocalan li giravê ragirtin. Dema birêz Ocalan birin giravê kesên girtî yên li giravê ji wir derxistin, tehliye kirin. Ji bilî birêz Ocalan kes li wir nema û qanûna girtîgeha giravê jî guhertin. Normal qanûna Tirkiyeyê girêdayî wezareta dadê ye, lê qanûna Girava Îmraliyê rasterast girêdayî navenda krîza ya serokweziyê ye û nêzî 10 salan wisa hat meşandin. Piştre wek fomalîte girêdayî wezareta dadê kirin. Lê ev jî formalîte ye di esasê xwe de di sîstema wê de tu tiştek neguherî. Li vir tişta girîng ev e, tiştên ku tên serê Birêz Ocalan û niha di bin tecrîdeke giran de ye, sedemê wî em jixwe dizanin lê meseleya esasî care yekemîn derveyî hîn îstîsnayan, rêberekî kurd nehatiye darvekirin û xwestine bi rêya girtinê tevgera Kurd tasfiye bikin. Lê tişta girîng ku em bi xwe jî bûne şahid û me bi çavên xwe dît, Tirkiye ewqas texmîn nedikir ku rêberekî dîrokî û her derfetê wek platformeke siyasî bi kar tîne û li ser vê yekê jî dev jê tasfiyekirina hereketê berde, di ser de jî hereketa xwe xurtir dike, di dîroka Kurdan de merheleyeke nû vekir.”
’42 MEH IN AGAHÎ JÊ NAYÊ WERGIRTIN’
Di dewama axaftina xwe de Omer Guneş bi bîr xist ku 42 meh in nikarin agahiyê ji muwekîlê xwe werbigirin û got, “Mixabin agahî ji sê kesên din ên li Îmraliyê jî nîn e. Bêguman ev mesele ji aliyê hiqûqî ve dûr û dirêj e. Di hemû raporên ku ji aliyê CPT ve hatine amadekirin de jî tê diyarkirin Îmrali çiqas li dijî hiqûqa mafê mirovan û cîhanê ye, lê mixabin ji ber hincetên siyasî, xemên siyasî li hemberî Tirkiyeyê bêdeng dimînin. Ji ber vê yekê beriya salekê ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan kampanyayek hatibû destpêkirin. Ev kampanya bi rastî divê were mezinkirin û geşkirin. Ji ber ku ev rewş wiha nadome, her tevgerên birêz Ocalan lazim e wek siyasî were hesibandin. Ji hêla din ve birêz Ocalan li hemberî CPT jî reaksiyoneke dabû nîşandan ku gotibû hûn tên tespît dikin û diçin lê tiştekî naguhere. Birêz Ocalan çawa ku her derfetê wek platfomeke siyasî bi kar aniye divê her tevgerê wî jî wek siyasî were hesibandin. Jixwe ew bi xwe jî wisa dibêje. Dibêje li vir her tiştê min wateyek wî yê siyasî heye divê ji vî alî ve were nirxandin.”
‘AZADIYA FÎZÎKÎ YA BIRÊZ OCALAN GIRÎNG E’
Di dawiya peyama xwe de Omer Guneş işaret bi girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, “Lazim e em Kurd li her derê dinyayê bi dostên xwe re, bi kesên demokrat re, sazî û dezgehên siyasî û mafên mirovan re di nav pêwendiyan de bin û ji bo azadiya birêz Ocalan xebateke girîng bidin meşandin. Ev xebat ji bo Nelson Mandelan jî hat meşandin û dawiya dawî Mandelan hat azadkirin. Îro ev derfet heye ku lazim e birêz Ocalan bi awayekî bi pêşengiya Kurdan û dostên Kurdan û her wiha bi tora rêxistineke navneteweyî were azadkirin, ev jî girîng e.”